1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bestekarê navdar Udo Jurgens jiyana xwe ji dest da
Bestekarê navdar Udo Jurgens jiyana xwe ji dest da,bestekarê,navdar,udo,jurgens,jiyana,xwe,ji,dest,da

Bestekarê navdar Udo Jurgens jiyana xwe ji dest da

A+ A-

MUSTERLINGEN 22.12.2014 07:10:25 Ji bestekar û stranbêjên navdar ên cîhanê hunermend Udo Jurgens ê ji Awûstûryayê, jiyana xwe ji dest da. Hunemendê 80 salî, mora xwe avêtibû binê zêdeyî 50 albûman û bestekariya hezar stranî kiribû.

Di daxuyaniya hevalên kar ên Udo Jurgens de hat ragihandin ku bestekarê Awûstûryayî, li Gottlieben a kantona Thurgau ya Swîsreyê, di dema meşa serê sibehê de krîza dil derbas kiriye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Jurgens li Nexweşxaneya Musterlingenê, saet di 16:25'an de jiyana xwe ji dest daye.

Udo Jurgens ê di sala 1930 de li bajarê Klagenfurt ê Awûstûryayê ji dayik bû, besteya gelek stranên navdar ên cîhanê kiribû. Jungen ê bestekariya nêzî hezar stranî kiribû, di heman demê de mora xwe avêtibû binê nêzî pêncî albûman, zêdeyî 105 mîlyonî albûm û stranên wî hatin firotin û bûbû yek ji stranbêjên herî serketî yê cîhanê.

Jurgens ku di sala 1960 de ji bo Shirley Bassey strana bi navê "Reach for the Stars" kir beste, di sala 1965'an de bi strana xwe ya Elmanî "Sag ihr, ich laß sie grüßen" di Pêşbirka Stranan a Eurovision de bû çaremîn. Di sala 1966'an de di Pêşbirka Stranan a Eurovision a li Luksemburgê de cara sêyemîn beşdar bû û bi strana xwe ya bi navê "Merci Chérie" bû yekemîn. Piştî vê serketinê, stranên wî li tevahiya cîhanê hat guhdarîkirin û Jurgens li gelek welatan derket tûrneyê. Stranên "Griechischer Wein" ve "Es wird Nacht, Señorita” bi tenê çend ji stranên wî yên navdar in.