1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Besê Xozat: Ev şer wê Kurdan bigihîne hev!
Besê Xozat: Ev şer wê Kurdan bigihîne hev!,besê,xozat,ev,şer,wê,kurdan,bigihîne,hev

Besê Xozat: Ev şer wê Kurdan bigihîne hev!

"Ev pêvajo ji bo Kurdan dîrokî ye. Ev şer wê Kurdan bigihîne hev. Di afirandina yekîtiya Kurdan de wê roleke mezin bilîze."

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 07.08.2014 13:00:24 Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Xozat da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê dixwazin Kurdan ji hev belav bikin û bînin pêşberî hev û got, "Ev pêvajo ji bo Kurdan dîrokî ye. Ev şer wê Kurdan bigihîne hev. Di afirandina yekîtiya Kurdan de wê roleke mezin bilîze." Xozat bang li ciwanên Kurd ên li hemû parçeyan kir ku tevlî vî şerî bibin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Xozat bi rêya telefonê ji Stêrk TV re axivî û der barê êrîşên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ên li Rebîa, Şengal û Mexmûrê de daxuyaniyên girîng da.

Xozat got, "Li Şengalê şerekî giran tê meşandin" û bibîr xist ku hêzên HPG û YJA STAR'ê dest li vê herêmê werdane û xwe gihandine Çiyayê Şengalê.

Xozat got, "Niha li çiyayê Şengalê hem hêzên HPG û YJA STAR, hem jî YPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê li dijî DAIŞ'ê şerekî mezin dimeşînin. Tevahiya çiyayê Şengalê di bin kontrola HPG, YPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê de ye."

BANGA LI NY Û HIKÛMETA IRAQÊ

Xozat ragihand ku bi deh hezaran mirovî xwe li Çiyayê Şengalê girtine û got, "Çiya qadeke berfireh e. Di demeke kurt de xwegihandina hemûyan, derbaskirina wan bi awayekî ewle ji bo Rojavayê Kurdistanê, zehmet e."

Xozat diyar kir ku bi hezaran mirov bi birçîbûna re rû bi rû ne û got, "Divê alîkarî ji van re bê dayîn." Xozat di serî de gelên Kurdistanê bang li tevahiya civaka navneteweyî kir û got, "Pêwîste her kes ya ji destê xwe tê bikin."

Xozat anî ziman ku zarokan ji ber tîna jiyana xwe ji dest dane û da zanîn ku ji ber li herêmê şerekî dijwar diqewime, çûyîna alîkariyê jî zehmet e. Xozat destnîşan kir ku li gel vê yekê jî bi beşeke mezin alîkarî hatiye şandin û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikûmeta Iraqê kir ku bi lezgînî bikevin nava tevgerê.

Xozat diyar kir ku pêwîste NY bi tenê daxuyaniyan nede û got, "Hikûmeta Iraqê jî ji hewayê dikare alîkariya av û xwarinê ji herêmê re bibe."

Xozat da xuyakirin ku ji korîdora hêzên HPG û YPG'ê vekiriye, hewl tê dayîn pêwîstiyên gel ji ser Rojava bên çareserkirin.

HÊZEKE GIRÎNG GIHAŞT MEXMÛRÊ

Xozat der barê kampa penaberan a Mexmûrê ya ku roja 6'ê Tebaxê şêniyên wê hatin veguhastin de jî daxuyaniyên girîng da û got, "Hêzên HPG û YJA Starê xwe gihandin Mexmûrê. Hêzeke girîng xwe gihand herêmê. Me gelê Mexmûrê gihandin qadên ewle."

Xozat got, "Li Mexmûrê gel nema. Hêza mayî jî hêza parastinê ye" û dexstnîşan kir ku HPG û YJA STAR bi hêzên pêşmergeyan re xeteke hevpar a parastinê ava kirine.

Xozat da zanîn ku li herêma Mexmûrê pevçûnên dijwar diqewimin û bi hawanan topbaran lê çê dibin û got, "Lê belê berxwedaneke bi heybet heye." Xozat ji bo Mexmûrê got, "Di bin kontrola HPG-YJA STAR û pêşmergeyan de ye."

PÊVAJOYEKE DÎROKÎ TÊ JIYÎN, EV ŞER WÊ KURDAN BIGIHÎNE HEV

Xozat da xuyakirin ku berevajî armanca êrîşên DAIŞ'ê Kurd wê bigihêjin ehv û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev dem ji bo Kurdan dîrokî ye. Ev şer wê Kurdan bigihîne hev. Di afirandina yekîtiya Kurdan de wê roleke mezin bilîze. Armanca êrîşan berevajî vê ye (...) dixwaz ji hev belav bike û bike dijminê hev. Konsepteke bi vî rengî heye. Di salên dawî de ev yek bêtir hat kûrkirin. Armanca me jî afirandina yekîtiya demokratîk a Kurdan e. Di vê mijarê de hewldanên me yên cidî hene."

Xozat ragihand ku ji bo yekîtiya neteweyî wan berê jî gelek caran bang kirine û anî ziman ku di 10'ê Hezîranê dema dagikirina Mûsilê û di Tebaxê dema dagirkirina Şengalê de jî ev banga xwe dubare kirine. Xozat got, "Ji destpêkirina dagirkeriya Şengalê û pê ve me banga xwe dubare kirin. Niha li xeta Mexmûrê di vê mijarê de gavên pratîkî tên avêtin."

EGER KURD YEKÎTIYA XWE AVA BIKIN EV Ê JI BO KURDAN BIBE DESTKETIYA HERÎ MEZIN

Xozat di dewama axaftina xwe de got, "Ev pêvajoyeke dîrokî ye. Eger Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin, wê bibin hêzeke xurt a li herêmê ku herê zêde qezenç bike. Hem wê Kurdistanê bike yek hem jî di demokratîkkirina Rojhilata Navîn de roleke mezin bilîze. (...) Di vê mijdarê de Kurd dikarin roleke gelekî dîrokî bilîzin. Firsendên dîrokî derketine holê. Divê werin bikaranîn."

BANGA LI CIWANAN

Xozat bi taybetî bang li gelê Kurd û ciwanan kir û got, "Li holê şerekî giran heye. Berxwedaneke bi heybet a gel û gerîla heye. Kurd bi afirandina yekîtiya neteweyî, bi piştevaniyeke xurt, bi beşdariya li nava refên HPG, YJA STARS, YPG, Yekîneyên Berxwedana Şengalê dikare azadiya xwe garantî bike.

Bang li hemû ciwanên Kurd, alîgirên aştî, azadî û demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn, bi taybetî jî jin û ciwanan dikim ku bi awayekî pratîkî tevlî vî şerê çalak bibin."