1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Beşdarên kongreyê peyama Ocalan nirxandin
Beşdarên kongreyê peyama Ocalan nirxandin,beşdarên,kongreyê,peyama,ocalan,nirxandin

Beşdarên kongreyê peyama Ocalan nirxandin

A+ A-

11 Gulan

AMED (DÎHA) - Beşdarên kongreyê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji kongreyê re şandî bi keyfxweşî pêşwazî kirin û dan zanîn ku di peyamê de îslama rast dê çawa bê jiyîn mînaka herî li ber çav e.

Kongreya Îslama Demokratîk a ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî xebatên 7 mehan bi tevlîbûna 300 delegeyên jê 60 delege jin in li Amedê berdewam dike. Beşdarên kongreyê kongreyê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji kongreyê re şandî bi keyfxweşî pêşwazî kirin û dan zanîn ku di peyamê de îslama rast dê çawa bê jiyîn mînaka herî li ber çav e. Endamê Koma Bangewazên Kongreya Îslama Demokratîk Kerem Soylu, diyar kir ku kongre dîrokî ye û şahidîniya demek dîrokî dike. Soylu, anî ziman ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji kongreyê re şandî gelek girîng bû û wiha got: "Mijarekî dîrokî heye. Ev mijar, mijara Îslama Demokratîk e. Di kongreyê de peyamên gelek girîng hatin xwendin. Peyama Birzê Ocalan gelek girîng bû. Axaftina serokê Kantona Cizîrê gelek girîng bû û bandor li ser kongreyê kir. Ez bawer dikim ku bi vê kongreyê dê ev xebata bidomin. Bîryarên di vê kongreyê de tên girtin dê hemû derdorên îslamî yên erdnîgariya Rojhilata Navîn eleqedar bikin. Dewletên desthilatdar Îslamê tenê ji bo berjevendiyên xwe bikartînin. Ev dewlet îslama xwest ji bo berjevendiyên xwe bikarbînin li ser gelên bindest weke amûrekî tepisandinê bikartînin."

'Peyama Ocalan dê valahiya di Îslamê de dibigire'

Nûnerê Tevgera Îslamî ya Ewropayê Eşref Buda jî diyar kir ku di dîrokê de yekemîn care kongreyekî îslamî ya rast pêktê û wiha got: "Valahiyekî hebû. Tenê Birêz Ocalan ev valahî dît. Ligel ola Îslamê ola aştî û hev nasînê ye weke amûrê qirkirinê hate bikaranîn. Ji ber vê yekê di peyama Birêz Ocalan de peyamên girîng ên veşartî hebûn. Peymana Medîneyê, peymana yekpartiyê ji holê radike bû. Di peyama Ocalan de ev yek hebû. Hz. Muhammed bi derdorên cuda re lihev kiribû û peyman kiribû. Ocalan jî di peyama xwe de ev yek diyar kir. Divê misliman hûrmetê nîşanî kesên ji baweriyan neyî bidin. Quran jî cih dide vê yekê. Dibêje, 'Zextan li ser kesên ji we neyî nekin' Birêz Ocalan balê dikêşe ser vê yekê. Birêz Ocalan îro ev kêmasî dît. Ez bawer dikim ku ev peyam dê êdî vê valahiyê dabigire."

Elîaçik: Ocalan xetekî nû xîz dike

Nivîskar Îhsan Elîaçik jî diyar kir ku divê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigirîngî li ber çav bê girtin û wiha got: "Di naveroka peyama Abdullah Ocalan a ku ji kongreyê re şandî tiştên nû hene. Divê ev bên dîqatkirin. Xetekî nû xîz dike û tiştên nû dibêje. Dibêje divê hişmendiya Selefî, li aliyê din hişmendiya şîî ya Îranê û yek jî hişmendiya baweriya ji Îhvan a ji Misirê bê derbaskirin. Heya niha gelek tevgerên Îslamî ji van bibandor bûn û çêbûn. Dibêje divê şûna van hişmendiya Îslama demokratîk, piralî, wekhev, azad û edîl pêk bê. Sûcdariya ji berê heya niha tê kirin a li dijî PKK'ê ya ateîst red kir. Got, 'Em tevgera mîrateyê Hz. Alî û Selahattîn Eyyubî weke sentez çêkirin. Ez bawer dikim ku min temsîliyeta karketera Îslama edîl, demokratîk û wekhev a herî baş kir.' Ji kesên tevlî kongre bûn re gelek caran re got, 'birayên min ên mumîn' Herî dawî peyama xwe bi gotin, 'Ez we hemûyan dewetî yekîtiya Xwedê û emanetî ewlehiya wî dikim.' Ji ber vê yekê peyamên dayîn gelek girîng in. Ez difikirim ku ev kongre di nava tevgera kurd de nokteyekî girîng e. Ji bo nîqaşên di nav îslamê de pêk tên peyam gelek girîng bû."

'Kurd her tim alîgirên aştiyê bûn e'

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ya Iraqê Muhammed Hajî Mahmut jî diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di peyama xwe de yekîtiya di nava hemû olan de anî ziman û wiha got: "Ev yek ji aştiyê gavek gelek girîng e. Kurd tu caran nebûne alîgirên şer û her tim piştgiriya aştiyê kirin e. Ev kongre ji bo kurdan mîladek e. Kongre ji bo yekîtî û biratiya di îslamê de gaveke nû ye. Daxwaza me ew e ku demildest Ocalan azad bibe. Ji ber ku Ocalan alîgirê aştiyê ye."

(bd/mae)