Beştaş: Kurd dîwarên we nas nakin!
KOLN 20.10.2013 07:36:38 Alîkara Hevserokên BDP'ê Meral Daniş Beştaş di axaftina xwe ya li konferansa 'Taksîm-Û piştî wê' ya li bajarê Elmanya Kolnê de diyar kir ku AKP bi polîtîkayên xwe re gefê li Kurdan dixwe û got, "AKP li Rojava û Bakur gefê li Kurdan dixwe. Sînoran xêz dike, dîwaran lê dike. Em bi awayekî zelal dibêjin; em ti dîwaran nas nakin. Vê baş fêm bikin."
Di konferansa "Taksîm-Û piştî wê" de, ku ji aiyê Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiye Elmanya (TUDAY) a navenda wê li bajarê Elmanya Kolnê ye û Weqfa Rosa Luxembûrgê ve hat organîzekirin, 'Berxwedana Gezî' polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Kurdan, polîtîkayên Tirkiyê yên der heqê Rojava û derve de, hatin nirxandin. Di beşa duh piştî nîvro ya konferansê de rûniştinek bi navê "Hêrsa Hikûmeta AKP'ê ya ji bo afirandina Osmaniyeke nû û erkên wê yên polîtîkayên derve û hundur" pêk hat. Di vê beşê de Alîkara Hevserokên BDP'ê Meral Daniş Beştaş, rojnamevan Nûray Mert, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû peyivîn. di rûniştina bi navê "Pêşnûmeya Destûra Bingehîn a Nû û daxwazên ji bo pergaleke nû" de Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglû, Prof. Dr. Buşra Ersanli û Andrej Hûnko amade bûn.
Meral Daniş Beştaş da xuyakirin ku polîtîkaya derve ya Tirkiyê li ser dijminahiya Kurdan hatiye rûniştandin, Nûray Mert jî destnîşan kir ku divê Kurdî bibe zimanê gelemperiyê. Prof. Dr. Buşra Ersanli jî di axaftina xwe de diyar kir ku li Tirkiyê şaşitiya rêxistinbûyîna yek û navendî li Tirkiyê heye. Sezgîn Tanrikûlû jî di axaftina xwe de li hemberî rexneyên guhdarvanan CHP parast.
BEŞTAŞ: AKP DIJMINAHIYA KURDAN DIKE
Di rûniştina "Hêrsa Hikûmeta AKP'ê ya ji bo afirandina Osmaniyeke nû û erkên wê yên polîtîkayên derve û hundur" Alîkara Hevserokên BDP'ê Meral Daniş Beştaş peyivî û bibîr xist ku AKP di sala 2002'an de bi dirûşma 'di polîtîkaya derve de sifir pirsgirêk' hatiye ser desthilatdariyê û got, "Em niha bi reşeke 'sifir dost' re rû bi rû ne. Ev yek jî ji ber hesabên şaş ên di polîtîkaya Rojhilata Navîn û derve, derketiye holê. Nêzîkatiyeke kevneşopiya Împaratoriya Osmanî ye. Belavbûn û çanda dagirkirinê ya polîtîkayên Îslam û Tirkîtiyê mijara gotinê ye."
Beştaş ragihand ku AKP polîtîkaya derve li ser bingeha dijminatiya Kurdan daye rûniştandin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di polîtîkaya derve ya AKP'ê de bi tenê dijminatiya Kurdên li Rojava nîne. Dijberiyeke li hemberî tevahiya Kurdan heye. Em vê yekê di mijara girtina ROJ TV, qetilkirina 3 jinên Kurd li Parîsê, xebatên wê yên ji bo navê PKK'ê li lîsteya rêxistinên terorîst a Yekitiya Ewropayê were bicihkirin de, dibînin. Dixwaze têkoşîna Kurdan li qada navneteweyî asteng bike û li hundir jî bi heman rengî tevbigere. Li dijî PYD'ê derdikeve, dixwaze şoreşa Kurdan a li Rojava bifetisîne. Vê yekê bi destê El Qaîde û El Nûsra dike. Ew jî têrê nekir, li ser sînor dîwêr lê dike. Me gelek caran anîn ziman; sînor me eleqedar nakin. Ti Kurd sînor û dîwar nas nake. Ji ber ku Kurd di her warî de yekitiyê dijîn."
Meral Daniş Beştaş bal kişand ser têkiliyên Tirkiyê bi Başûrê Kurdistanê re û ev yek bi berjewendiyên aborî ve girê da û got, "Tirkiye dixwaze Başûrê Kurdistanê bi aboriyê dagir bike. Dema hûn çûn wê derê, hûnê xwe li Stenbolê bibînin."
'AKP GEFÊ LI KURDAN DIXWE'
Beştaş pakêta AKP'ê ya li raya giştî aşkera kir jî nirxand û got, "Di daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Erdogan de gotineke bi tenê ya Kurd jî derbas nebû. Kurd û Kurdistan bûye tirsa Tirkiyê. AKP bi dayîna tiştên biçûk dixwaze Kurdan bixapîne. Hundirê pakêtê vala ye. Ya ku hat aşkerakirin ji xwe ji aliyê Kurdan ve bi salan tê meşandin. Ev ne tiştekî nû ye. Bi vê rê re makyajê dike. Bi vî rengî hewl dide raya giştî ya Cîhanê û Ewropayê bixapîne. Îro her kes niyeta rastî ya AKP'ê dibîne. Niha bi hezaran siyasetmedar, BDP'yî girtî ne. Bi zexta mûxalefetê re rû bi rû ye. AKP gefê li Kurdan dixwe. Nêzîkatiya li hemberî Hevserokê me, bi awayekî zelal gef e. Tu kî ye ku tu gefê li nûnerê Kurdan dixwe? Hêza te têra vê dike? Eger me serê xwe li ber gefên te bitewanda, emê niha li mala xwe rûniştibûna."
MERT: DESTHILATDARÎ PIRSGIRÊKA KURD FÊM NAKE
Nivîskar Nûray Mert jî da xuyakirin ku AKP di mijara polîtîkaya xwe ya derve de hesreta Împaratoriya Osmanî dijî û got, "Ev yek feraseta siyaseteke belavker e. Ev polîtîka, piştî salên 1950 weke feraseta Îslamperestiya rastgir derket holê. Ev yek referansa Tirk û Sunîtiyê destnîşan dike ye. Neteweperestiyeke belavker a Tirk e. Li ser axa berê ya Osmanî xwestina mafan e. Feraseta lîderiya li ser axa Îslamê ye." Mert diyar kir ku ew tevlî nêrîna 'berê navbera Erdogan û Esas baş bû' nabe, ya ku Erdogan û Esad dianî cem hev dijminahiya Kurdan bû. Nûray Mert bal kişand ser pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêkê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got, "Sedema rewşa heyî ya pêvajoyê desthilatdarî ye. Bi dîtina min desthilatdarî pirsgirêka Kurd fêm nake. Ji bilî berjewendiyên xwe, pêvajo fêm nekiriye. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi qezençkirina statuyekê ji bo Kurdan dibe. Di vê mijarê de aliyê Kurd bi xweseriya demokratîk re pêşniyara aştiyê kir. Çareserî bi pejirandina vê pêşniyarê dibe. Helweseke berevajî vê yekê, wê bi tenê rê li ber tengezarî û pevçûnan veke." Mert rexne li madeya zimanê dayikê ya di pakêta AKP'ê de kir û got, "Ji bo Kurdî bibe zimanê gelemperiyê, xebateke cidî divê. Ev yek bi tenê li dibistanên taybet nabe."
TANRIKÛLÛ LI PÊŞBERÎ PIRSAN XWÊ DA
Di rûniştina bi moderatoriya Mûrat Çakir de ji bo pirsa "Hûn helwesta CHP'ê ya ku polîtîkaya derve ya Tirkiyê di çarçoveya ewlekariya neteweyî de digire dest çawa dinirxînin?" Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê û ev bersiv da: "Eger bi polîtîkayên derve re CHP were nirxandin, hingî wê têrker nebe. Divê bi bernameya partî û gelek xebatên amade kiriye re bê nirxandin. CHP dixwaze berberî Enternasyonala Sosyalîst polîtîka derve bimeşîne. Lê nikare vê bi ser bixîne. Ji ber ku di nava CHP'ê de gelek feraset hene. Em hewl didin vê rewşê çareser bikin."
Sezgîn Tanrikûlû diyar kir ku ew hewl didin CHP'ê careke din bigihêjîne nasnameyeke çep û demokratîk û got, "Em di nava vê hewldanê dene. Lê em nizanin ka emê bi ser bixînin an na. Niha du Tirkiye hene. Em weke CHP dixwazin bi bernameyekê re Tirkiyê bikin yek." Tanrikûlû polîtîkaya AKP'ê ya der barê Rojava de rexne kir û polîtîkayên CHP'ê yên der heqê Sûriyê de parast.
Di beşa pirs-bersivê ya rûniştinê de ji bo pirsa "CHP dê bi BDP û HDP'ê re hevkariyê bike?" Tanrikûlû got, "Fanteziyeke me ya bi wî rengî nîne. Tişta ku BDP nake CHP dike. Hewl dide hemû aliyan bigihîne hev."
Li ser vê yekê Meral Daniş Beştaş a BDP'yî got, "Divê CHP beriya her tiştî biryarê bide ka wê bibe partî yan na. Me dixwest CHP bibe mûxalefeteke baştir. Lê mixabin CHP niha bi MHP û Partiya Karker re li heman cihî ye. Em bi nîjadperestan re li heman cihî cih nagirin."
PROF. ERASLANLI: MEJIYÊ YEK ZIMAN Û YEK AL HEYE
Di rûniştina bi navê "Pêşnûmeya Destûra Bingehîn a Nû-daxwazên ji bo pergaleke nû" de Prof. Dr. Buşra Ersanli da xuyakirin ku Tirkiye bi desthilatdariya AKP re yek partîtiyê dijî û got, "Şaşitiyeke rêxistinbûyîna yek û navendîperestî tê afirandin. AKP û Erdogan qîma xwe bi rêjeya ji sedî 50 nîne. Niha dibêje ji sedî 75. Ev yek xweranegirtina li mûxalefet û nêrînên cuda ye. Halbûkî partÎ neçarin daxwazên gel bicih bînin. Lê li Tirkiyê rewşeke berevajî tê jiyîn." Prof. Ersanli polîtîkayên AKP'ê yên derbarê zimanê dayikê de rexne kir û got, "Ya ku tê jiyîn rewşeke pêkenok e. Çavkaniya vê jî mejiyê yek ziman, yek al, yek milet e."
PROF. KABOGLÛ: PAKÊT MÎNA BEXŞÊ PÊŞKÊŞÎ KURDAN HAT KIRIN
Prof. Îbrahîm Kaboglû jî di axaftina xwe de bal kişand ser çawaniya destûra bingehîn a nû. Prof. Kabogû anî ziman ku divê destûra bingehîn a sedsala 21. bibe destûra bingehîn a nasname, baweriyan û welatiya azad di nava xwe de vediherîne û got, "Lê bele xalên di pakêtan de hatin aşkera kirin, her yek ji wan gelekî dûrî destûra bingehîn a sala 1982'an e. Ev yek destûra bingehîn a ji bo mayîndekirina desthilatdariyê ye. Mîna bexşê pêşkêşî Kurdan tê kirin. Halbûkî di nîvê sala 2002'an de azadiya zimanê Kurdî cih digirt. Lê di vê pakêtê de nixumandinê derket."
HÛNKO: PKK'Ê KRÎMÎNALÎZE DIKIN
Parlamenterê Partiya Çep a Parlamenta Ewropayê Andrej Hûnko jî di axaftina xwe de diyar kir k li Tirkiyê huqûqa welatiyê nîne û got, "Li Tirkiyê mirov ne azad in. Bi zexteke cidî re rû bi rû ye. Ev yek di roja me ya îro de jî dewam dike." Hûnko rexne li Yekitiya Ewropayê (YE) jî girt û got, "YE mafên mirovan baş naparêze. Di vî warî de xwedî qarneyeke gelekî nebaş e. Vê yekê ji bo berjewendiyên xwe dike. Bi taybetî Kurd di bin zextê de ne. Sazî û Komeleyên wan di bin çavdêriyê de ne. Her wiha dixwazin bi wergirtina PKK'ê li nava lîsteya terorê hewl tê dayîn were krîmînalîzekirin."