1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Beşîkçî: PKK têk naçe!
Beşîkçî: PKK têk naçe!,beşîkçî,pkk,têk,naçe

Beşîkçî: PKK têk naçe!

Beşîkçî: PKK di aliyê leşkerî an jî siyasî de bin nakeve

A+ A-

Alî Bariş Kurt Stenbol - Civaknasê navdar ê Tirk Îsmaîl Beşîkçî diyar kir ku pêngava 15’ê Tebaxê gelê Kurd kiriye hêzek girîng. Beşîkçî got; “15’ê Tebaxê pêvajoyeke girîng e. Pêngaveke erênî ye" û destnîşan kir ku vê rojê bandore li dîroka Rojhilata Navîn jî kiriye. Beşîkçî da zanîn ku PKK’ê di warê leşkerî an jî siyasî de bin nakeve û diyar kir ku divê dewlet dest bi hevdîtinên bi PKK’ê re bike.

Civaknas Îsmaîl Beşîkçî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku 15’ê Tebaxê di serî de rê li ber qebûlkirina Kurdên dihatin înarkirin vekiriye. Beşîkçî encamên pêngavê jî wiha nirxand; “Îro mafê Kurdan ê dewletbûnê jî tê gotûbêjkirin. Ev gotûbêj jî bi awayeke normal têne pêşwazîkirin. Di warê rêveberiyên herêmî de giraniyek zêde ya Kurdan heye. Li Meclîsa Tirkiyeyê nunertiya Kurdan jî girîng e. Gelek destkeftiyên fîîlî hene."

'15’Ê TEBAXÊ PÊNGAVEK GIRÎNG E; BANDOR LI DÎROKA ROJHILATA NAVÎN DIKE'

Beşîkçî diyar kir ku civaka Kurd di warê xwerêxistinkirinê de pêngavên girîng avêtine û destnîşan kir ku ev yek jî bi xêra Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hatiye. Civaknas Beşîkçî got; "Di nava her nifş û beşê de sazûmanî tê afirandin. Zêdebûna radyo, televîzyon û rojnameyên Kurdan pêngaveke girîng e. Dewletê li hemberî van destkeftiyên fiîlê hîs kir ku divê hin pêngavên biçûk biavêje. Weke TRT 6 û di zanîngehan de beşên Kurdî.”

Beşîkçî destnîşan kir ku ger Pêngava 15’ê Tebaxê nehatiba avêtin, dê pozîsyona civakî-siyasî ya Kurdan û psîkolojîya wan ne saxlem bûya û ev şîrove kir: "15’ê Tebaxê pêvajoyeke girîng e. Pêngaveke erênî ye. Bandorê ne tenê li dîroka Kurdan kiriye, bandor li dîroka Rojhilata Navîn, Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê kiriye. Her ku diçe bandorê li hêzên navneteweyî jî dike. Bandora 15’ê Tebaxê di warê xwecihî, herêmî, navneteweyî de heye. Ji ber ku PKK tevgereke civakî û siyasî ye.” Her wiha Beşîkçî destnîşan kir ku PKK di rewşeke wisa de ye êdî dikare daxwazên xwe zêdetir bike.

'PKK BÛ GEL'

Beşîkçî destnîşan kir ku her çendî di nava Kurdan de cudahiyên çînî hebin jî, lê PKK’ê bandorê li hemû Kurdan kiriye û got; “15’ê Tebaxê bandorê li hemû Kurdan kir, hemû Kurdan hembêz kiriye. Ez dibêjim êdî PKK bûye gel. Organên xwe yên çapemeniyê bi xwe afirandiye, ev yek girîng e. Tevgerek fedekar û wefakar e. Bi ya min civaka Kurd eleqeyeke pir mezin nîşanî vê tevgerê dide. Jin, zarok di nava têkoşînê de cih digirin, ev yek girîng e.”

'PKK BIN NAKEVE; DIVÊ DEWLET DEST BI HEVDÎTINAN BIKE'

Civaknas Îsmaîl Beşîkçî da zanîn ku binketina PKK’ê ne pêkan e û wiha axivî; “Ne pêkan e ku ev tevger di warê leşkerî an jî siyasî de bin bikeve. Binketina tevgerê di aliyê leşkerî de êdî ne gengaz e. Divê dewlet dest ji quretiyê berde û bi BDP, PKK, bi Qendî û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Divê hukûmet û dewlet ji bo hevdîtinan derfet biafirînin. Divê raya giştî ji bo vê yekê amade bike û hewl bide. Divê PKK jî li ser bendewariyên Kurdên li derveyî xwe baldar be.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî