Bi 10 hezaran kes ji Ocalan re azadî xwestin
0 hezaran kesên 15'ê Sibatê şermezar kirin ji Ocalan re azadî xwestin
Li gelek bajar û navçeyan bi 10 hezaran kesên ku derketin kolanan û 15'e Sibatê salvegera roja anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermeraz kirin ji Ocalan re azadî xwestin. Kurdên derketin kolanan xwestin tecrîd bi dawî bibe, muzakere dest pê bikin û girtiyên siyasî serbest bên berdan.
WAN
Li taxa Xacortê ya Wanê welatiyên ji bo şermizarkirina 15 Sibatê li Qada Çeloyê kom bûn, piştî li qadê agir pê xistin ber bi kolana Surmeliyê vê meşiyan. Meşa welatiyên pankarta "Em komploya 15 Sibatê şermizar dikin, em bi rêberê azad dimeşin Kurdistana Demokratîk û Xwser" vekirin dê Endamê Meclîsa Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya Daîmî û Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Ucer, BDP'î û nûnerên rêxistinên sivîl û civakî û gelek welatî tevlî bûn. Di meşê dê dirûşmeyên “Bimirê Komploya 15 Sibatê”, “Bijî Serok Apo” û “Pêkûtî nakirin me bezar bikin" hatin berz kirin. Piştî meşa li herêma ji bo erdhejzedeyan li taxa Seyît Fehmî Arvasî hatiye avakirin dawî bû Uçer daxuyanî da. Uçer, diyar kir ku roja 15 Sibatê ji bo gelê kurd rojêk reşê û wiha axivî: “Di salvegera komploya 15 Sibatê ya 13'emîn de gelê Wanê yên erdhejzedê, ji bo komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat şermizar bike derket qadan. Ji bo rêberê wan azad bibe dimeşin. Ji îro pevê hemû gelê kurd bi şiyara ji Kurdistanê re xweserî ji Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî re azadî dê li ser piya bê. Gelê kurd dê heta Newrozê bi daxwazên azadî û xweseriyê bi çalakiyên xwe yên meşrû berdewam bike” Uçer, destnîşankir ku dê gelê kurd bi berxwedanêk rûmet azadiya xwe dest bigrê û ji bo tevlîbûna çalakiyan bangawazî kir.
SIXKÊ
Li bajarokê Sixkê ya Wanê salvegera 15 Sibatê ya anîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Tirkiyeyê bi meşêkî hate şermizar kirin. Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, BDP'î û gelek welatî tevlî meşa ji ber avahiya rêxistina BDP'ê ya bajarokê dest kir bûn. Di meşê dê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo", "Bimirê komploya 15 Sibatê", "Bê Serok Jiyan na be" hatin berz kirin. Di meşê dê pankarta wenêyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ser heyî a "Em komploya 15 Sibatê şermizar dikin, em bi rêberê azad dimeşin Kurdistana Demokratîk û Xwser" û gelek wenêyên Ocalan hate vekirin. Piştî gisê bi dirûşmeyan û pankartan 2 kîlometrê meşiyan daketina bajarokê Sixkê de ber bi Bajarê Konteyner yê Ferahê de daxuyaniya çapemeniye da. Li ser navê girseyê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajarokê Sixkê Riza Sucaî daxuyanî xwend û 15 Sibatê şermizar kir. Sucaî, diyar kir ku ji bo Ocalan sala 2012'an de bigehejê azadiya xwe dê ewê gelek bi xebitin û wiha axivî: “Roja 15 Sibatê tenê ne ji bo gelê kurd rojêk reşê ji bo hemû kesên aştî û biratiyê dixwazin rojêk reşê. Bi tecrîda li ser Ocalan hem gelê kurd û hemû gelên bindest tê tecrîd kirin."
Hişyariya 'Ger sebra gelê kurd xilas bibe dê rewşên ne baş derkevê holê '
Parlementerê Wanê Nazmî Gur jî piştre axivî û diyar kir ku ji sala 2009’an pevê operasyonên li dijî BDP'ê berdewam dikin lê digel van operasyonan jî BDP'ê li qada ne. Gur, destnîşan kir ku divê bi lezgînî tecrîda li ser Birêz Ocalan dawî bibe û muzakerê dest pê bike û wiha berdewam kir: “Ev 7 mehê tecrîd û pêkûtiyên mezin yên li ser Birêz Abdullah Ocalan yê ku ev 13 salê li Îmraliyê berdewam dike. Vê mijarê dê sibra kurdan diceribenin. Divê bi lezgînî pêk anîn tecrîda li ser Birêz Ocalan dawî bibe û muzakerê dest pê bike. Ger ev ne be û ger sebra gelê kurd xilas bibe dê rewşên ne baş derkevê holê. Li Tirkiyeyê ji bo aşitiyê tenê Birêz Ocalan ne. Ger Tirkiye dixwazi ji bo Roj Hilata Navîn bibe mînak dê ev şerê 30 salê berdewam dike yê dawî bike. Bi vê jî bi muxatap girtina Ocalan karin bikin."
WESTAN
Rêxistina BDP'ê ya navçeya Westan, bi sedema 15 Sibatê daxuyaniya çapemeniye da. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji bo aşîtiyek bi rûmet an azadî an azadî” û “Nexşerê bingeha aşîtiyê ye” hate vekirin. Di daxuyaniye de dovîzên "Tecrîd na azadî" û “Bi rêberê azad civaka azad" hate hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê Serokê Rêxistina BDP'ê ya navçeyê Alî Sumer vê hate xwendin. Sumer, diyar kir ku pevajoya komployê hêjî berdewam dike û wiha got: “Divê bê zanin ku nîşana aşitiyê, azadiyê û ji bor rojên xweş yên pêşiya mê Birêz Abdullah Ocalan ne."
BÊGIR
Li navçeya Bêgirê jî bi sedema 15 Sibatê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya navçeyê daxuyaniya çapemeniye hate dayîn. Daxuyaniya gelek welatî tevlî bû ji aliyê Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê M. Şîrîn Yildiz xwend. Yildiz, 15 Sibatê şermizar kir û wiha axivî: "Îro salvegera 13'emîna komploya nav neteweyî. Em ji li vir komploya 15 Sibatê şermizar dikin. Ji bo rayedaran banga me bila polîtîkayên xwe yên pêkûtî dawî bikin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gav bavejin."
PAYÎZAVA
Li navçeya Payîzava ya Wanê bi sedema 15 Sibatê meşêk hate lidaxistin. Welatiyên li ber avahayi BDP'ê ya navçeyê kom bûn ji vir ber bi Qonaxa Hikûmetê vê meşiyan. Piştî meşê li Serokê BDP'ê yê navçeyê Metîn Oner daxuyanî da û diyar kir ku 13 berê Ocalan bi lîstîk mezin dan Tirkiyeyê û got digel lîstîka hêzên nav neteweyî cih digirt Ocalan ji bo aşitiyê lîstîk vala derxist. Oner, xwest ku ji bo çareserkirina pirsgirêka pêşiya Ocalan bê vekirin.
SARAY
Li navçeya Sarayê ya Wanê Rêxistina BDP'ê ya navçeyê, ji bo şermizar kirina 15 Sibatê avahiya partiyê de daxuyaniya çapemeniye da. Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê A. Kadîr Ayyildiz, diyar kir ku komploya 15 Sibatê li dijî aşitiyê darbeyekê û got gelê kurd bi tekoşîna dehan sala komplo vala derxistiyê. Ayyildiz, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bangawaziya dîyalogê kir. Piştî daxuyaniyê welatiyan çalakiya rûniştinê a 5 deqîqê lidarxist.
BAZID
Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, Endamê Meclîsa KCD'ê Mustafa Ozer û gelek welatî tevlî daxuyaniya li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya navçeya hate dayîn. Girseyê pankarta "Bimirê komploya 15 Sibatê" û "Em berxwedana zindana slav dikin" vekir. Di daxuyaniye de girseyê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" berz kir. Li ser navê girseyê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bazîdê Îsa Ozer daxuyanî da û got ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd muxatap Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan ne. Piştî daxuyaniyê girsê bi dirûşmeyan belav bû.
IGDIR
Gelek welatiyên di nav de Parlementera BDP'ê ya Îgdirê Pervîn Buldan jî heyî ber bi avahiya BDP'ê ya Bajer meşiyan. Di meşê de pankarta "Em komploya 15 Sibatê lanet dikin" hate vekirin. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hate berz kirin. Polîsan pêşiya girseyê girt û xwest asteng bike. Piştî israrkirinê girseyê polîsan pêşiya girseyê vekir meş heta li ber avahiya BDP'ê berdewam kir. Parlementera BDP'ê ya Îgdirê Pervîn Buldan, li vir axatin kir û got divê bi lezgînî tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.
AGIRI
Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Agiriyê salvgera 15 Sibatê ya anîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Tirkiyeyê bi daxuyaniya çapemeniye şermizar kir. Daxuyaniya gelek kes tevlî bû ji bo Ocalan azadî hate xwestin.
COLEMÊRG
Bi sedan kesên li ber avahiya BDP'ê ya Colemêrgê kom bûn, ber bi avahiya Şaredariyê ya xizmetê vê meşiyan û 15 Sibatê şermizar kirni. Meşa Şaredar Fadil Bedîrhanoglu jî tevlî bû de girseyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Pêkûtî nikarin me bezar bikin" û "Em komploya 15 Sibatê ya navneteweyî lanet dikin" hate berz kirin û pankarta “15 Sibatê şermezar dikin’ hate vekirin. Piştî meşê Revêberê BDP'ê Yavuz Aksaç daxuyanî da. Aksaç, diyar kir ku digel hemû pêk anînên tecrîdê nekarîn Birêz Ocalan gelê kurd qut bikin. Aksaç, destnîşan kir ku xwest ji bo çareseriya pirsgirêka kurd Ocalan bê muxatap girtin.
‘Li taxan bûyeran dest pê kir’
Piştî daxuyaniyê girseyê li taxa Pehlîvanê re li trafîkê girt. Polîsan mudaxaleya girseya 15 Sibatê şermizar dike kir. Çalakvanan bi kevir û molotofan bersiva polîsan da. Li bajar bûyer didome.
GEVER
Çalakiyên şermezar kirina 15'ê Sibatê li Geverê jî hat lidarxistin. Lê polîsan daxuyaniya çapemeniyê asteng kir. Ligel astengiyan geverî kom bûn û heya Navenda Orient ?i meşiyan. Serokê BDP'ê yê navçeyê Rustem Demîr, daxuyanî da û diyar kir ku Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rolek mezin lîst lê bi polîtîkayên tecrîdê ev hewldan tê astengkirin. Piştî daxuyanî belav bû di navbera girse û polîsan de pevçûn qewimî.
QERS
Di salvegera 15'ê Sibatê de BDP'a Qersê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla endamê Meclisa Partiya BDP'ê Orhan Artunç ve hat xwendin. Artunç, diyar kir ku 13 sal beriya niha Birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê û wiha got: "13 sal in Ocalan ji bo çareserî û aştiyê di nav hewldanan de ye. Lê hikûmet wê tiştî nabîne. Parlamentera BDP'ê yê Qersê Mulkiye Bîrtane, bal kişand ser tecrîdê û da zanîn ku divê tecrîda li hemberî Ocala bi dawî bibe û dewlet û hikûmet hevdîtinê bi Ocalan re pêk bîne.
ERZIROM
Bi heman armancê li avahiya BDP'a Erziromê daxuyanî hat dayîn û 15'ê Sibat hat şermezarkirin. Daxuyanî ji hêla serokê BDP'a Erziromê Riza Guler ve hat dayîn û Guler, da zanîn ku armanc tenê ne dilgirtina Birêz Ocalan bû dilgirtina gelê kurd bû, lê gelê kurd bi berxwedana xwe vê komployê pûç kir.
HATAY
Li navçeya Dortyol a Hatayê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî hate dayîn. Gelek kesên tevli daxuyaniyê bûn dirûşme berzkirin. Serokê BDP'ê Halîl Baybariş axivî û diyar kir ku li Rojhilata Navîn pêşveçûnên asayî tên jiyîn û wiha got: "Binpêkirina mafan gihiştiye asta herî jor. Ez bag li serokwezîr Erdogan û rêxistinên civaka sivîl dikim. Bila tecrîda li ser Ocalan bi dawî bikin. Divê kanûnên der barê têkoşîna bi terorê re jî bên guhertin."
KOP
Li navçeya Kopê ya Mûşê bi heman armancê salvegera 15'ê Sibatê meşek hate lidarxistin. Gel li ber avahiya BDP'ê dest pê bi meşê kir heya kolana Alparslan meşiyan. Di meşê de parlamenterê BDP'ê yê Muşê Demîr Çelîk bal kişand ser 13'emîn salvegera komployê û wiha axivî: "Ev 13 salin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê lê hêj polîtîkayên AKP'ê yên qirêj û hevdîna li gel malbata wî asteng dikin." Çelîk diyar kir ku zilma ku niha li hemberî kurdan pêktê tu ferqa xwe ji zilma faşîsta Hîtlerê ya sala 1939'ê tûneye. Bi deh hezaran kes di girtîgehan deye û herkesê nikare bi be xwediyê hizr û fikir cuda rastî bedelên pir giran tên.
DÎHA (dt/mae)