1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi 10 hezaran welati daketin qadan
Bi 10 hezaran welati daketin qadan,bi,10,hezaran,welati,daketin,qadan

Bi 10 hezaran welati daketin qadan

Bi 10 hezaran welati daketin qadan û AKP şermezar kirin

A+ A-

Li gelek bajar û navçeyan bi 10 hezaran endam û rêveberên BDP, KESK û saziyên sivîl ên civakî bi boneya operayona ku duh li 17 bajaran li dijî 133 navnîşanan pêk hat şermezar bikin daketirn kolanan û meş û çalakî pêk anîn. Li her navçe û bajarî operasyon û polîtîkayên AKP'ê hatin şermezakirin.

ENQERE

Rêxistina BDP'a Enqerê ji bo şermezarkirina serdegirtinên doh ên li gelek navnîşanan şermezar bike li cadeya Sakaryayê daxuyanî da çepemeniyê. Di daxuyaniyê de pankartên li ser; "Em ê komkujiya li Qilabanê jibîr nekin", "Em ê li hemberî faşîzma AKP'ê serî netewînin" nivîsandî hatin vekirin û bê navber dirûşmeyên; "Pêkûtî nikarin me bêzar bikin", "Em ê bi berxwedanê biser bikevin" hatin berzkirin. Tevî endamên BDP'ê gelek nûnerên saziyan jî tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka BDP'a Enqerê Meral Vuranok li vir daxuyaniya hevbeş a ji aliyê navenda giştî ya BDP'ê ve hatiye amadekirin da û got; "Armanca van operasyonan çewisandina gelê me û radestgirtina wê ye. Bi van operasyonan dixwazin stûyê gelê me xwar bikin û vîna wê bişkênin. Lê bila baş bizanin ku ew ê nekarin berxwedana me bişkênin."

'Bi kuştin û girtinan dixwazin gel teslîm bigirin'

Vuranok diyar kir ku armanca van operasyonan astengkirina aştiyê ye û wiha axivî: "Operasyonan rûyê rasteqîn ê AKP'ê careke din derxist holê. Bi van polîtîkayên nijadperest dixwazin gelê me teslîm bigirin. Lê di vê mijarê de ew ê tu caran biser nekevin.

'Dê nekaribin BDP'ê bêzar bikin'

Vuranok, bal kişand li ser pêkûtiyên dijî BDP'ê û wiha pê de çû: "Dê têkoşîna gelê me bidome. Her maleke me dê wekî partiyekê bixebite. Di operasyonan de 6 hezar mirovên me hatin girtin, lê ev têkoşîn dê bidome. Em bang li gelê xwe dikin ku li dora partiya xwe BDP'ê bibe xelikek ji agir. Rêxistina xwe hîn xurttir bike û têkoşîna xwe ya demokrasiyê geştir bike."

EDENE

Yek ji cihên ku operasyonên li hemberî BDP û sazî û dezgehên kurd pêk hatî hat şermezarkirin jî Edene bû. Rêxistina BDP'a Edenê bi tevlîbûna parlementerê Mûşê Demîr Çelîk, nûnerên rêxistinên saziyên sivîl û gelek welatiyan operasyon polîtîkayên li hemberî BDP'ê şermezar kir. .

Serokê BDP'a Edenê Seyfettîn Aydemîr, daxuyanî da û got; bi operasyonan careke din polîtîkayên qirêj ên li hemberî BDP'ê derketine holê. Piştî daxuyaniyê Parlementer Çelîk axivî û bal kişand li ser şêwazê serdegirtinan. Çelîk got; "Doh bi ser 123 noqteyan de girtin. Tekane armanca wan tirsandin û çewisandin e.

‘Em ê paşve gav neavêjin’

Çelîk destnîşan kir ku di vî şerê qirêj de gelek ciwan hatin qetilkirin û wiha axivî: "Hûn ne 6 hezar, 20 hezar mirovên me bigirin jî em ê dev ji doza xwe bernedin. Dawiya îxtîdara AKP'ê jî dê wekî ya Çîllerê be."

WAN

Li Wanê jî bi heman armancê li kolana Surmelî ya taxa Xaçortê komek mezin li hev kom bû û heta taxa Seyit Fehmi Arvasî meş pêk anî. Di meşê de Hevseroka Giştî ya KCD'ê û parlementera Wanê Aysel Tugluk, Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê û parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur û Hevserokên BDP'ê yên Wanê Cuneyt Caniş, Mîhriban Şah jî di navde gelek kes amade bûn. Girsê bê navber dirûşmên "PKK gel e, gel li vir e", "Êrîş me mêzar nakin" û "Qatil Erdogan berz kirin. Piştî meşê li ser navê girsê Hevserokê BDP'ê yê Wanê Cuneyt Caniş, daxuyanî xwen û oprerasyon şermezar kir. Girsê piştî daxuyaniyê Konê Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ziyaret kir.

Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê jî bi heman armancê calakî pêk anî. Endamên Platformê li ber Mavi Plaza kom bûn û heta kolana Sanatê meş pek anîn. Komê di meşê de bê navber dirûşmên “Êrîş me bêzar nakin", "Girtiyên siyasî rûmeta me ye" û “Bêdeng nemîne dê dor bê we jî" berz kirin. li ser navê KESK'ê berdevê Platformê yê Demê Yilmaz Berkî, daxuyani da û operasyon şermezar kir.

KOP

Li navçeya Kopê ya Mûşê jî bi heman armancê girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bû daxuyanî da çapemeniyê û operasyonên siyasî şermezar kir. Endam û reveberên BDP'ê Şaredarê Piyongê Ali Haydar Aydın, endamên meclîsa giştî ya Mûşê û endamên meclîsa şaredariyê û gelek welatî amade bûn. Li ser navê komê Serokê BDP'ê yê Kopê Sanî Kutmaral, daxuyanî xwed û operasyon û polîtîkayên AKP'ê şermezar kir. Kutmaral, anî ziman ku pirsgirêka kurd bi polîtîkayên faşîzma AKP'ê çareser nabin û dê bi rêya demokratîk çareser bibin.

COLEMÊRG

Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê jî li ber avahiya BDP'ê daxuyaniya girseyî da çapemeniyê û operasyon şermezar kir. Di daxuyaniyê de Endam û rêveberên BDP'ê endamên meclisa şaredariyê, nûnerên KURDÎ-DER'ê û rêveberên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Li ser navê girsê Alîgirê Serokê BDP'a Colemêrgê Rahmi Kurt daxuyanî xwend. Kurt, operasyonên AKP'ê şermezar kir û anî ziman ku ew dê li hemerî van operasyonan têkoşîna xwe bilind bikin. Kurt da zan ku heta kurdek bimîne dê dêbikoşin.

Platforma Şaxan a KESK'ê jî bi heman armancê li ber avahiya KESK'ê çalakî pêk anî û daxuyani da çapemeniyê. Li ser navê KESK'ê A. Kerim Beyter daxuyanî xwend. Beyter, polîtîkayên hikûmeta AKP’ê şermezar kir û ani ziman ku we dê li hemberi van êrîşan serî danînin û têkoşîna xwe bilind bikin.

ÇELÊ

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin û operasyona siyasî hate şermezarkirin. Di çalakiye de endam û rêveberên BDP'ê, şaredar û endamên meclîsa şaredariyê jî amade bûn. Li ser navê komê Serokê BDP'a Çelê Servet Tunç daxuyanî xwend û operasyon şermezar kir.

KONYA

Rêxistina BDP'ê ya Konyayê jî bi heman armancê çalakî pêk anî û êrîş û operasyonên li ser navê KCK'ê tên meşandin şermezar kir. Serokê BDP'a Konyayê Necattin Înîk, anî ziman ku ev operasyon bi destê îxtîdarê pêk hatine û şermezar kir.

ESKÎŞEHÎR

Rêxistina BDP'ê ya Eskîşehîrê jî bi heman armancê çalakî pêk anî û operasyon şermezar kir. Li ser navê komê Hevserokê BDP'a Eskişehirê Ayhan Tepe, daxuyanî xwend û operasyon şermezar kir.

BEDLÎS

Li Bedlîsê jî bi hezaran kesên ku li ber avahiya BDP'ê ya Bedlîsê hatin cem hev meşek pêk anîn. Di nava wan de Parlamenterê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, serokê BDP a Bedlîsê Orhan Bezîganoglu, serokên BDP'ê yên navçeyan û nûnerên navçeyan û gelek kes heta ber postaxaneya Muşê meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşemeyên 'Zext dê me têk nebin', 'Qehr be AKP' hatin berzkirin. Piştî meşê Serokê BDP'ê Orhan Bezerganolgu daxuyanî xwend û diyar kir ku operasyone yê darazêde yên siyasîne û wiha got: "Operasyonên ku hatine kirin tu eleqeya wan bi hiqûqê tune. Hiqûq bi awayekî vekirî hatiye binpêkirin." Parlamenter Husamettîn Zenderlîoglu jî diyar kir kut ê xwestin ku pêşiya gelê kurd bê girtin û got ku dê gelê kurd tu carî serî li hemberî zextan netewîne. Zenderlîoglu wiha got: "Pirsgirêka kurd pirsgirêka lêgerînê ye. roj were dê wekî ergenekonê bi we jî bigirin. Wê demê Amerîka jî we xilas neke."

ERZIROM

Li Erziromê jî zext hatin protestorkirin. Li ber avahiya BDP'ê ya Erziromê gelek kes hatin cem hev û zext hatin şermezarkirin. Dirûşmeyên 'zext dê me têk nebin', 'Kahr be AKP' hatin berz kirin. Serokê BDP a Erziromê Riza Guler diyar kir ku gelê kurd her tim li qadan bû û dê tu carî serî li hemberî zilma AKP'ê netewîne.

ERDEXAN Li Erdexanê j îli ber rektoriya Erdexanê daxuyaniyeke girseyî hate dayîn. Di daxuyaniya ku zêdebûna polîsan bal dikişand de serokê BDP a Edexanê Akîf Avşar axivî û diyar kir ku bila gelê kurd li hemberî zextan dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.

MERSÎN

Li Mersînê li avahiya BDP’ê daxuyanî hate dayîn û ji ber ku polîsan hemû ketin û têketinên kolana ku BDP lê bû girtin welatî nekaribûn têkevin kolanê. Li ser vê yekê di navbera rayedar û polîsan de gengeşî derket. Di vê navberê de kesekî alak tirk vekir û dirûşmeyên nîjadperest berz kir. Ev kes ji wir hate durxistin û têketin serbest bûn. Piştre daxuyanî hate dayîn û helwesta hikûmetê hate şermezar kirin. Li gel vê Meclîsa Navendî ya Mêrsînê a Kongereya Demokratîk a Gelan jî bi daxuyaniyekê helwesta dewletê şermezar kir. MANÎSA

Platforma KESK’ê ya Manîsayê jî bi heman armancê li Qada Manolya daxuyaniyek da û êrîşên demên dawî şermezar kir. Endamên KESK’ê yên kul li Qada Manolya hatin cem hev panqarta bi ser navê ‘Zext, girtin û binçavkirin dê me mafê meyê grevê ji destê me negire’ vekirin. Berdevka Demî ya Platformê Serpîl Denîz daxuyaniyek da û diyar kir ku ew zext û girtinan şermezar kir. DÎHA (aw/ak/mae)