1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi 50 hezarî ava dike, bi 75 hezarî difiroşe
Bi 50 hezarî ava dike, bi 75 hezarî difiroşe,bi,50,hezarî,ava,dike,bi,75,hezarî,difiroşe

Bi 50 hezarî ava dike, bi 75 hezarî difiroşe

TOKÎ, malan bi 50 hezar TL ava dike û bi 75 hezar TL difiroşe mexdûrên erdhejê

A+ A-

Li Wanê piştî 2 erdhejên mezin pêk hatin û bi 10 hezaran mal hilweşiyan, li şûna ku dewlet alîkariyê bide welatiyan saziya dewletê TOKÎ malên ku bi 56 hezar TL çêdike bi 75 hezar TL difiroşe welatiyên mexdûrê erdhejê.

Li Wanê piştî 2 erdhejên mezin pêk hatin û bi 10 hezaran welatî derbasî konan bûn, li aliyekî erdhejê welatî mexdûr û perîşan kirin, li aliyê din saziya Serokwezîriyê TOKÎ'î welati mexdûr kirin. Wekîlê Serokwezîr Beşîr Atalay piştî erdhejê dema çû Wanê soza konteyniran da welatiyan û got: "Em dê malên ku 110 hezar TL ava dibin ji sedi 30 erzan bikin û bi 75 hezar TL bidin welatiyan. Lê piştî ku ji Wanê derket sozên xwe ji bîr kir. Li Wanê malên TOKÎ'ye ku hêj înşaet in û metreya wan diviya be bi 565 TL be, malên ku li Wanê tên çêkirin metreya wan bi Hezar û 100 TL tên firotin. Li qada ku TOKÎ avahiyan lê çêdike, mesref û lêçûna dibistan, mizgeft, kanî, qadên civakî, rê, şikakeyên avê û kanalîsazyon ji welatiyan tên girtin.

Endamê Meclîsa Giştî ya Wanê û Endamê Komîsyona Derdorê Alî Kalçik, bertek nîşanî vê pêkanîna TOKÎ'yê da û anî ziman ku li şûna pirsgirêkên mexdûrên erdhejê çareser bikin bêtir welatiyan mexdûr dikin. Kalçik, bang li hemû mexdûrên erdhejê kir û xwest li hemberî vê neheqiyê mafê xwe biparêzin û neyên lîstikê. Kalçik, anî ziman ku der barê vê pêkanîn û nelirêtiyê rapor amade kiriye û ji hemû saziyên fermî re nivîs şandiye. Kalçik, da zanîn ku ew dê rapora amade kiriye di demek nêzîk de ji cemaweriyê re aşkere bike.

TOKÎ li şûna alîkariyê talan dike

Kalçik, da zanîn ku li gel Odeya Endezyarên avahîsazan têkildarî avahiyên TOKÎ'yê li tevahiya Tirkiyeyê lêkolîn kirine û daxuyaniya Wezîr Atalay rastiyê nîşan nade. Kalçik, destnîşan kir ku li tevahiya Tirkiyeyê standartiyek heye û li her derê metregoşeya înşaete bi 565 TL ye. Kalçik, da zanîn ku malek ku ji 110 metregoşeyi pêk tê bi 56 Hezar TL ava dibe û wiha got: "Ger ku ji sedî 30 erzan bikin wê demê buhayê wê dadikeve heta 43 hezar TL yan. Lê wezîr dibêje em dê ji 110 hezar TL'yan daxin 75 hezar TL'yan. Ev ne rast e. Dijberî vê yekê malen ku bi 43 hezar TL ava dike bi 75 hezar TL difiroşin.

Kalçik, anî ziman ku rapora amade bikin dê di dimek nêzîk de ji cemaweriye re aşkere bikin. DÎHA (mae)