1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Bi deh hezaran Tirkmen xwe li herêma Kurdan girtin
Bi deh hezaran Tirkmen xwe li herêma Kurdan girtin,bi,deh,hezaran,tirkmen,xwe,li,herêma,kurdan,girtin

Bi deh hezaran Tirkmen xwe li herêma Kurdan girtin

Bi deh hezaran Tirkmenên ji DAIŞ'ê reviyan xwe li herêma Kurdan girtin

A+ A-

AHMED SUMBUL - ŞENGAL 18.06.2014 09:17:01 Piştî ku li dû Mûsilê bajarê Telafer ê xwedî nifûsa ji 300 hezar kesî, ku piraniya wan Tirkmen in ket destê çeteyên DAIŞ'ê, nêzî 150 hezar Tirkmen di roja destpêkê de dest bi terikandina bajêr kirin.

Hejmara Tirkmenên di êrîşên hawanan ên DAIŞ'ê de mirin û birîndar bûn nayê zanîn. Reva Tirkmenan a ji Telafer û gundên derdorê dewam dike.

Bi deh hezaran Tirkmenên xwe li navçeya Şengalê ku 40 kîlometre dûrî Telaferê ye girtine, li mizgeft, dibistan, salonên dawetê, xwaringehên sziyên fermî û erdê vekirî tên vehewandin.

Di nava Tirkmenên reviyane de bebekên ji 6 heta 8 mehî û temendirêjên 90 salî jî hene. Tirkmenên pirsgirêka xwarin û stargehê dijîn, li benda alîkariyê ne.

DAIŞ'Ê DESTPÊKÊ BI HAWANAN ÊRÎŞÎ BAJÊR KIR

Bajarê Telaferê ku piraniya şêniyên wê Tirkmen e, roja 16'ê Hezîranê ket destê çeteyên DAIŞ'ê. DAIŞ'ê destpêkê bi hawanan, dûre jÎ bi doçkayan êrîşî bajêr kir.

Piştî êrîşê gel, bi wesayîtên peyda kirî yan jî bi peyatî, dest bi terikandina bajêr kir. Tirkmenên di roja destpêkê de bajar terikandin xwe li rojavayê Mûsilê û herêma Sîncarê girtin.

Piştî ku DAIŞ'ê li bajêr dest bi nêçirva mirovan kir, reva Tirkmenan a ji navenda bajêr û gundên ser bi bajêr dewam dike.

Hat ragihandin ku heta niha bi qasî 150 hezar Tirkmenan bajar terikandine. Piştî roja duyemîn, Tirkmenên ji bajêr reviyane herî zêde xwe li navçeya Şengalê ya Herêma Kurdistana Federal ku piraniya şêniyên wê Kurdên Êzidî ne û 40 kîlometre dûrî Telaferê ye, girtin.

Gelê Şengalê da xuyakirin ku heta niha li navçeya wan nêzî 60 hezar Tirkmen hene û hewl didin Tirkmenên xwe li navçeyê girtine li mizgeft, dibistan, salonên dawetê, xwaringehên saziyên fermî û erdê vekirî, vehewînin.

KURD WAN LI MALA XWE VEDIHEWÎNIN

Gelê Şengalê ku bajarekî xizane, çi ji destê wan tê alîkariyê dide Tirkmenan.

Malbatên Kurd, bi sedan malbatên Tirkmen ên xwe li wan girtine, li gorî derfetên xwe li malên xw kirine mêvan û vehewandine. Tê gotin ku pirsgirêka herî mezin a Tirkmenên xwe li Şengalê girtine, av, xwarin, betanî û xwarina bebekan e.

'BÊYÎ CENAZEYÊ DU ZAROKÊN CÎRANÊ XWE BIGIRIN EM REVIYAN'

Em bi malbatên Tirkmen ên xwe li Şengalê girtine re hevdîtinê dikin. Jina bi navê Belîn Mûhammed Yûnûs (53) diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê danê sibê bi hawanan bajar topbaran kirine û got, "DAIŞ, piştî bombebaranê kom bi kom li nava Telaferê belav bû. Me dizanîbû ku DAIŞ xwe nêzî Telaferê kiriye, lê em matmayî man ku ketin nava bajêr." Yûnûs destnîşan kir ku artêşa Iraqê ya li bajêr li hemberî DAIŞ'ê li ber xwe nedaye û bajar terikandiye.

Yûnûs ragihand ku piştî dengê bombeyan hat wan, bi kincên li ser xwe bi wesayîtan dest bi revê kirine û got, "Min zarokên xwe, bûkên xwe û neviyên xwe girt û em reviyan. DAIŞ'ê destpêkê hawan avêt, bi roj jî balafirên Iraqê hin cih bombebaran kirin. Bombeyên DAIŞ'ê li mala me neket, lê belê li mala cîranê me ket. 2 zarokên wan mirin. Cenazeyên wan li hewşê man. Bêyî cenaze wergirin em û cîranên me, me Telafer terikandin."

'EM NIZANIN WÊ ÇI BIBE'

Yûnûs da xuyakirin ku wan niha xwe li Şengalê girtine, bi sedan malbat li salona dawetê dimînin, li ser beton radizên û got, "Em nizanin bi ku ve biçin. Betanî nîne, nan nîne, doktor nîne. Zarokên çend roj berê hatine dunyayê hene, ji bo wan şîr nîne. Em nizanin wê çi bibe. Em li benda hikûmetên Iraq, Kurd û Tirk in."

Huseyîn Alî yê 57 salî jî da zanîn ku li Telaferê kes nemane û got, "Me bi zorê xwe xelas kirin û reviyan. Niha em nizanin ka li Telaferê çi diqewime. Kî miriye, kî maye em nizanin. Li taxên cuda gelek xizmên me hebûn. Em nizanin ka ew li ku ne. Dibe ku çûbin Mûsilê, Duhokê, dibe ku miribin, em nizanin. Bi rêya telefonê jî em xwe nikarin bigihînin wan."

'DAIŞ LI PÊŞ ÇAVÊ HER KESÎ HAT'

Leyla Elyas a 65 salî da xuyakirin ku gefa DAIŞ'ê li Telaferê berî hefteyan dihat zanîn û êrîşa wan li pêş çavê her kesî hat kirin û her kesî lê temaşe kir. Elyas diyar kir ku ew li Şengalê di şert û mercên zehmet de dijîn û got, "Gelo nizanin ka li vê derê em di çi halî de ne? Nan tineye, nanê tê dayîn têrê nake. Li vê derê her kes li erdê radizên. Betanî nîne, zarok birçîne, gelo kes vê nabîne. Her kes li vir birçî ye. Em dixwazin bi pereyê xwe jî nan, şîr, betanî bikirin. Lê belê li sûka Şengalê ev nemane. Bi pereyê xwe jî em nikarin tiştekî bikirin."

WEKE MALBAT 30 KES REVIYAN

Abbas Kasim Simo ê 30 salî da xuyakirin ku DAIŞ bi roj êrîş kiriye û ragihandin ku destpêkê bi hawanan êrîşî bajar hatiye kirin. Simo got, "Ti leşkeran dest nedan van. Leşker reviyan. Em weke malbat reviyan. Malbata me, zarok, jin hemû 30 kes bi wesayîtan reviyane."

'CIHEKÎ DIN EM BIÇIN NÎNE'

Riza Beşîr Elya (30) ê weke malbatî xwe li Şengalê girtiye diyar kir ku cihekî din ê ew xwe lê bigire nîne û got, "Em weke 20 kes hatin. Bi rojane em li vir in. Ji bilî seknê em nikarin tiştekî bikin. Kes bi me re eleqedar nabe."