Bi dehan çete hatin kuştin û şervanek YPGê şehîd bû
Li Kobanê YPG’ê bersiva çeteyan da. Bi dehan çete hatin kuştin û şervanek YPGê şehîd bû
KOBANÊ 03.05.2014 11:43:52 Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Girê Berxwedanê yê girêdayî gundê Ebû Sirra yê Başûrê Herêma Kobanê kirin, li vir çete rastî bersiva şervanên YPG’ê û YPJ’ê hatin. Di encamê de pevçûnên li vir de bi dehan çete hatin kuştin. Di şer de şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê ya herêma Kobanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Girê Berxwedanê yê girêdayî gundê Ebû Sirra yê Başûrê Herêma Kobanê kirine.
Li ser vê yekê şervanên YPG’ê û YPJ’ê bersiva çeteyan dane û di navbera herdu aliyan de şer û pevçûn rû dane.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama pevçûnan de bi dehan çete hatine kuştin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku di heman pevçûnan de Endamê Meclîsa Leşkerî yê hêzên YPG’ê yê bi navê Laleş Agirî jiyana xwe ji deste daye.