1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi dehhezaran ji Ocalan re azadî xwest
Bi dehhezaran ji Ocalan re azadî xwest,bi,dehhezaran,ji,ocalan,re,azadî,xwest

Bi dehhezaran ji Ocalan re azadî xwest

A+ A-

14:28 23.02.2014 1 / 26 ÊLIH (DÎHA) - Xebatên Namzetên Hevşaredariyên BDP'ê bê navber didomin. Li Êlihê bi tevlîbûna deh hezaran kesî buroya hilbijartinê hat vekirin.

BDP'ê li Êlihê di çerçeveya xebatên xwe yên hilbijartinê de buroya xwe ya hilbijartinan a li pêş Nexweşaneya Yaşam bi tevlibûna deh hezaran kesî vekir. Parlementera BDP'ê a Şirnexê Selma Irmak û Parlementera Êlihê Ayla Akat Ata, endam û rêveber, namzedên hevşaredariyên bajarê Êlihê, navçe û bajarokan ên BDP'ê, nûnerên sasiyên civakî û bi deh hezaran kes tevli vekirina buroyê bûn.

Qad ku bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû xemilandin bi deh hezaran "Ji Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re statu" xwastin.

Buroya hilbijartinê ji aliyê namzetên Hevşaredariyên BDP'ê yên Êlihê Gulistan Akel û Sabrî Ozdemîr ve hat vekirin. Li vir namzeta hevşaredariya BDP'ê ya Êlihê Gulîstan Akel axaftinek kir. Akel diyar kir ku bi sedsalanin polîtikayên dagirkeriyê, zext, tunekirin û tunehesibandin li ser gelê kurd tên meşandin lê birêz Ocalan ev polîtika vala derxistine û wiha got: "Dê di vê hilbijartinê de serkeftinek mezin bi dest bixin û dê him bibe serkeftina gelê kurd him jî bibe azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."

(aw/my)