1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi dengê çekên HPGê hate verêkirin
Bi dengê çekên HPGê hate verêkirin,bi,dengê,çekên,hpgê,hate,verêkirin

Bi dengê çekên HPGê hate verêkirin

Cenazeyê HPG'î Karsu di bin dengê çekên HPG'iyan de hate definkirin

A+ A-

Cenazeyê endama HGP'ê Leyla Karsu (Sorxwîn) ku di 10'ê Tîrmehê de li Çewlîkê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li gundê Çaldiranê yê Farqîna Amedê di bin avêtina guleyan a çekên HPG'îyan de hate definkirin.

Malbata Endama HPG'ê Leyla Karsu (Sorxwîn) ku di 10'ê Tirmehê de li Çewlîkê li gel 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, duh cenazeyên keça xwe ji Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn Farqînê. Malbatê piştî cenaze wergirtin anîn gundê Çaldiranê bi avêtina guleyan a HPG'îyan hate definkirin. Malbatê duh cenazeyê Karsû û 4 hevalên wê li gel endam û rêveberên BDP'ê, MEYA-DER û Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Adogan cenaze wergirtin. Cenazeyê Karsû û 4 endamên HPG'ê li Erxeniyê ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin. Li ketina Erxeniyê bi sedan kesan bi dirûşmeya "Şehîd namirin" cenaze pêşwazi kirin. Piştî girsê 5 cenaze ji Erxeniyê ber bi Amedê ve bi rêkirin, cenazeyê Karsû li duriyana Bismil-Farqînê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Karsû li gundê Çaldiranê ye Farqînê pişt re bi girseyî hate pêşwazîkirin û li vir bi dirûşmeyên "Şehît namirin" hate definkirin. Di merasima cenaze de Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Seroka MEYA-DER'a Amedê Leyla Ayaz û rêveberên BDP'ê amade bûn.

'Dema cenaze hate definkirin HPG'îyan ji bo hevalên xwe gule berdan hewa'

Bi sedan welatî, BDP'î û nûnerên saziyên sivîl alên PKK, KCK û rengên kesk, sor û zer pêçan û wêneyên Karsû û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin. Komê cenaze bi dirûşmeya "Şehîd namirin", "Ey şehîd riya te riya me ye" defin kirin. Cenazeyê Karsu ji aliyê jinan ve bi ala PKK'ê û gulan hate definkirin. Koma ku wêneyên 5 HPG'iyan û alên KCK û PKK'e vekirin, bi yek dengî dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "HPG here eniyê, tolê hilde" Dema girsê dirûşme berz dikin, endamên HGP'ê jî bersîv da girsê û gule avêtin hewayê. Piştî girsê cenazeyê Karsû bi dirûşmeyan definkirin, HGP'îyan dîsa gule avêtin hewa û slav dan girsê.

'Karsû peyvira xwe anî cih, dor a me ye'

Piştî cenaze hate definkirin rêz hate girtin û girsê stirûda "Çerxa çoreşê" xwend. Piştî re Rêveberê Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê Medeni Aktar, sersaxî ji hemû gelê kurd re xwest û wiha got: "Karsû peyvira xwe bi cih anî. Niha dor a me ye. Divê em doz û bîranîna wan bidin jiyandin."

'Rêya we û rêya me rêya azadiya gelê me ye'

Parlementera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, jî axivî û wiha got:" Em sersaxiyê ji malbata Karsû û hemû gelê kurd re dixwazin. Rêya we û rêya me rêya gel a azadiyê ye. Tu carî têkoşîna azadiyê ya ji bo gel têk naçe, dijberî vê yekê dê xurttir bibe. Gelê kurd 28 caran serî hildan. Niha PKK'ê serhildana 29'an dest pê kiriye. Niha êdî tu hêz nikare rê li pêşiya vê serhildanê bigire. Tu hêz nikake 10 hezar gerîla biqedîne.

Birayê Karsû Mehmet Şirin Karsu, jî spasiya xwe anî ziman û diyar kir ku ji bo gel û girsê ew bi tenê nehiştine spasiyên xwe anîn ziman. Piştî axaftinan merasim bi dawî bû û ji bo Karsû Li Mala Şînê ya Pasûriyan sersaxî hatin qebûlkirin.

(mae)