1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi dibistanên taybet kurdan dixapînin
Bi dibistanên taybet kurdan dixapînin,bi,dibistanên,taybet,kurdan,dixapînin

Bi dibistanên taybet kurdan dixapînin

A+ A-

AMED (DÎHA) -Endamê TZP-Kurdî Rifat Ronî diyar kir ku eger dewlet li hember azadiya zimanê kurdî bibe asteng, dê saziyên zimanê kurdî di çarçoveya netewa demokratîk de xebatên xwe bimeşînin.

Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP-Kurdî û KURDÎ-DER, dê 5'emîn konferansa Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî di navbera 25-26'ê tîrmehê de pêk bînin. Konferans bi şîara "Ziman mîrateyê dapîr û bapîrê me û emanetê zarokê me ye, di destê me de. Divê di her şert û mercî de were parastin" li Navneda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn de were li darxistin. Li gel 150 delegeyan gelek kesên bi xebatên ziman ve mijûl dibin dê weke mêhvan tevlî konferansê bibin. Siyasetmendarên kurd jî dê bên vexwendina konferansê. Di konferansê de pirsgirêkên zimanê kurdî, rêbazên pêşxistin û fermîbûyîna zimanê kurdî dê bê nîqaşkirin.

Dê xebatên ziman di çarçoveya netewa demokratîk de bimeşin

Endamê TZP-Kurdî Rifat Ronî diyar kir ku ev 90 sale li vî welatî maf û azadiya gelê kurd tê binpêkirin û wiha got: "Ji bo azadiya netewan pîvana sereke azadiya zimanê wan e." Ronî anî ziman ku di 90 salî de hikumetên desthilatdar bi kevneşopiyek înkar û tûnekirinê, polîtîkayên asîmîlasyonê li ser zimanê gelê kurd dane meşandin û wiha axivî: "Ji bo em karibin van mafên gelê kurd ên xwezayî bidest bêxin û bikin meryetê Tevgera Ziman û Perwerdehiya Zimanê kurdî ji sala 2006'an û vir ve xebatên giring dike." Ronî da zanîn ku perwerdehiya zarokên neteweyan tenê bi saziyên ziman çênabe. Ronî da zanîn ku ew dê hewilbidin bi vê konferansê li hemberî helwesta înkarê ya dewletê bisekinin. Ronî got ku Ji bo wê jî ew dê bi berpirsyar û siyasetmendar û rêveberên herêmî yên kurd re pirsgirêk û rêbazên pêşxistina zimanê kurdî nîqaş bikin. Ronî destnîşan kir ku dê polîtîkayên perwerdehiya zimanê kurdî ya 2 salan plan bikin û bixin meryetê. Ronî diyar kir ku eger dewlet li hember azadiya zimanê kurdî bibe asteng, dê saziyên zimanê kurdî di çarçoveya netewa demokratîk xebatên xwe bimeşînin.

Bi dersên hilbijêr û dibistanên taybet kurdan dixapînin

Hevserokê KURDÎ-DER, Elî Erdemircî jî diyar kir ku saziyên zimanê kurdî heya niha pir xebat kirine, lê li gorî pêvajoyê ev xebat têrê nake. Erdemircî got ku pirsgirêka wan ya herî mezin ewe ku li tevayî Kurdistanê ne bi rêxistinin û wiha axivî: "Divê sinorên ku dagirkeran di nava parçeyên Kurdistanê de danîn, nekeve nava qada ziman. Divê me li hemû Kurdistanê bi rêxistinbin." Erdemircî da zanîn ku pergal dixwaze wan bi dibistanên haybet û dersên hilbijêr wan bixapîne û wiha got: "Divê em van astengên li hember zimanê kurdî ji holê rakin."

(byt-ao/mae)