1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi dîtina şervanan dilşad bûn
Bi dîtina şervanan dilşad bûn,bi,dîtina,şervanan,dilşad,bûn

Bi dîtina şervanan dilşad bûn

A+ A-

NÛRHAN EBDÎ

REQQA – Şêniyên gundewarên rojavayê Reqqayê bi kêxweşiyeke mezin şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê pêşwazî kirin.

Şêniyên gundên Tiwêhîniyê û Hewîce (yên 100 km dikevin rojavayê bajarê Reqqayê) bi zarok, jin û mêrên xwe kêliyên ku çavên wan bi şervanên Xezeba Firatê ketin bi şervanan re li ber stranên şoreşgerî gotin ku dîlan gerandin û bi wêneyên xwe bi şervanan re kişandin.

Jinekê ala YPJ′ê rakir, du jinan jî bi rakirina ala QSD′ê rakirin û kêfxweşiya xwe wiha anîn ziman. Jina bi navê Suad Elî jî bi hevoka ″Ez îro pir kêfxweşim wekî ku ez di buhştê de me″ şadiya xwe nîşan da.

Jina bi navê Aliya Ehmed jî hestên xwe vegotin: ″Îro min hîst kir ku ez di vê jiyanê de azad im, ji vê kêliyê û şûnda em ê azad bijîn.″

(kc)

ANHA