Bi germbûna hewayê re tevgera leşkerî zêde bû!
SAMİ YILMAZ
COLEMÊRG (DÎHA) - Bi germbûna hewayê re li herêma Dostkî-Oremarê tevgera leşkerî zêde bû û li giran leşker hat bicîhkirin. Ji ber şert û mercê hewayê du kalekol ku hatibû rawestandin hat diyarkirin ku dê demek kurt de dest bi çêkirina kalekolan bikin.
Bi germbûna hewayê û helandina berfê re li herêma Gevera Colemêrgê tevgera leşkerî zêde bû. Hat ragihandin sewqiyata leşkerî û çekên giran ya tabûrên Oremar û Şitazîn berdewam dike. Li tabûra Şitazînê li girên stratejîk dîsa mevzî hatine kolandin û tang li wan giran hatinî bicîh kirin. Leşkeran li mezreya Serpîla Oremarê tel û bariyer danîn û benda lêgerînê çêkirin û dest bi kontrola lêgerînê kir. Li tabûra Oremarê xebatên çêkirina kalekolê berdewam dike û ronahî danîne der dora tabûrê û amûrên şevê û kamera bicîhkirinin. Bendên lêgerînê yên Sineva û Meçîçê ku di pêvajoya çareseriya demokratîk de hatibû rakirin çarek din bariyerên beton hatin danîn û destbi kontrola lêgerinê kirin.
Leşkeran li giran bicîh dikin
Li girê Tilane ya herêma Dostkiyê ev hefteyeke dest bi teqîna tepînkan kirine û wan giran ji tepînkan paqij dikin, dê du sê rojê din dest bi çêkirina riya bejayî bikin. Tepînkên ku tê teqandin ji aliyê gundiyan ve tê temaşekirin. Li çiyayê bilind yê li hemberî gundê Mirganê jî leşker hat bicihkirin û çiyayê Oremar û Sat têşopandin. Girê Rahmo yê ku di sala 2013'an de bibû sedema gelek çalakî û protestoyan jî bi firokan leşker hatin bicîh kirin. Li herêmê firok û amûrên hewayê yê bê mirov kefşan dikin.
Dê dest bi avahiya Qereqolan bikin
Qereqolên ku li ser sînorê Îranê li ser girên stratejîk yên gundên Aylava, Gendalok û Vargeniman dest bi avahiya wan kiribûn lê ji ber rewşa hewayê navber dabûnçêkirina wan dê rojên pêş mede carek din dest bi avakirina qereqolan bikin. Qereqola ku hatî çêkirin ji sê nêrîngeh qûleyan, ji stargehên bin axê pêktê hat hînbûn qereqol di tîpa kalekolande hatine çêkirin. Li gorî çavkaniyên herêmî qereqol dê nava salek de bê çêkirin.
Ji bo ku xwe bigîhine gundên ku di salên 1990'î de hatine valan kirin yên Mate, Mati, Zive, Talane, Şuke, Ertuş, Deştaxani ji bo leşkeran avahiya pireyê hat xilaskirin. Gundên ku hêj jî valane ji ber ku li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê ye rewşa wana stratejîk balêdikşîne. Pire 32 metre dirêj û 15 metre jî firehe. Lo gorî agahiyan pire li ser daxwaza leşkeran hatî çêkirin dê di operasyonan de bê bi karanîn.
(my/mae)