1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi girseyî hatin pêşwazîkirin
Bi girseyî hatin pêşwazîkirin,bi,girseyî,hatin,pêşwazîkirin

Bi girseyî hatin pêşwazîkirin

Siyasetmedarên kurd ên ji girtîgehê derketin bi girseyî hatin pêşwazîkirin

A+ A-

Siyasetmedarên kurd ên di nav de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî heye di doza dihatin darizandin duh tahliyebûn li ber Girtîgeha Tîpa F a Wanê ji aliyê bi hezaran welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de Kaya gel silav kir û diyar kir ku biryar derket encama têkoşîna gel e.

Di doz "KCK'ê" ya Wanê de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cüneyt Caniş, Şaredarê Elbakê yê berê Îhsan Guler, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bêgirê Mehmet Şîrîn Yildiz, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Elbakê yê berê û Endamê KCD'ê Dervîş Polat, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Ebexê Mehmet Adugît, Serokê Rêxistina BDP'ê yê berê yê Erdîşê Velî Avic û Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya navendî yê Wanê Halîs Çakir tahliyebûn û dema ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê derketin bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Girseya bi sedan wesayîtan çûn ber girtîgehê bi saetan li benda siyasetmedarên kurd man. Siyasetmedarên kurd saet di 01.30'an de dema ji girtîgehê derketin bi hezaran kesan sloganên "Bijî Serok Apo" û "Şaredar Bekîr" berz kirin. Bi hezaran welatiyan jî li kolanên wanê biryar pîroz kir. Bi hezaran welatiyan li kolanan agir hilkirin û govend girtin. Di serî de Kolana Cumhuriyetê û hemû kolanên din welatî hatin cem hev pîrozbahî li dar xistin. Ligel tedbîrên polîsan ên awarte heta derengî şevê welatî li kolanan man.

Gel silav kir

Konvoya bi tevlîbûna zêdehî hezaran wesayîtan tura bajar avêt. Pişt re hate Kolana Cumhuriyetê. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah li vir ji gel re axivî û diyar kir ku rojek berê li heman qadê çalakiya Pencşema Reş li dar xistin û wiha got: "Ji roja hatin girtin hate niha gelê Wanê her tim li kolanan bû. Heke îro ev biryar derketibe saya têkoşîna we ye. Ez ji ber vê têkoşînê we pîroz dikim." Parêzerê Buroya Hiqûqê yê Asrinê Cuneyt Canîş jî bi kurdî gel silav kir. Canîş, diyar kir ku di encama têkoşîna gel biryar derket.

'Bersiva girtinê ya herî mezin gel da'

Herî dawî Şaredarê Wanê Bekîr Kaya bi çepik û tîlîliyan gel silav kir û diyar kir kir ew bi îdîaya aştiya civakî xirab dikin hatibûn girtin. Kaya, anî ziman ku li hemberî îdîayê bersiva herî mezin gelê Wanê yê li kolanan helwest nîşan dayî da. Kaya, da zanîn ku bedelê wê çibe bila bibe ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Kaya, bilêv kir ku hêj bi hezaran hevalên wan girtîne û ji ber vê yekê bi biryara tahliyeyê keyfxweş nîn in.

Piştî axaftinê siyasetmedarên kurd ji qadê veqetiyan û welatiyan jî heta derengî şevê govend girtin.

(bd/mae)