Bi hatina zivistanê Koçer berê xwe didin deştê
ŞIRNEX (DÎHA) - Koçerên ku demsala biharê çûyîne zozanên Feraşîn û Çemşilêl bi hatina payîzê û guherîna hewayê li amadekariyên vegera deştê dikin.
Koçerên ku demsala biharê çûyîne zozanan bi hatina payîzê û guherîna hewayê amadekariyên vegera deştan dikin. Koçerên ku demsala biharê ji Mêrga Beroj a bajaroka Bêspînê ya Silopî çûyîne zozanên Feraşîn û Çemşilêl bi hatina payîzê careke din amadekariyên vegera deştan dikin. Pêş banehiyên koçeran ku ev bi qasî pazdeh rojane hatine navçeya Silopî û amadekariyên zivistanê dikin. Her çiqas koçertî û xwedikirina sewalan her diçe zor dibe jî koçerên ku ev bi dehan salan e di nav vê çandê de ne li ger hemû zehmetiyên koçertiyê karê xwe berdewam dikin.
‘Me amadekariyên ji bo zivistanê xelas kirina û em li benda pezê xwe ne’
Koçerî an jî xwedîkirina sewalan di nava kurdan de him çandek him jî di aliyê aboriyê de cihekî girîng digire. Welatiyê bi navê Yunus Geçît ku ev bi dehan salan e koçeriyê dike diyar kir ku her sal meha nîsanê ew diçin zozanên Feraşînê û dema dibe payîz ji ber ku şert û mercên hewayê zor dibin dest bi vegera deştê dikin. Geçît got ku ew weke pêşbanehî hatine û wiha got: "Niha pez û banehiyên me hê di rêya vegera deştê de ne, em jî amadekariya zivistanê dikin. Me hemû xebatên ji bo zivistanê xelas kirine û em li benda pezê xwe ne."
Geçît destnîşan kir ku salên berê çûyîna zozanan qedexe bû, lê niha di aliyê qedexeyê de astengî tune ye û ev tişt gotin: "Salên borî ne serbest bû, lê niha tu kes eleqa xwe ji me nayine. Em serbestî diçin zozanan û tên. Dîsa em kozê didin xwediyê zozanan û li deştê jî cardin em kozê didin. Em jî îdareya xwe bi koçeriyê dikin. Tiştê ser bikeve tune ye lê debara me bi koçeriyê dibe."
'Anîna pez zehmet e'
Welatiyê bi navê Remzî Keskîn ku ji zozanên Çemşilêl hatiye Silopî û amadekariyên vegera deştê dike diyar kir ku ew her zivistan ji zozanan tên deştê û dema dibe bihar careke din berê xwe didin zozanan. Keskîn da zanîn ku niha pezê wan di rêya vegerê de ye û axaftina xwe wiha domand: "Em niha karê kon vedanê dikin. Pezê me nêzî 400-500 kîlometre dûr ketiye ser rê û ber bi deştê ve tê. Em pezê xwe an bi wesayîtan an jî şivanan digirin ku heta keriyên pez tînin deştê."
Di koçeriyê de barê giran li ser milê jinan e
Di koçeriyê de ji bilî şivantiyê hema bibêje hemû karê din û zor jin dikin. Li zozanan him bêrvanî, him jî hemû kar û barê malê û xwedîkirina zarokan jî dikeve ser milê jinan. Jina bi navê Fatma Geçît ku ew jî ji bo amadekariyên zivistanê dixebite diyar kir ku ew wek e xebatkarekî hema bêje hemû karên koçeriyê dikin. Geçit ev tişt gotin: "Di koçertiyê de em şîva dewaran hazir dikin, xwarina xwe çêdikin û li zarokên xwe dinêrin. Ji ber ku ceyran tuneye em hemû xwarin, cil û berg, ava ser şûştinê li ser kuçik çêdikin."
(no/ea/wk)