'Bi hezaran jin di girtîgehan dene'
QERS (DÎHA) - Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, diyar kir ku di serdema AKP'ê de bi hezaran jinên ku ji bo aştî û biratiyê têkoşînê dimeşînin hatin girtin û wiha got: "Di kîder vê yekê de demokrasî heye."
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberi Tundiya li Dijî Jinan a Navneteweyî li avahiya BDP'ê a Qersê civîn hate liraxistin. Di civînêde Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane, Endama Meclîsa Bajar Şilan Efendioglu û gelek welatiyên din amade bûn. Di civînê de Parementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane, diyar kir ku li her derên cîhanê jin rastî tundiyê tên û mafê jinan tê binpêkirin. Bîrtane, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê xwe qekî hikumeta demokratîk binav dike, lê di rastiya xwe de hikûmeta AKP'ê bêtir jin mexdûr kirine. Bîrtane, da zanîn ku di serdema hikûmeta AKP'ê de bi hezaran jinên ku têkoşîna aştî û demokrasiyê meşandine hatine binçavkirin û hatine girtin. Bîrtane, anî ziman ku demokrasî di kîder de ye. Piştî axaftinê jinan jî pirsgirêkên heyî parve kir.
(mae)