1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi hezaran kes di mîhrîcanê de hatin gel hev
Bi hezaran kes di mîhrîcanê de hatin gel hev,bi,hezaran,kes,di,mîhrîcanê,de,hatin,gel,hev

Bi hezaran kes di mîhrîcanê de hatin gel hev

Di vekirina Mîhrîcana Rojên Çand û Hunera Cizîrê de nêzî 30 hezar kes beşdar bû.

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Di vekirina Mîhrîcana Rojên Çand û Hunera Cizîrê de nêzî 30 hezar kes beşdar bû. Di konserê de coş û kelecana gel derket lûtkeya herî roj û bê navber dirûşmên wekî “Bijî Serok Apo” û “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin.

Mîhrîcana Rojên Çand û Hunera Cizîrê her sal ji hêla Şaredariya Cizîrê ve tê li darxistin. Mîhrîcana ku îsal 7’emîn car tê li darxistin, bi coş û kelecanek mezin berdewam dike. Di çarçoveya mîhrîcanê de li Stadyuma Bajêr ya Cizîrê de bi beşdariya 30 hezar kesî konsereke bêhempa hat li darxistin. Beriya konser dest pê bike bi hezaran welatî li stadyumê li hev civiyan û li ber muzîka ser dikê govend girtin û li benda destpêkirina konserê sekinîn.

Bi hezaran kesên ji bo şehîdê şoreşê deqeyekî rêz girtin û li qada konserê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û KCK’ê hatin vekirin. Welatiyan bi tevahiya şevê li qadê bi coşek mezin govend gerandin û bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK gele gel li vir e”, “Şehîd namirin” û “Bê ziman jiyan nabe” berzkirin. Di konserê de peyamên parlamenterên BDP’ê Faysal Sariyildiz, Selma Irmak û dîlên azadiyê hatin xandin. Peyam ji hêla welatiyan ve bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” hatin pêşwazîkirin. Destpêkê Koroya Deng û Rengê Botanê ya di bin banê Navenda Çand û Hunera Mem û Zînê ya Cizîrê de xebatên xwe dike derketin ser dikê. Komê stranê herêma Botanê yên ku berbi windabûnê ve diçin, gel kêfxweşkirin. Piştî konserê hevserokê BDP’a Şirnexê Bakî Katar, hevserokê BDP’a Cizîrê Mehmet Ata Bîlen û Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren derketin ser dikê û welatiyên ku beşdarî konserê bûbûn silav kirin. katar di axaftina xwe de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e ji ber têkoşîn û berxwedana gelê kurd ya li zindanan û çiyan pêvajoya ‘Rizgariya Demokratîk’ da destpêkirin û ev tişt got: “Ev pêngava rizgariya demokratîk ji bo gelê Rojhlata Navîn hatiye destpêkirin. Em jî wekî gelê Cizîrê bi salan e wekî Rêberê xwe me li ber xwe da, heta em welatê xwe û Rêbertiya xwe azad nekin dê ev berxwedana me bidome. Ji bo vê çiqas berdêl dibe bila bibe em dê bidin. Roj roja azadkirina Rêber Apo, Kurdistana azad avakirin û xwedî li çand, ziman û nasname derketinê ye.” Di konseê de Koma Newayê Nû ya di bin banê NÇM’a Edenê de xebatên xwe dimeşîne, bi 7 zimanan stran gotin. Piştî komê Asker Cîzravî û Bulent Turan bi stranên xwe bi hevkariya ribaba Halîm Omerî gel bi govend û dîlanê kêfxweş kirin. Herî dawî hunermend Seyda Perînçek derket ser dikê û konser derket lûtkeya herî jor. Konserê heta derengiya şevê berdewam kir.

(aw/mae)