1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi hezaran kes di Nimêja Sivîl de..
Bi hezaran kes di Nimêja Sivîl de..,bi,hezaran,kes,di,nimêja,sivîl,de

Bi hezaran kes di Nimêja Sivîl de..

A+ A-

ANF10:19 / 19 Tebax 2012 Navenda Nûçeyan - Li bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê yên weke Amed, Wan, Êlih, Şirnex, Colemêrg, Mûş, Riha, Mêrdîn, Manîs û Mêrsînê bi hezaran kes ji bo “Nimêja Sivîl a Cejnê’ berê xwe dan berê xwe dan qadan. Di weazan de nerazîbûnên tund nîşanî polîtîkayên hukûmeta AKP’ê ya li hemberî pirsgirêka Kurdan hat nîşandan.

Di çarçoveya Nimêja Sivîl a ku zêdetirê salekê ye, di çarçoveya raperîna sivîl a ku ji aliyê KCD’ê ve hatibû destpêkirin, de li bajarên weke Amed, Êlih, Sêrt, Riha, Şirnex, Wan, Colemêrg, Mêrsîn Milazgir, Bismil, Silopî, Farqîn, Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Tûrgûtlûya Manîsayê,Misircê “Nimêja Sivîl a Cejnê” hate kirin. Bi hezaran daketin qadan û weazên bi zaravayên Kurmancî û Dimilkî hatin dayîn.

Li navçeya Cizîrê, îro bi hezaran li ber avahiya BDP’ê ya Cizîrê kom bûn. Bi hezaran beşdarî “Nimêja Cejna Civîl” bûn û weaz ji aliyê Mele Seîd Ozdemîr ve hate dayîn. Mele Ozdemîr destnîşan kir ku di ola Îslamê de cihê kîn, rijandina xwînê, qedexekirina ziman, çand û nasnameyan tune ye û got ku her çendî Tirkiye xwe weke welateke Îslamî bi nav dike jî, lê nasname, çand û zimanê gelekî qedexe dike û xwînê dirijîne. Mele Ozdemîr destnîşan kir ku ev yek binpêkirina ola Îslamê ye û got; “Em weke gelê Kurd her tim alîgirê aşitî û biratiyê ne; Lê yên ku me hezim nakin, her tim me tune dihesibînin. Xwedîderketina li nirxên mirovan pêwîstiyek a ol e.” Piştî nimêjê, bi hezaran herikîn ser goristanan.

‘ÎNŞALLAH TI DEMAN ZALIM DÊ QEZENC NEKIN’

Bi boneya Cejna Remezanê ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya Wanê nimêja cejnê li otoparka Şaredariya Wanê hate kirin. Rêveberên BDP’ê yên bajar û navçeyan, Meclîsa Şaredariya Wanê, Endamên Meclîsa Giştî ya Bajar û gelek kes tevlî nimêjê bûn. Di nimêjê de Mele Abdullah Adli weaz da û bal kişand ser ku, Îslam olê maf, hiqûq û dadê ye. Adli destnîşan kir ku, gelê Rojhilata Navîn hemû mazlûme û got; “Ya Xweda wana ji zilma zaliman rizgar bike. Înşallah ti deman zalim dê qezenc nekin. Bila êdî li Rojhilata Navîn aştî û biratî çêbibe. Bila di nava gel de aşitî hebe.” Adli ku cejna hemû girtiyên li girtîgehan pîroz kir û da diyarkirin ku, ew ji bo dadê hewildanê didin û xwest ku ew hemû di demek kurt de bêne berdan. Piştî weazê girse ji bo nimêjê ref girêdan. Piştî nimêjê girseyê yek bi yek cejna hev pîroz kirin.

DÛA JI BO YEKETIYA GELÊ KURD

Bi boneya Cejna Remezanê li Salona Konferansa Mûsa Anter ya Avahiya BDP’a Navçeya Tûrgûtlûyê Manîsayê ‘Nimêja Sivîl ya Cejnê’ hate kirin. Mele Şukrî nimêj da kirin. Mele Şukrî di nimêja cejnê de anî ziman ku, meha Remezanê rojekî ku aştî û heskirin serdeste. Piştî weazê ji bo gelê mazlûm ji zilma zaliman rizgar bibin, her wiha ji bo yeketî û bi hev re bûyîna gelê Kurd û şehîdên demokrasiyê dua hatin kirin. piştî duayan nimêj hate kirin. Piştî nimêja cejnê, birêzê ve cejin hate pîrozkirin.

ANF NEWS AGENCY