1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi hezaran kes diherikin gundê Amarayê
Bi hezaran kes diherikin gundê Amarayê,bi,hezaran,kes,diherikin,gundê,amarayê

Bi hezaran kes diherikin gundê Amarayê

Bi hezaran kes diherikin gundê Amara yê Ocalan lê ji dayîk bû

A+ A-

Bi hezaran kes di çarçoveya pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gundê Amarayê ziyaret dikin. Pasteya rojbûnê ji aliyê zarokên Mustafa Dag ê ku di 2009'an de di Meşa Amara de jiyana xwe ji dest da ve hat birîn. Li bendêne ku heyeta ji parlementerên BDP'ê pêk tê mala Ocalan ziyaret bikin.

Bi hezaran welatiyên li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê 64'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin serê sibê herikîn Gundê Amara yê Ocalan lê ji dayik bû. Serê sibê bi sedan wesayît ber bi Amarayê ve derketin rê û bi sedan welatî jî bi meşê çûn gund û pêşengeha li mala Ocalan lê ji dayik bû ziyaret kirin. Xwîşk û birayê Ocalan Fatman Ocalan û Mehmet Ocalan û xizmên wî welatî pêşwazî kirin. Welatiyan wêne kêşandin û slogan "Be serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Hinek welatiyan şitilên bi xwe ra anîn li baxçeyê mala Ocalan çandin. Hevser, zarok û bavê Mustafa Dag ê ku di sala 2009'an de di meşa Amarayê de jiyana xwe ji dest da jî tevlî ziyaretê bû û demên hestiyar hatin jiyîn.

Zarokan bafirok firandin

Di pîrozbahiyê de bi dehan zarokên di nav de zarokên Mustafa Dag Şeyma û Gulsum jî hene bafirok firandin û rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin. Piştî vê yekê pasteya li ser "Rojbûna te pîroz be" ji aliyê keçên Dag Şeyma, Gulsum û malbata Ocalan ve bi slogana "Bijî Serok Apo" hate birîn. Piştî vê yekê welatiyên li baxçeyê malê demek dirêj slogan berzkirin. Ji ber qelebalika wesayîtan li ser riya gund trafîk qutbû û welatî bi meşê çûn gund. Piştî paste hate birîn Sekreterê Giştî yê TUHAD-FED'ê Hasan Îhsan Elyakut daxuyanî da. Elyakut, diyar kir ku Ocalan ket 64 saliyê û wiha got: "Rêberê me bi berxwedana 14 salin li Îmraliyê di bin şertên giran de dimeşîne j bo gelê kurd azadî bibe vegeriyaye hêzekî mezin. Ji bo azadiya gelê kurd û gelên Tirkiyeyê bi hev re bijîn gelek caran proje amade kirin û dem dem bi rayedarên dewletê re jî hevdîtin kirin û ew pêşkêş kirin. Lê dewletê ev projeyên çareseriyê bi armanca tasfiyeyê bikaranîn."

'Gel Îmrali weke deriyê aştiyê nîşan da'

Elyakut, da zanîn ku Ocalan bi stratejiya rast êrîşên dewlet û hikûmtê vala derxistin û wiha axivî: "Ligel di dîroka 34 salan a têkoşîna azadiya me de her tim ji bo serokê me reş bikin propagande hatin kirin lê ligel vê yekê gelê kurd her tim bi serokê xwe re bû yek. Di hemû çalakî û bernameyên xwe de muhatab tenê serokatiye nîşan da. Gel bi gotina, 'Qasidê aştiyê li Îmraliyê' ye sekenekî bi rûmet nîşanda. Serokê me di herî dawî de di Newrozê de banga ji bo jiyenekî bi hev re û çareseriya demokratîk kir. Em dê li dora banga serokê xwe bibin yeke. Divê dewlet jî bi gavên samîmî nêzîk bibe. Em dixwazin serokê me serbest bê berdan."

Welatiyên gundê Amara ziyaret kirin vedigerin Xelfetiyê û dê ji bo bîranîna Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag ên di sala 2009'an de jiyana xwe ji dest dan biçûn herêma Karataşê. Piştî bîranîna li vir dê bernameya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Li bendêne ku heyeta di nav de parlementerên BDP'ê jî hene bên gundê Amarayê û mala Ocalan ziyaret bikin.

(WÊNE-NÛÇE: Gencer ARPACI, Hayrî DEMÎR, Hasan YOLDAŞ, Îbrahîm POLAT, Murat SARIOGLU)

(bd/mae)