Bi hezaran kes Nimêja Sivîl a Înê kir
Yekemîn nimêja Sivîl a Înê ya Meha Remezanê bi tevlêbûna hezaran hate kirin
Nimêja Înê ya Sivîl ku her hefte bi boneya polîtîkayên dewletê yên li hemberî olê îslamê şermezar bikin li kolanan tê kirin, di roja ewil a Rojiya Remezanê de bi tevlêbûna hezaran hate kirin. Di nimêja înê de mudaxaleya polîsan a di 14'ê Tîrmehê de li dijî gelê Amadê, BDP'ê û KCD'ê pêk hat hate şermezarkirin.
Çalakiyên Nimêja Sivîl a Înê di roja ewil a Rojiya Remezanê de bi girseyî hate kirin. Li navçeyên Cizîr, Sîlopî, Hezex ên Şirnexê, Riha, Sêrt, Misirc, Êlihê, navçeyên Farqîn, Bîsmîl û Amedê, li Wan Colemêrg, Mêrsîn Turgutlu û Manîsayê bi hezaran welatiyên kurd derketin qadar û ref girêdan. Di nimêjan de li ser girîngiya meha Remezanê û pêvajoyê siyasî axivî. Meleyan diyar kirin ku meha remezanê ji bo alema îslamê û civakê gelek girînge û li hemû alema Îslamê û li welatiya pîroz kir. Meleyan anî ziman ku meha Remezanê meha paqijiyê û wekheviyê ye û got di vê mehê de xayîntî, neyartî, zilm û dijminatî herame. Meleyan wiha got: "Ola Îslamê hinek kes li gorî xwe bi rêve dibin û sextekariyê li ser olê dikin. Êdî bes e bila aşîtî û biratî pêk were. Bila xwîn nerije. Li vî welatî her roj mirov û ciwanê me tên kuştin. Pêwîste ev operasyonê siyasî û leşkerî, demek beriya demek bi dawî bibin. Bila ev pirsgirêk bi muhatabê wê re were çareserkirin. Gelê kurd ji bo azadî, aşîtî, demokrasî û edaletê tî bûne û dixwazin."
(bg/mae)