1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi hezaran kesî tecrîd protesto kir
Bi hezaran kesî tecrîd protesto kir,bi,hezaran,kesî,tecrîd,protesto,kir

Bi hezaran kesî tecrîd protesto kir

Li Edeneyê bi hezaran kesî meşa meşaleyî pêk anîn û tecrîd şermezar kirin

A+ A-

Bi pêşengiya Şaxa TUHADER'ê ya Edeneyê bi hezaran welatî li hev kom bûn û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Girseya ku li hev kom bû bi meşaleyan meş pêk anîn û serhildana Sûriyeyê slav kirin.

Şaxa Komeleya Malbatên Girtî (TUHADER) ya Edeneyê, bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar bike û balê bikşîne ser geşedanên dawî li kolana Ova ya Taxa Şakirpaşa ya Seyhana Edeneyê meşa bi meşaleyî pêk anîn. Di meşê de rêveberên TUHADER'ê, nûnerên BDP'ê, endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Di meşê de girsê pankarta "Azadiya Brêz Ocalan azadiya me ye" û "Em berxwedana gelê me yê Rojava slav dikin" vekirin. Girsê di meşê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û weneyên endamên HPG'ê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan bilind kirin. Girsê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Ocalan" berz kirin.

Piştî meşê Serokê Şaxa TUHADER'ê yê Edeneyê Ahmet Dogan, anî ziman ku rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo aştî û çareseriyê gelek girînge û xwest êdî ev tecrîd bi dawî bibe. Dogan, anî ziman ku salek e bi hencetên "Keştî xerabe ye" û "Muxalefeta hewayê heye" hiqûq tê binpêkirin û hevdîtin tê astengkirin. Dogan, destnîşan kir ku êdî pirsgirêk bi leşkerî nayê çareserkirin û xwest dewlet û hikûmet rê li pêşiya diyalog û muzakereyê veke û wiha got: "Ji bo vê yekê jî divê şert û mercên Brêz Ocalan ên tenduristî, ewlehî û azadiyê bên başkirin û bi lezgîn azad bibe."

Piştî meşê bi hezaran kes bi meşaleyan di kolana Ova re ber bi nûnertiya BDP'ê ya taxa Oba meşiyan.

(mae)