1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi hezaran Nisêbîni ji bo Gokkan dimeşin sînor
Bi hezaran Nisêbîni ji bo Gokkan dimeşin sînor,bi,hezaran,nisêbîni,ji,bo,gokkan,dimeşin,sînor

Bi hezaran Nisêbîni ji bo Gokkan dimeşin sînor

A+ A-

13:03 02.11.2013 MÊRDÎN (DÎHA) - Bi hezaran kesên ku di navde Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî heye, ji bo piştgiriyê bidin şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku dinava zeviya bi mayîn a li ser sînor de li dijî "Dîwarê Şermê" dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye, ber bi sînorê Qamişlo ve dest bi meşê kirin.

Şaredara Nisêbînê li dijî avakirina "Dîwarê şermê" yê li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo tê avakirin, bi tena serê xwe 4 rojin çalakiya Rojiya Mirinê berdewam dike. Çalakiya Gokkan ku di raya giştî de dengekî mezin veda ji aliyê gelek kesên din ve rastî piştgiriyek mezin tê. Bi hezaran welatiyên Nisêbînê ku di navde Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî heye, ji bo piştgiriyê bidin şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku dinava zeviya bi mayîn a li ser sînor de li dijî "Dîwarê Şermê" dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye, ber bi sînorê Qamişlo ve dest bi meşê kirin Bi hezaran kesên ku li gel hilbijêrên Mêrdîn li ber Navenda Çandê ya Mitannî li hev kom bûn, bi boneya piştgiriyê bidin çalakiya Gokkan dest bi meşê kirin. Jinên ku bi rengên kesk, sor û zer tev li çalakiye bûn siloganên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, PKK û YPG'ê qerîyan.

Meşa hezaran a ber bi sînor ve didome. Li aliyê din polîsan tedbîrên gelek dorfireh girtine.

(mae)