1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. `Bi hezaran parêzerên gelê kurd hene`
`Bi hezaran parêzerên gelê kurd hene`,bi,hezaran,parêzerên,gelê,kurd,hene

`Bi hezaran parêzerên gelê kurd hene`

A+ A-

Di bin navê operasyonên KCK’ê de binçavkirina parêzeran li Gorapana Galatasarayê ji aliyê hiqûqnasan ve hat protestokirin. Hiqûknasan diyar kirin ku dê rê nedin “faşîzma AKP’ê” û dê vîna gelê Kurd hilneweşe; hiqûqnasan gotin ku tiştên diqewimin dişibin salên 1930’yî yê Almanyayê.

Parêzeran "Operasyona KCK'ê" ku li 16 bajaran pêk hat û 47 jê parêzer zêdeyî 100 kesan hatin binçavkirin şermezar kir. Parêzeran pankartên sipî rakirin û meşiyan. Parêzer Ercan Kanar, bertek nîşanî operasyonan da û diyar kir ku Tirkiye kirine dewleta binçavkirinê û wiha got: "Tenê dozger û dadgerekî erkdar ê Dadgehên Bi Rayeya Taybet a Cezayên Giran heye ew jî Serokwezîr Erdogan e. Ez li vir im. Ez xwe îxbar dikim.

Endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD) yên Stenbolê, bi boneya "Operasyona KCK'ê" ku li 16 bajaran pêk hat û 47 jê parêzer zêdeyî 100 kesan hatin binçvkirin şermezar bibin, meşek pêk anîn. Parêzer û hiqûqnasên ku li ber Baroya Stenbolê li hev kom bûn, pankarta reş vekirin û heta Qada Galatasarayê meşiyan. Di meşê de endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî jî piştgirî da meşa parêzeran. Parêzeran û girsê bê navber dirûşmeyên "Em hemû Kurd in. Em hemû KCK'yî ne", "Bijî biratiya gelan" berz kirin.

TENÊ SERDOZGERÊ ERKDAR SEROKWEZÎR ERDOGAN E'

Piştî meşê Prz. Ercan Kanar, daxuyanî xwend û diyar kir ku di serî de xwestin BDP'ê li dijî siyasetê bihêlin û siyasetmedarên Kurd binçavkirin û girtin. Kanar, da zanîn ku niha jî parêzer û nivîskaran digire û dixwaze civakê bê parastin bihêle û wiha got: "Êdî Tirkiye bûye dewleta binçavkirinê. Tenê dozger û dadgerekî erkdar ê Dadgehên Bi Rayeya Taybet a Cezayên Giran heye ew jî Serokwezîr Erdogan e. Ez li vir im. Ez xwe îxbar dikim. "

Prof. Dr. Gencay Gursoy jî bertek nîşanî operasyonê da û got ku tiştên diqewimin salên 1930’yî yên Almanyayê tîne bîra mirov û wiha got: "Serokomar Gul got dê tiştên baş bibe. Rast e dê tiştên baş bibûya. Lê em îro dibînin ku ewlehiya me tu kesî tune. Divê em hemû bi hev re têbikoşin."

'MAFÊ PARASTINÊ WENDA DIKIN'

Pişt re Prz. Sevînç Sarikaya daxuyaniya hevbeş xwend û bertek nîşanî operasyonan da. Sarikaya, anî ziman ku di lêgerînê de hiqûq hatiye binpêkirin û gelek mafê parêzeran ên taybet hatiye îhlalkirin. Sarikaya, destnîşan kir ku li ser navê operasyona KCK'ê êdî li dijî parêzeran jî operasyon tê lidarxistin û wiha got: "Bi van operasonan gelê Kurd û siyaseta Kurd dikin hedef. Êrîş her ku diçe fireh dibe. Naveroka operasyonê tê veşartin û parêzer nikarin biçin parêzerên binçavkirî bibînin. Niha mafê parastinê ji destê welatiyan tê derxistin."

'OPERASYON LI DIJÎ TEVGERA GELÊ KURD E'

Sarikaya, destnîşan kir ku ev operasyon li dijî tevgera gelê Kurd e û wiha berdewam kir: "Heman hişmendiyê dema duh li Wanê alîkarî dida welatiyan li aliyê din bi bombeyên gazê êrîşî mexdûran dikir. Niha jî li aliyekî banga 'Em bi hevre makewanûnê ava bikin' dike, li aliyêdin jî operasyonên siyasî berdewam dike. Parlemeterê BDP'ê kelepçe dike û dişîne girtîgehê siyasetmedar tên girtin. Niha jî parêzer dane ber xwe. Dixwazin civakê gelê Kurd bê parastin û parêzer bihêlin. Hem wan ji siyasetê dûr dixin û hem jî bê parastin dihêlin. Heta ku dilê wan dixwaze bila operasyonê ber fireh bikin. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd û parêzerên wan biparêzin hene."

YÊN BURSAYÎ JÎ DÊ BÊN 'EZ LI VIR IM'

Li bajarê Bûrsayê jî bi boneya "Operasyona KCK'ê" û binçavkirina parêzer Prz. Ayşe Batumlu û Prz. Mehmet Denîz şermezar bike daxuylanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya BDP'ê hate lidarxistin. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên BDP, EMEP, EDP, DİSP, Kizil Bayrak, DHF, ESP û ODP amade bûn. Di civînê de Hevserokê BDP'a Bûrsayê Huseyin Armagan, axivî û operasyon şerezar kir. Armagan binçavkirina 15 rêveberên BDP'ê yên Yalovayê ku gotin "Ez li virim" û hatinbinçavkirin şermezar kir û wiha got: "Em jî dê sibê li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê li xwe gilî bikin. Sibê saet di 13.30'an de em dê daxwaznameyên îxbarê bidin.

ANF