1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi hezaran welatî ber bi sînorê Kobanê ve diherikin
Bi hezaran welatî ber bi sînorê Kobanê ve diherikin,bi,hezaran,welatî,ber,bi,sînorê,kobanê,ve,diherikin

Bi hezaran welatî ber bi sînorê Kobanê ve diherikin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Banga HDP, DBP û KCD'ê ya ji bo cejna qurbanê vegerînin "cejna berxwedanê" li gelek bajaran bandora xwe nîşan da. Li gelek navendan bi hezaran welatî bi wesayîtan ber bi sînorê Kobanê ve bi rê ketin. Li Edene û Mêrsînê bi sedan kes di ketina Pirsûsê de ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Gelê jî li hemberî astengiyê ji wesayîtan hatin xwarê û di nava zeviyan de ber bi Pirsûsê ve dest bi meşê kirin.

EDENE/MÊRSÎN

Ji Çukurovayê bi hezaran welatî bi otobus û wesayîtên sivîl ber bi Pirsûsê ve bi rê ketin. Li navçeyên Seyhan, Yuregîr, Çukurova û Sariçamê yên Edeneyê û navçeyên Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîr, Tarsus, Mezîtlî û Erdemlî yên Mêrsînê gelek kes bi rê ktin û diyar kirin ku berxwedana Kobanê dê bi serkeftinê bi encam bibe. Hate hînbûn ku otobusek a ji Tarsusê bi rê ket li gîşeyan hate rawestandin û rastî pêkanînên keyfî hat, û piştî welatî di kontrola GBT'ê re derbas bûn bi rê ket.

Astengî û meş

Welatiyên hatin Pirsûsê bi awayekî kefyî tên astengkirin. Otobûsên welatiyên ji Mêrsîn û Edene hatin di dûryana Bêrecûkê de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan bi hinceta biryara walîtiyê destûr nadin welatî bikevin navçeyê û piştî nîşaqa di navbera welatî polîsan de welatî ji wesayîtan hatin xwarê û di nava zeviyan de ber bi sînor ve dest bi meşê kirin. Nêzî 200-300 welatî hewil didin 15 km rê bimeşînin û biçin sînor.

Li aliyê din konvoya ji Sêrtê hatî Pirsûsê jî di ketina navçeyê de ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Polîsan heman hincet nîşanî welatiyan da û welatiyan bertek nîşanî vê yekê da û xwestin biryarê bibînin. Welatiyan dît ku biryar tenê ji bo lêgerîna wesayîtan e û diyar kirin ku ev yek astengiya welatî bikevin navçeyê nîn in û barîkat derbas kirin û ber bi sînor ve çûn.

WAN

Li Wanê ji bi sedan welatî ber bi sînorê Pirsûsê ve derketin rê. Welatiyên li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev bi sloganên "Biji Berxwedana YPG" û "Biji Berwedana Kobanê" bi 3 otobusan, 5 transîty û dehan wesayîtên taybet ber bi Pirsûsê ve bi rê ketin.

BEDLÎS

Li Bedlîsê jî welatiyan berê xwe da sînorê Pirsûsê. Bi sedan welatiyên li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev bi slogana "Biji Berxwedana YPG" berz kirin û bi rê ketin. Endamê Meclîsa Ciwanan a DBP'ê Mîkalî Altun axaftinek kin kir û diyar kir ku ew dê bi rihê seferberiyê biçin sînor. Piştî axaftinê welatî bi 5 wesayîtên transît ber bi Pirsûsê ve bi rê ketin.

(bd)