1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi hezaran êzdî vegeriyan gundên xwe yên hatine rizgarkirin
Bi hezaran êzdî vegeriyan gundên xwe yên hatine rizgarkirin,bi,hezaran,êzdî,vegeriyan,gundên,xwe,yên,hatine,rizgarkirin

Bi hezaran êzdî vegeriyan gundên xwe yên hatine rizgarkirin

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Bi hezaran êzdiyên ku li ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçber bibûn û li Şirnex û navçeyên vê hatibûn bicihkirin piştî ku axa wan ji aliyê hêzên HPG, Pêşmerge û YBŞ'ê ve hate rizgarkirin vegeriyan gundên xwe.

Piştî Şengal û gundên wê yê Herêma Federal a Kurdistanê kete destê çeteyên DAIŞ'ê hezaran malbatên êzdî ji bo ku ji komkujiyê xelas bibin axa xwe terikandin. Piştî rêwîtiyek bi zorê malbatan sînor derbas kirin û li Şirnex, Silopî, Cîzir û gelek bajarên din hatin bicihkirin. Piştî ku axa wan ji aliyê hêzên HPG, Pêşmerge û YBŞ'ê ve ji çeteyan hate rizgarkirin hezaran kurdên êzdî carek din vegeriya gundên xwe.

Ligel ku alîkarî didomiya vegeriyan gunden xwe

Hezaran êzdiyên ku li Silopî li malan diman vegeriyan. Yên ku li kampan diman hema bi giştî vegeriyan gundên xwe. 160 welatiyên ku mane jî amadekariyên vegerê dikin.

Hezar û 500 welatiyên ku li kampên Şirnex û Silopî diman vegeriyan gundên xwe malbatên ku mane jî ji bo wan seferberiya alîkarî didomin.

'Em ê her tim ligel xwişk û birayên xwe yên êzdî bin'

Hevşaredarê Şaredariya Silopiyê Seyfettîn Aydemîr û heman demê de rêveberiya Koordînasyona Kampa Silopî de cih digire diyar kir ku li ser 30 hezar welatiyên êzdî ku xwe ji komkujiyê xilaskirin û me ew bi Şirnex û navçeyên wê bicihkirin. Aydemîr anî ziman ku piştî ku hêzên HPG, Pêşmerge û YBŞ'ê gelek gund ji çeteyan rizgar kirin 10 hezarên welatiyên êzdî bi daxwaza xwe biryara vegerîna gundên xwe girtin.

Aydemîr bilêv kir ku ji bo ku pirsgirikên welatiyên êzdî bê çareserkirin ew ê her alikariyê bidin wan û ji bo pêdiviyên wan ên bingehê jî amade ne û dê tim ligel gelên êzdî bin.

(hş/wk)