1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Bi hezararan kesî êrîşa li dijî BDP'ê şermezar kir
Bi hezararan kesî êrîşa li dijî BDP'ê şermezar kir,bi,hezararan,kesî,êrîşa,li,dijî,bdp,ê,şermezar,kir

Bi hezararan kesî êrîşa li dijî BDP'ê şermezar kir

A+ A-

WAN (DİHA) - Êrîşa duh li dijî Şaredariya Elbakê û rêxistina BDP'ê Elbakê pêk hat, ji aliyê hezaran kesan ve bi meşekê hate şermezarkirin. Di meşê de Hevserokê BDP'ê yê Wanê Cuneyt Caniş diyar kir ku kurd li hemberî van êrîşan bêdeng nemane û dê bêdeng nemînin.

Li navçeya Elbakê, serê sibê welatiyan û esnafan bi boneya êrîşa birayê Şaredarê berê yê AKP'î Ejder Yagizer Çetîn Yagizer û kurê wî ya li dijî avahiya BDP'ê û şaredariyê şermezar bikin, neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Welatiyên neçûn ser kar li ber avahiya BDP'ê kom bûn, ligel berfa zêde gel beşdarî meşê bû. Di meşê de Endamê Meclîsa BDP'ê Huseyîn Dag, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Şeredara Sixkê Nezahat Erguneş, Şaredarê Ertemêtê Abdulkerîm Sayan, Şaredarê Elbakê Îhsan Guler, Şaredarê Çelê Mehmet Kanar, Hevserokên BDP'ê yê Wanê Cuneyt Canîş, Fevzîye Şîran, nûnerê ÎHD'a Wanê, Şaredarê Eganîsê, Veysel Keser, Şaredarê Beygiriyê Îzzet Çelîk, endam û rêveberên BDP'ê yên Elbakê, Wan û Colemêrgê, jî di nav de bi hezaran amade bûn. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bû heta qada Sûkê meşiya. Girseyê di meşê de bênavber dirûşmeyên "Biji Serok Apo", "Êrîş me bêzar nakin", "Êrîşên hevkarê AKP'ê me têk nabin", "PKK tolhildan" "PKK dê bê hesap bipirse" berz kirin.

Li vir li ser navê girsê Hevserokê BDP'a Wanê Cuneyt Canîş daxuyanî da û diyar kir ku dixwazin bi van êrîşan çavê gel bitirsinin û wiha got: "Ev êrîş ne tekakesî ne. Li pişt van êrîşan hêz û rêxistin hene. Lê bila baş zanibin ku em heta niha li hemberî van êrîşan bêdeng neman û dê bêdegn nemînin. Bi salan e hikûmet bi polîtîkayên ku gel li hev sor bike tev digere. Lê gelê me dê van polîtîkayan bi têkoşîna xwe vala derxe. Em vê êrîşa li dijî partî û şaredariya me pêk hatiye wekî erîşa 2 kesan nabînin."

Canîş, da zanîn ku piştî şaredarî bi dest xistin netahamuliyê dest pê kir û ev encama vê yekê ne û wiha got: "Ev êrîş êdî nayê qebûlkirin. Em dibêjin ev êrîşên li dijî BDP'ê pêk tên bi destê dewletê pêk tên. Em dîsa dibêjin em li hemberî van êrîşan bêdeg namînin. Em dê li saziyên xwe xwedî derkevin."

Piştî daxuyaniyê girse bi slogan û çepikan belav bû. Li ser banga BDP'ê esnafan dikanên xwe vekirin. Di meşê de polîsan li navçeyê tedbîrên gelek mezin girtin.

Duh li navçeya Elbaka Wanê, birayê Şaredarê berê yê AKP'î Ejder Yagizer Çetîn Yagizer û kurê wî Lokman Yagizer bi ser avahiya BDP'ê û Şaredariya Elbakê de girtin û 6 kes darp kirin. Li ser vê yekê BDP'ê heyetek avakir û li Ebakê lêkolîn pêk anî.

(mae/lg)