1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi mehane dayik zarokên xwe yên li sirgunê nabînin!
Bi mehane dayik zarokên xwe yên li sirgunê nabînin!,bi,mehane,dayik,zarokên,xwe,yên,li,sirgunê,nabînin

Bi mehane dayik zarokên xwe yên li sirgunê nabînin!

A+ A-

ÎSMAÎL ESKÎN

AMED (DÎHA) - Dayikên zarokên ku wan hatine sirgunkirin, li hember polîtîkayên sirgunkirinê bi bertek in û xwestin zarokên wan bên girtîgehên li Kurdistanê. Piraniya dayikan nexweş in, ji ber rewşa aborî nikarin zarokên xwe bibînin.

Hikûmeta AKP'ê li hember girtiyan polîtîkayên zext û bêzarkirinê didomîne û sirgun dike. Girtiyên siyasî sirgunî girtîgehên dûrî Kurdistanê dikin û bi vî rengî malbatan ceza dikin. Malbat ji bo zarokên xwe bibînin, bi sedan kîlometre rê diçin, gelek caran ji ber derfetan nikarin bi mehan, heta salan zarokên xwe bibînin. Hem îşkenceyê li malbatan û hem jî girtiyan dikin.

Hevser li Amedê, kur li Kocaeliyê girtî ne

Hevsera dayika bi navê Hasîna Guler (75) li Amedê girtiye û kurê wê jî li Kocaeliyê girtiye. Guler nîvê emrê xwe li ber deriyê girtîgehan derbas kir. Guler da zanîn ku hevserê wê 76 salî ye, nexweş e, nikare pêwîstiyên xwe yên rojane bîne cih û wiha axivî: "Ev nêzî 19 sal in hevserê min girtiye û li girtîgehê nexweş ket. Nikare bimeşe. Kurê min jî 12 sal in di girtîgehê de ye. Berê herdu jî li Amedê girtî bûn, lê piştre kurê min şandin Kocaeliyê. Daxwaza min ew e ku kurê min bînin Amedê."

Guler destnîşan kir ku ev 2 sal in tenê carekê kurê xwe dîtiye û piştî ku ji hevdîtinê vegeriyaye nexweş ketiye û wiha pê de çû: "Ez nikarim biçim. Ji bo kurê xwe bibînim gelek zehmetî dikişînim. Me daxwazname da, lê tu encam bi dest nexist."

'Dewlet îşkence li me dike'

Kurê dayika Hanîfe Akpolat (54), Mehmet Akpolan 21 sal in girtiye, ji girtîgeha Amedê sirgunî Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê kirin û 13 sal in kurê wê di hucreya yek kesî de digirin. Akpolat diyar kir ku kurê wê di sala 1994'an de hatiye binçavkirin, 3 mehan di bin çavan de maye û ji ber îşkenceyên dîtiye nexweş ketiye û wiha mexdûriyeta xwe anî ziman: "Ez û hevserê min, nexweş in. Em nikarin biçin hevdîtinê. Bila qet nebe kurê min bînin cihekî nêz û du mehan carekê bibînim. Dewlet bi sirgunê hem îşkence li me dike û hem jî li zarokên me dike."

Her zarokek li girtîgehekî ye

Sê zarokên dayika Nazîme Yurek (50) girtî ne. Kurekî wê di Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê, kurekî wê di Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê de û keça wê jî di girtîgeha Jinan a Gebzeyê de dimînin. Dayik diyar kir ku nikare zarokên xwe bibîne, ji ber vê yekê êşê dikişîne û wiha axivî: "Her zarokeke min li girtîgehekî ne. Her yek şandin girtîgeheke dûr. Zarokên min nexweş in û bi neheqî hatine girtin. An bila zarokên me serbest berdin, an jî bila bînin vir." Dayik bilêv kir ku ew bi xwe jî nexweş e û nizane dê biçe kîjan girtîgehê.

Bi salan e di hucreya yek kesî de ye

Dayika girtiyê bi navê Ayetullah Ay, Hedayet Ay (60) anî ziman ku kurê wê di girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê de dimîne, nayê dermankirin û wiha got: "Ji bo min dîtina wî pir zehmet e. Hem rewşa min a tenduristiyê û hem jî rewşa min a aboriyê nebaş e. Bi salane di hucreya yek kesî de tê girtin. Daxwaza min ew e ku zarokê min bînin cihekî nêz."

'Taqetê min tune kurê xwe bibînim'

Dayik Halîse Kaya (70) diyar kir ku kurê wê Mîzbah Kaya 22 sal in girtiye, li Girtîgeha Tîpa M a Vezîrkopruya Samsunê de dimîne û wiha bertek nîşan da: "Taqeta min tune kurê xwe bibînim. Pîr im, halê min nîne. Bila zarokê min bînin cihekî nêz. Ev 22 sal in kurê min girtiye, êdî bes e. Me çend caran daxwazname da lê tu encam bi dest nexist.

Dayik Saadet Gorenç (64) destnîşan kir ku 20 sal in kurê wê Sedat Gorenç girtiye, herî dawî sirgunî Girtîgeha Çankiriyê kirine, dewletê bi zanebûn polîtîkayên sirgunê xistiye meriyetê û wiha got: "Ez nikarim biçim kurê xwe bibînim. Ez ji me dûr xistin."

'Bila Wezareta Dadê sozên ku dane bînin cih'

Dayikan ji bo piştgiriya hiqûqî serî li ÎHD'ê dan û xwestin zarokên wan binîn girtîgehên Kurdistanê. Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û wiha got: "Ji Wezareta Dadê, daxwazên me şênber hene. Bila Wezareta Dadê sozên ku dane bînin cih. Divê demildest girtiyên nexweş û girtiyên siyasî serbest bên berdan. Bîlîcî da zanîn ku dê dîsa serî li Wezareta Dadê bidin.

(ça/wk)