Bi parastina tecawizkaran nifşek oldar?
BDP: Hûnê bi parastina tecawizkaran nifşek oldar mezin bikin?
Enqere - Cîgira Hevseroka Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, bertek nîşana terfîkirina Sedat Selîm Ay yê ku ji aliyê Dadgeha Mafe Mirova ya Ewropa (DMME) ji bo îşkencê kiriye hatibû mahkûmkirin da û wiha got: “Ez ji Serokwezîrê ku hesabê Pozanti û Şakranê nedayî dipirsim û dibêjim hûne biparastina tecawizkarên nifşa oldar mezin bikin?"
Cîgira Hevseroka Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş û Berpirsyara Komîsyona BDP'ê ya Hiqûq û Mafê Mirovan Meral Daniş Beştaş derheqê terfîkirina Sedat Selîm Ay de daxuyaniya nivîskî da. Beştaş daxuyaniya xwe de diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê kesên îşkencê dikin diparezê û Sedat Selîm Ay yê ku derheqê wî re biryara DMM'ê ya ku Ay îşkencê kiriye heye terfî kir. Beştaş bilêv kir ku, Serokwezîr li gel biryara derheqê Ay de jî dîsa ew terfî kiriye û parezêrtiya wî kiriye û wiha axivî:
"Em dixwazin bînin bîra Serokwezîr. Tu jina ku rastî tecawizê nehatibû nikarê ji derew bejê ez rasta tecawizê hatim. Kes piştî 14 salin Sedat Selîm Ay gilî nekiriye. Lê ewqas van mijaran de gilî tên kirin tu encam je naye girtin li Tirkiyeyê. Em ji Tirkiyeyê pirs dikin çend îşkencêvan hatine tayîn kirin?”
Beştaş diyar kir ku, girtiyên jin yên Şakranê rasta îşkencê tên û wiha berdewam kir: "bertek nîşana terfî kirina Sedat Selîm Ay yê ku ji aliyê Dadgeha Mafê Mirova ya Ewropa (DMME) ji bo îşkencê kiriye hate mahkum kirin da û wiha pêdê çû: “Ez dixwazin ji Serokwezîr hesabê Pozanti û Şakranê nedayî, hûn dê biparastina tecawizkaran nifşek oldar mezin bikin?”
ANF NEWS AGENCY