Bi perwerdeya zimanê dayikê dê nifşekî nû bê avakirin
NESRÎN EBDÎ
KOBANÊ – Zarokên kurd û yên neteweyên din ên ku zimanê wan hatiye qedexekirin, ji ber ku bi zimanekî din perwerde li ser wan hatiye ferzkirin, her tim li paş diman û di warê civakî, derûnî û malbatî de pirsgirêk jiyan dikirin. Lê bi perwerdeya zimanê dayîkê ku li Rojava tê meşandin, wê serdemeke nû destpê bike û nifşekî nû bê afirandin.
Li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê sala nû ya perwerdeyê destpê kir. Wekî salên borî dîsa nîqaşên li ser zimanê perwerdeyê tên meşandin. Bi taybetî jî nirxandin û şîroveyên li ser perwerdeya bi zimanê dayikê û badora wê ya li ser zarokan tên kirin. Di vî warî de jî serî li lêkolînên zanyarî tê dayîn. Di van lêkolînan de eşkere xuya dike ku di navbera perwerdeya bi zimanê dayîkê û serkeftina dibistanê de têkiliyeke xurt heye. Rewşa ku li Kurdistanê di warê perwerdeyê te dê jiyandin û di lêkolînan de jî encama wê hatiye dîtin, gelek mijaran zelal dike.KOBANE-ZAROK-U-PERWERDEYA-BIZIMANE-DAYIKE-1
Li gorî lêkolîna Rêxistina Perwerde, Çand û Zanistê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di sala 2005’an de hatiye weşandin, bandora perwerdeya bi zimanê dayîkê wiha hatiye vegotin:
“Zarokên ku zimanê perwerdeyê ji bilî dibistanê qet nebihîstine, gelekî zehmetiya fêrbûnê dikişînin, ji refa (sinif) derbas nakin, dubare dikin û hîn negihîştine refa 3’yan dest ji dibistanê berdidin.” (First Language First, s. 88)
Di raporeke din de jî eşkere derdikeve holê ku perwerdeya bi zimanê dayîkê li ser çûn an jî neçûna dibistanê gelekî bandorê dike. Di vê raporê de têkildarî mijarê wiha hatiye gotin: “Di cîhanê de ji zarokên ku naçin dibistanê sedî 50, zarokên civakên ku li herêma wan zimanê dayîkê di perwerdeyê de nayê bikaranîn in.” (In Their Own Language, 2005, s. 43) Deruniya zarokan xirab dibeKOBANE-ZAROK-U-PERWERDEYA-BIZIMANE-DAYIKE-4
Ji bilî van encamên ku derketine holê, ya herî girîngtir jî ew e ku zarokên bi zimanê dayikê neyên perwerdekirin, di warê civakî û derûnî de gelek pirsgirêkan jiyan dikin. Li gorî lêkolînên UNESCO’yê ku bi navê “têkiliya di navber mal û baxçeyê zarokatiyê de” hatine çêkirin, yek ji metirsiyên ku bi zarokan re çêdibe di temenê şeş saliyê de çawa dê derbasî bexçe bibin, çawa bikarin bi tena xwe tecrûbeyek nû jiyan bikin e.
Di lêkolînê de tê diyarkirin ku heke zarok bi zimanê dayikê perwerde nebînin, hevsengiya wan xerab dibe û derûniya wan seqet dibe. Her wiha dibe yek ji sedemên serek ku zarok ji xwendinê hez neke û çûna dibistanê qebûl neke, lewra di aliyê xwendinê de paş de dimîne.
Malbat, civak û dibistanKOBANE-ZAROK-U-PERWERDEYA-BIZIMANE-DAYIKE-2
Di heman lêkolînê de tê gotin ku zarok beriya derbasî dibistanê bibin, li gorî atmosfer û zimanê malê jiyan kirine, têkiliyên wan hatine avakirin û çalakiyên xwe yên jiyanî li gorî wê îfade dikin, lewre dema rastî zimanekî ku fêm nake hat, têk diçe.
Li gorî lêkolîneke din a UNESCO, perwerdeya bi zimanê dayikê dibe yek ji sedemên serke ku hezkirina zarok ji xwendinê re zêde bibe û têkilya wan bi civekê pêş bikeve, her wiha rêjeya fêmkirinê hîn zêde bibe. Her wiha li ser pêşketina aliyê fikrî ya zarokan jî perwerdeya zimanê dayîkê di rêza yekemîn diyarker e.
Rewşa Kurdistanê
Dema ev dane li ber çavan tên girtin, rewşa Kurdistanê jî tê fêmkirin. Li çar perçeyên Kurdistanê di lêkolîn ku hatine kirin de, ji ber ku zimanê perwerdeyê yê serdestane, asta pêşketina zarokên kurd jî li gorî zarokên din di rêza dawî de ye. Di rêjeya serkeftinê de bajarên kurdan jî her tim di rêzên dawî de cîh digirin. Her wiha zarokên kurdan, li her derekê biçûk dihatin dîtin, dihatin vederkirin û kurdbûna wan wekî şermekê dihat nirxandin. Wekî encama wê jî yan derûniya wan xirab dibû dest ji dibistanê berdidan, an jî asîmîle dibûn û dibûn biyaniyên xwe, ji netewa xwe şerim dikirin.KOBANE-ZAROK-U-PERWERDEYA-BIZIMANE-DAYIKE-3
Li hemberî van sîsteman, kurd bi têkoşîna azadiyê û şoreşa ku avakirine re, êdî di warê perwerdeyê de jî serdemên nû vedikin. Li Bakûr dibistanên taybet hatine vekirin û êdî sîstema serdest a dewletê nayê qebûlkirin, lewre çalakiya boykotkirina dibistanan heye.
Nifşê nû tê afirandin
Li Rojavayê Kurdistanê bi pêla şoreşê re, di warê perwerdeyê de êdî sîstema alternatîf tê avakirin û îsal wê hemû dersên heta refa 3’yan bi kurdî bêne dayîn. Li Kantona Kobanê jî wê ji refa yekê heta 6’an hemû ders bi zimanê dayikê bêne dayîn. Bi vê sîstema ku tê hedefkirin di salên pêş de dersên hemû polan bi kurdî bin, cara yekemîn dê zarokên kurd bi zimanê xwe her tiştekî fêr bibin. Li Kobanê ku nû tê avakirin, di warê perwerde û zîhniyetê de jî bi vî rengî dê nifşekî nû bê avakirin.
(aq)
ANHA