Bi piyekî 20 salan li çiyê şer kir
Endamê HPG'ê Mehmet Zulfîkar Kaçmaz (Xebat Xançepek) ku di sala 1992'an de li nava PKK'ê pê li mayinê kir û bi piyê xwe winda kir, 20 salin bi piyê xwe yê protes şer kir.
Endamê HPG'ê Mehmet Zulfîkar Kaçmaz (Xebat Xançepek) ku di sala 1992'an de li nava PKK'ê pê li mayinê kir û bi piyê xwe winda kir, 20 salin bi piyê xwe yê protes şer kir. Kaçmaz, di 31'ê Kanûnê de li navçeya Liceya Amedê li gel 9 hevalên xwe di operasyona nokteyî de jiyana xwe ji dest da. Malbata Kaçmaz diyar kir ku kurê wan pir jîr û jêhatî bû û wiha got: "Biryar û baweriya wî hêz da ku 20 salan bi piyekî li çiyê şer bike."
Di 31'ê Kanûna 2012'ên de li gundê Spênî yê navçeya Liceya Amedê di operasyona nokteyî de 10 endamên HPG'ê jiyana xwe j dest dan. Li gel Fermandarê Herêma Amedê û endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Ertem Karabulut (Numan Amed) endamê HPG'ê Mehmet Zulfîkar Kaçmaz (Xebat Xapçepek) jî jiyana xwe ji dest da. Kaçmaz, di sala 1972'an de li Taxa Xançepekê ya Sûrên Amedê ji dayik bû. Kaçmaz, di sala 1992'an te tev li refên PKK'ê bû û di heman salê de pê li payinê kir û piyekî xwe winda kir. Kaçzam, piştî 20 salan bi piyekî li çiyê şer kir, di 31'ê Kanûna 2012'an de li gundê Spênî yê Liceyê di operasyona nokteyî de jiyana xwe ji dest da. Kaçmaz, ku zarokantiya wî li taxa Xançepekê deras bû, dibistana seretayî, navîn û lîse li heman taxê xelas kir. Kaçmaz ku ket ezmûna zanîngehê beşa yekem qezenç kir, lê beşa duyem qezenç nekir. Di sala 1992'an de tev li PKK'ê bû. Kaçmaz, hêj salek wî temam nebû, li herêma Heftanînê pêli mayinê kir û piyê xwe yê rastê winda kir, lê dîsa 20 salan bi piyeki şer kir. Birayê Kaçmaz Nurî Kaçmaz, diyar kir ku dema ew girtî bû birayê wî tev li PKK'ê û wiha got: "Wê demê nakokiyên jiyanê dît. Xebat, li hemberî mezinan bi hurmet û ji biçûkan hez dikir. Kesekî di halê xwe de û bêdeng bû. Piştî şerê gerîlla pêş ket wekî her kurdekî ew jî ket bin bantora şerê gêrîlla. Dema ez hatim girtin Xebat dibistan dixwend. Dema ez girtî bûm her tim dihat ziyareta min. Tu carî navber nedixist ziyaretan. Di dibistanê serkefti bû. Her cara ku min pirsa dibistanê dikir, digot 'bira dest ji dibistanê berde vala ye. Batosa perçekirina kadroyan e' Digot li dibistanê zanist, çand, huner û tiştek nayê fêrkirin û her kesî dikin qûlên xwe. Hêz ez girtî bûm min dizanîbû ku dê tev li PKK'ê bibe. Pişti ku tev li PKK'ê bû û şûnde diya min agahî da min û got tev li PKK'ê bûye. Piştre me agahî jê negirt."
'Xebat bi piyekî 20 salan li hemberî dijmin şer kir'
Kaçmaz, anî ziman ku piştî 10 sal şûnde, birayê xwe dit û wiha got: "Serpêhatiyên xwe yên gerîlatiyê ji min re got. Xebat, di sala 1992'an de li lerêma Heftaninê pê li mayinê kir û piyekî xwe winda kir. Piyê wî heta binê çongê jêbû. Piştî ku tedawî bû dîsa dest bi şer kir. Li gel ku piyê wî tune bû bi piyekî li hemberî dijmin şer kir. Birayê min tu carî lawazî û tralî qebûl nedikir. Xebat xwedî vînek pir xurt û baweriyek pir xurt bû. Digot ev mijara wîjdan û vînê ye. Tiştê ku ez dikim ne tiştekî awarte ye. Divê her kes vî karî bike.
'Divê her kes xwedî ruhê Xebat be'
Kaçmaz, destnîşan kir ku li gel piyekî birayê wî Xebat hebû jî têkoşînek mezin da û wiha berhdewam kir: "Li hemberî vîn û baweriya wî tu hêzê nikarîbû îdare bikira. Divê em bi hurmet li hemberi tekoşina wî bejna xwe bitewînin Biryar û sekwa wî pir xurt bû."
'Bi biryara xwe li doza Rêbertiyê xwedî derket'
Kaçmaz, da zanîn ku birayê wî Xebat ji bo azadiya gelê xwe û girêdana Rêberê xwe têkoşinek wisa xurt û bi hêz meşand. Kaçmaz, anî ziman ku tiştê xebat li ser piyan hişt bîrdozî, bawerî û vîna wî bû.
Dayika Xebat serpêlatiyên kurê xwe vegot
Dayika Xebat Zine Kaçmaz jî anî ziman ku dema kurê wê çû ji wêre got 'Ezê biçim' û wiha axivî: "Ez li pêş kurê xwe nebûm asteng. Kurê min pir jîr û çalak bû. Min got tu êdî mezin bûye û dikare biryara xwe bi xwe bide. Piştî kurê min çû heta 10 salan min agahî jê negirt. Ez çûm Wargeha Mexmûrê û min li wir kurê xwe dît. Dema min piyê kurê xwe wisa dît min tiştek negot. Wî digot çi dibe bila bibe ez dest ji vê dozê bernadim. Digot ne girîng e piyê min heye ya na. Digot dîsa ez dê biçim di vê rêyê de têkoşînê bidim. Digot ev rêya şeref û rûmetê ye. Dema kurê min li mal bû quran dixwend û nimêj dikir."
Dayika Kaçmaz, anî ziman ku bi kurê xwe serbilind e û wiha berdewam kir: "Ez bi kurê xwe serbilind im. Kurê min ji bo doza xwe û gelê xwe şehît ket. bila serê her kesî sax be. Kurê min tu carî ji mirinê nedirsiya. Min her tim piştgirî da kurê xwe. Kurê min pir ji min hez dikir. Em ji bo doza xwe tu carî ne poşman in. Bedelê wê çi dibe bila bibe emê dêkoşîna xwe bedewam bikin. "
Xwişka Xebat Nedret Yaşar jî ani ziman ku tu carî ew neşikand û hurmeta wî pir zêde bû. Tu carî neditirsiya. Hin caran polîsan neheqî li me dikir. Lê tu carî neheqî qebûl nedikir. Pir ji min û zarokên min hez dikir. Birayê min 20 salan di nava eşê de derbas kir. Di 4-5 mehên dawî de min bihîst ku gazî ye. Ez ji ber xwişka gerîla me serbilind û bi rûmet im."
Dotmama Kaçmaz Hatice Yaşar jî anî ziman ku niha 2 zarokên wê di nava HPG'ê dene û wiha got: "Xebat, heta dawî navê xwe heq dikir. Çiqas canê me û dilê me biêşe jî em heta dawî girêdayî doz û bedelên xwe ne."
DİHA