1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi rihê seferberiyê tevkariyê li Rojava bikin
Bi rihê seferberiyê tevkariyê li Rojava bikin,bi,rihê,seferberiyê,tevkariyê,li,rojava,bikin

Bi rihê seferberiyê tevkariyê li Rojava bikin

Girtiyên PKK´yî û PAJK'î: Bi rihê seferberiyê tevkariyê li Rojava bikin

A+ A-

AMED 18.07.2014 10:36:40 Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê dan xuyakirin ku şoreşa Rojava şoreşek bi tenê li dijî netewe-dewletperestiya Sûriyeyê nîne û destnîşan kirin ku ev şoreş şoreşeke sîstema hegemonyayî ya global a navneteweyî parçe kiriye. Girtiyan bang li her kesî kirin ku bi rihê seferberiyê ji her alî ve tevkariyê li berxwedana Rojava bikin.

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê Denîz Kaya, bi wesîleya salvegera şoerşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û şoreşa Rojava silav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di destpêka sedsala 20'an de hêzên fînansî yên global ên li Rojhilata Navîn hegemonya xwe bi hin peyman û konseptan xurt kirin, di dawiya heman sedsalê de careke din ji bo ji nû ve dîzaynkirina herêmê li gorî berjewendiyên xwe, hin stratejî afirandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku daxwazên gelan ên demokrasî, azadî û aştiyê, lêgerînên wan yên di wesfê şoreşgerî de ev stratejî pûç kirine û hat gotin, "Bi taybetî rastiya civaka kurd ku bi Konferansa Qahîre û Peymana Lozanê hatibû tefisandin û dorpêç kirin, di pêşengiya berxwedana PKK’ê de leystikên hêzên fînans tenê xirab nekir her wiha tertûbela kir. Nîşaneya vê ya herî berbiçav Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an e. Şoreşa Rojava ne şoreşeke ku tenê li hember netew-dewleta Suriyeyê ye. Di rastiya xwe de şoreşeke ku pergala hegemon a global a navneteweyî parçe dike ye. Ev şoreş modela dewleta Îsraîl a nû ku dixwazin di Rojhilata Navîn de bi destê xîzmetkar Barzanî wek netewe-dewletokekê çêbikin jî asteng dike û yekîtiya komunal û demokratîk ya gelan esas digire. Ji ber van taybetmendiyan Şoreşa Rojava îro bûye hedefa pergala global a navneteweyî. Nakokiya bingehîn û pevçûn di navbera xeta komunal a demokratîk ku di Şoreşa Rojava de wesfê xwe dibîne û hêzên fînans yên global de ye. Îro di bin çi navî de dibe bila bibe çeteyên ku êrîşî gelê me û gelê herêmê dikin, li ser navê jiyana azad çi hebe dixwazin talan bikin û vê yekê di çarçoveya planên hêzên navneteweyî de dikin. Bêdengiya van hêzan a li hemberî êrîşên pes paye yên li ser Kantona Kobanê vê yekê piştrast dike."

'DILÊ ME LI ROJAVA BI GELÊ ME RE LÊ DIDE'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedana bêhempa ya gelê Kurd li Rojava nîşan dide, hemû komplo û êrîşên tunekirinê pûç dike û wiha hat gotin: "Li ser vê bingehê em berxwedana gelê xwe ya bi rûmet bi rêzdarî silav dikin û li pêşberî rêhevalên şehîd ku di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan bejna xwe ditewînin. Her çiqas em ji ber di wan çeperên berxwedanê de cihê xwe nagirin dilşikestî bin jî, dilê me li Rojava bi gelê me re lê dide. Ligel vê hisiyata me em Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku ji bo mirovahiyê hatiye diyar kirin bi coş pêşwazî dikin û em dibêjin bila li gelê me û Rojhilata Navîn pîroz be. Em wek dîlên ji doza PKK-PAJK’ê di serî de bang li malbat û xizmên xwe, gel, ciwan, heval û hogir, saziyên demokratîk û rewşenbîran dikin ku bi rihê banga seferberiya tevgera me û Rêber Apo bi her awayî piştgirî bidin Şoreşa Rojava û di nav de cih bigirin. Her çalakî, berxwedan û tevlîbûn wê bibe tevkarî ji bo jiyana azad û bi rûmet. Dîsa wê bibe sedema teşhîrkirina konsepta qirêj a hêzên herêmî û navneteweyî. Bi vê hişmendiyê divê bê tevgerandin."