1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi ruhê serhildanê xwedî li şoreşa Kobanê derbikevin
Bi ruhê serhildanê xwedî li şoreşa Kobanê derbikevin,bi,ruhê,serhildanê,xwedî,li,şoreşa,kobanê,derbikevin

Bi ruhê serhildanê xwedî li şoreşa Kobanê derbikevin

A+ A-

AMED (DÎHA) - Nûnerên rêxistinên sivîl ên Amedê, êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê wek e êrîşên li hemberê gelên Rojhilata Navîn nirxandin û banga "Bi ruhê serhildanê xwedî li şoreşa Kobanê derkevin" kirin. Her wiha nûnerên saziyan Tirkiye hişyar kirin ku piştgiriya xwe ya ji DAIŞ'ê re qut bike.

Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku li herêma Şengalê bi avayeki giran têk çû, berê xwe da Kantona Kobanê û bi çekên giran êrîş pêk anîn. Gelê Bakûrê Kurdistanê jî berê xwe da herêmên sînor û li hemberê êrîşan bi gelê Kobanê re kete nava tevgeriyê. Hem li hemberê vê êrîşî û hem jî li hemberê çeteyên DAIŞ'ê ji hêla gelek kesan ve bertek hat nîşandan. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ji DÎHA'yê re axivîn û diyar kirin ku ev êrîşên li dijî gelê Kobanê di heman demî de li dijî azadiya gelan e û ji ber vê yekê jî banga "Divê her kes li hember van êrîşan bisekine û piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê" kir.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku polîtîkayên komkûjî û qirkirinê li ser gelê kurd zêde bûne û bal kişand ku çeteyên DAIŞ'ê van êrîşan ne bi tena serê xwe dike. Bîlîcî, da zanîn ku her wiha dewletên heremê jî di van êrîşan de piştgiriyê dide DAIŞ'ê. Di berdewamê de Bîlîcî, destnîşan kir DAIŞ bi saya piştgiriya dewletên wekî Tirkiyeyê hêza xwe derxistiye vê astê û anî ziman ku her kesê ku dixwaze di Rojhilata Navîn de şer bi dawî bibe divê dengê xwe bilind bikin û li hemberê van êrîşan têkoşîna xwe xûrtir bikin. Bîlîcî, derbirî ku bi têkçûna Kobanê, wê li Rojhilata Navîn şereke mezin derkeve holê û wê demê jî tu ewlehiya jiyanê ya bawerî û gelan nemîn e.

'Divê Tirkiye piştgiriya xwe ji pişt DAIŞ'ê bibire û helwest nîşan bide'

Bîlîcî, bang li dewleta Tirkiyeyê jî kir û wiha got: "Heke dewlet aştiyê bixwaze û bixwaze bi kurdan re bijî; divê pêşî nêzîkahiya xwe ya li hember van çeteyan di berçavan de derbas bike. Piştgiriyên ku heta îro daye paşve bikşîne. Divê êdî li cem gelê kurd û gelên bindest de cih bigire. Em bang li rayagiştî ya navneteweyî jî dikin ku li hemberê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê helwesta xwe aşkere bikin, heke vê yekê nekin dê nikaribin qala mafê mirovan bikin."

'Em bi ruhê serhildanê xwedî li Kobanê derkevin'

Serokê Odeya Tabîban ya Amedê Cengîz Gunay jî, bal kişand ser xebatên şandeya tenduristiyê ya li Rojava û da zanîn ku li wir ligel mercên jiyanê zahmet e jî gel hewl didin li ser lingan bimîn in. Gunay, bilêv kir ku di hêla tenduristiyê de tengasiyên cidî hene û xwest ku di vê alî de divê gelê Bakûrê Kurdistanê piştgiriyên pêwîst bikin. Gunay, anî ziman ku piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê ji hêla raya giştî ya cîhanê ve tê zanîn û bang li Tirkiyeyê kir ku piştgiriya xwe ya li pişt çeteyên ku dixwazin komkûjiyê pêk bînin paş ve vekişîne. Gunay, destnîşan kir ku pêwîst e bi ruheke serhildanê xwedî li berxwedana gelê Kobanê bê derketin da ku çete ji Kobanê bên derxistin.

Sekreterê Hewldana Amedê ya Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Şemsettîn Koç jî, diyar kir ku ji ber hêzên dişibin DAIŞ'ê di dîrokê de nexwestine aşitî di Rojhilata Navîn de pêk neyê êrîşên bi vê awayî pêk tînin. Koç, bibîrxist ku dema komkujiyên li Şengalê pêk hatin hemû cîhan bêdeng mane û diyar kir ku Rojava jî bi mehan e bi êrîşên van çeteyan re rû bi rû ne.

'Gelê Rojava bi komkûjiyê re rû bi rû ye'

Koç, anî ziman ku ji bo Tirkiye gelê kurd mafê xwe bidest nexe piştgiriyê dide çeteyên DAÎŞ'ê û derbirî ku gelê Rojava bi komkûjiyan re rû bi rû ne. Koç, ev tişt gotin: "Divê êdî sînor neyên naskirin. Hemû gelê Bakûrê Kurdistanê bi gelê Kobanê re di nava têkiliyeke xûrt de bin. Li vir drameke mirovahiyê pêk tê."

(ea-hd/lg)