1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Bi saya Serokatiyê Kobanê neket û em dixwazin ew bê vir'
'Bi saya Serokatiyê Kobanê neket û em dixwazin ew bê vir',bi,saya,serokatiyê,kobanê,neket,û,em,dixwazin,ew,bê,vir

'Bi saya Serokatiyê Kobanê neket û em dixwazin ew bê vir'

A+ A-

HAYRÎ DEMÎR- MEHMET SIDDIK DAMAR

KOBANÊ (DÎHA) - Welatiyên Kobanê xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê bê rakirin û dixwazin Ocalan li Kobanê bibînin. Welatiya Kobanê Sara Elî diyar kir ku ew li hemberî tecrîda li ser Ocalan pêk tê bêdeng namînin û wiha got: "Bi saya serokê me Kobanê neket. Em niha wî li vir dixwazin bibînin."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heya niha bi parêzeran û ji 5'ê nîsana 2015'an heya niha jî bi Heyeta Îmraliyê re hevdîtinê nake. Bertekên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her diçe zêde dibin û daxwaza azadiya Ocalan di nava civakê de pêk tê. Welatiyên Rojava jî bertek nîşanî tecrîdê dan û xwestin Ocalan azad bibe.

Ocalan di 2'yê tîrmeha 1979'an li ser Pirsûsê derbasî Kobanê bû gavên yekemîn ên Şoreşa Rojava hatin avêtin. Ocalan pişt re yekemîn akademiya PKK'ê li Suriyeyê ava kir û bi gelê Rojava û Suriyeyê re 20 sal derbas kirin. Gelê Rojava bi hemû bernameyên xwe de wêneyên Ocalan daliqandin û girêdana xwe ya bi Ocalan re her tim anîn ziman. Li Rojava li her malbatê navên zarokên Ocalan lê hatin kirin hene. Welatiyên Kobanê ji DÎHA'yê re axivîn xwestin demildest tecrîda li ser mîmarê şoreşa Rojava Ocalan tê meşandin bê rakirin. Welatiyên Kobanê xwestin Ocalan bê Kobanê.

'Em dê weke gulekê şîn bibin'

Jina bi navê Sara Elî diyar kir ku tecrîd û komplo tenê bi destê dewleta tirk nayê meşandin û divê demildest Ocaalan serbest bê berdan û ew êdî dixwazin Ocalan bibîne. Elî anî ziman ku çawa wan zilam li Kobanê qebûl nekirin tecrîda li ser Ocalan jî qebûl nakirin û wiha got: "Me di bin keviran de bixeniqînîn jî em dê weke gulekê şîn bibin." Elî da zanîn ku dema Ocalan li Suriyeyê gelek caran rast hev hatin û wiha axivî: "Divê dewlet tirk demildest Serokê me berbide. Kesên piştgiriyê didin çeteyên DAIŞ'ê salên borî Serokê me ji me girtin. Bi salane Serokê me di girtîgehê de ye û êdî bes e. Kurd bi mîlyonan in. Gelekî ewqas mezin bê serok namîne. Felsefeya Serokatiyê serkeftina Kobanê pêk anî û çeteyên DAIŞ'ê têk birin. Bi saya Serokatiyê Kobanê neket . Em niha wî dixwazin."

'Em fêm kir rêberê gel e'

Welatiyê bi navê Xalîp Eduş jî tecrîda demek dirêje berdewam dike şermezar kir û wiha got: "Seroka ji bo mirovahî û gelan demokrasiyê dixwaze. Lê Tirkiye vê yêkê qebûl nake û dixwaze ji gel bigire." Eduş anî ziman ku polîtîkayên dewletê dê teqez vala derkevin û gel dê qezenc bikin. Eduş da zanîn ku Ocalan dixwaze biratiya gelan ava bike lê dewlet ji ber peyamên wî ditirse têkîliyê qut dike. Eduş rast hatina xwe ya bi Ocalan re û tiştên wê rojê jiyîn jî vegotin. Eduş bilêv kir ku rojekê ji bo civînekê bi dehan wesayîtan hatin malekê û sekînin, Ocalan bi tena serê xwe hat tevlî civînê bû tu kesî fêm nekiri Ocalan e. Eduş destnîşan kir ku hemû kes li bendêbû Ocalan bi parêzvanên xwe bê lê bi tena serê xwe hat û pişt demek şunda ew hînbûn ku ewê hatî Ocalan e û hemû kesên di hundir de matmayî bûn û wiha axivî: "Em wê demê hînbûn ku rêberê gelekî ye."

'Dixwazin perspektîfên wî negihijin gel'

Welatiyê bi navê Bekîr Cîdo anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebulkirin û wiha got: "Serokatî tenê ji bo gelê kurd na ji bo hemû gelên din çareseriyê dixwaze. Ji bo hemû Rojhilata Navîn aştiyê dixwaze."

Jina bi nava Zeliha Xişman jî wiha got: "Bi girtina serokê me xwestin me belav bikin lê bi ser neketin."

(bd)