Bi sedan kesî xwe îxbar kir
Li Çanakkaleyê bi sedan kesî xwe îxbar kir
Bi sedan kesên ku operasyonên li dijî siyasetmedarên ên di bin navê KCK'ê de şermezarkirin gotin "Em jî KCK'î ne."
Li Çanekkaleyê di çarçoveya kampanyaya "Ez xwe îxbar dikim. Min jî ev sûc kir û dikim jî" yên li dijî operasyonên di bin navê KCK'ê de bi sedan kes ber bi avahiya AKP'a Çanakkaleyê ve meşiyan xwe îxbar kirin. Rêveberên BDP'î, endamên Halkevlerî, Egîtîk Sen, Odeya Mîmar û Endezyaran, TKP, Kongereya Demokratîk a Gelan (HDK) û xwendekar jî di nav de li Kordonê hatin ba hev. Bi sedan kesên ku bi pankarta "Ez jî KCK'î me, parêzer im, rojnamger im, kurd im aştiyê dixwazim, pirtûkan dinivîsînim, pûşî li stûyê xwe ve dikim" rakirin dirûşmên "Pêkutî me bêzar nakin", "Em hemû KCK'î ne", "Bimire faşîzma AKP'ê" berz kirin. Meş li ber avahiya AKP'ê bi dawî û Rêveberê BDP'a Çanakkaleyê Şehmus Aslan li vir li dijî operasyonan nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ew ê tev ji têkoşîna xwe bernedin. DÎHA (sa)