'Bi sedan parêzerên wêrek hene'
Tugluk: Li vî welatî parêzerên wêrek ên Ocalan biparêzin hene
Hiqûqnasan 41 parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ku bi daxwaza girtine sewqî dadgehê hatin kirin wekî "Ocalan bêparastin tê hiştin" şîrove kirin. Hevseroka KCD'ê û parlamentera Wanê Aysel Tugluk a ku demeke dirêj li Buroya Hiqûqê ya Sedsalê xebitî pêvajo şiband 1999'an û wiha got: "Wê demê jî dixwestin Ocalan bê parastin bêhêlin. Lê li vî welatî parêzerên biwijdan, azad difikirin û damokrasiyê diparêzin hene. Ew ê Ocalan bêparastin nehêlin."
Di çarçoveya lêpirsîna di bin navê KCK'ê de 42 parêzerên ku piraniya wan girêdayî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ne di encama serdegirtinên mal û buroyan de hatin binçavkirin û ji wan 41 parêzer bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Hiqûqnasên ku xwestin parêzertiya parêzeran bikin bi gotina "Li vir hiqûq nîn e, biryara siyasî tê girtin. Em naxwazin bibin fîgûran" dadgeh boykot kirin. Parêzer bi aweyeke neqanûnî bêparêzer sewqî dadgehê hatin kirin û hiqûqnasan bûyer wekî "hedef Ocalan bêparastin hiştin e" şîrove kirin. Hevseroka KCD'ê u parlamentera Wanê Aysul Tugluk a ku berê parêzertiya Ocalan kiriye got ku rewşeke wisa nîn e û wiha berdewam kir: "Li vî welatî parêzerên biwijdan, azad difikirin û damokrasiyê diparêzin hene. Ew ê Ocalan bêparastin nehêlin."
Tugluk bi awayeke hiqûqî Ocalan bêparastin hiştinêdişibîne pêvajoya 1999'an û wiha berdewam kir: "Wê demê jî gotin kesek parêzretiyê nagire ser xwe. Ez bawer im li vi welatî parêzerên biwijdan, azad difikirin û damokrasiyê diparêzin hene. Ew ê di vê pêvajoyê de berpirsyariyê bigirin. Ango li dijî vê bêhiqûqiyê dê parêzertiya Birêz Ocalan bikin." Tugluk pêkanîn wekî "polîtîkayên bê encam" nirxand û got ku ji ber ku ew parlamenter e nikare ji bo parêzretiyê serlêdanê bike û wiha axivî: "Ez ji ber ku parlamenter im nikar im vê bikim. Lê heke derfeteke min a wisa heba, ewil min ê bigirta ser xwe. Lê bêguman ji bo vê dorpêçê pûç bikin em ê hewldanên xwe bidomînin. Em ê li hemberî îktidara AKP'ê serê xwe netewînin. Ji ber ku polîtikaya eciqandinê heye. Li dijî vê ji bilî berxwedan û têkoşînê şansê me nîn e û em ê vê bikin."
Tugluk ev operasyon "şerekî li dijî Ocalan e û li ser parêzeran tê meşandin" nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev operasyon bi taybetî ji aliyê Serokwezîr ve tê meşandin. Dibêje ez operasyonên KCK'ê diparêz im û biparêz im jî. Li holê hiqûq nîn e. Tecrîd û astengkirina hevdîtinên birêzOcalan nîşna dide ku hiqûq kêm be jî li dijî kurdan nayê pêkanîn. Bi riya parêzeran li dijî Ocalan şerek tê meşandin. Ango binçavkirina parêzeran û terorîzekirina wan şerê bi Îmraliyê ye. Tenê bi vê jî bi sînor nîn e. Helwdanên Ocalan ên ku tevgera kurd bikêşe li ser zemînê siyasetê hedef digire. Bi aqayeke hiqûqî mirov nikare binirxîne û wateya wî jî nîn e. Tenê şeklî ye. Polîtiya şer, eciqandin, şantaj û tehdîdê ye. Ya herî girîng jî ev pêvajo neçareseriyê kur dike. Ev yek bi rastî dê welat bibe kaosê. Ev polîtîka xeter e. Herî zêde jî dê îktidara AKP'ê ji vê polîtîkayên xwe bibine û dê îktidara xwe winda bike. Tenê kurd dê winda nekin. Polîtîkayeke bê encam e. Li dijî van polîtîkayan tekane rê berxwedan û têkoşîn e û ev dê bê kirin. Girtina riya Îmraliyê pêşîlêgirtina aştiyê ye. Ji ber ku heke li vî welatî aştî û çareserî pêk bê birêz Ocalan derveyî vê hiştinê çareserî nabe. Bi vê pêkanînê dewlet dibêje ez riyên diyalog û muzakereyan a bi Oclan re digirim. Polîtikayake hemû destkeftiyên kurdan tune dike dimeşîne. Divê peyam wisa bê fêmkirin."
Tugluk anî ziman ku ev 11 sal in parêzer bi Ocalan re hevdîtinê pêk tînin û wiha axivî: "Ma çi bû gelo niha ew terorîze kirin, ev hevdîtin bûn ên ku biryana şer tê girtin? Divê ev yek bi aweyeke zelal bê gotin: Ev 12 sal in birêz Ocalan li Tirkiyeyê tekane kesê ku polîtîkaya aştî, çareserî û diyaloge dide meşandin e. Li Îmraliyê biryara şer nehatiye girtin, ji bo aştiyê gotin hatine kirin. Ji ber ku dewlet û îktidara siyasî bersiv nedaya vê îro ev xitimandin tê jiyîn. Ev berovejîkirin e. Men jî parêzertiya wî kir. Nêzî 6 salan min parêzertiya birêz Ocalan kir. Gotinên ku me li wir bîhîst ji bo biratî, aştî û bi hevre jiyînê bû. Dewletê bixwe jî hevdîtin pêk anî. Niha ew bixwe hevdîtinê pêk bîne pirsgirêk dernakeve, dema ku parêzer hevdîtinê pêk bînin dibe pirsgirêk? Bi rastî jî pêvajoyeke bi nakok e. Bi stratejiya wan a nû ve girêdayî ye. Ango pêvajoyeke nû dan destpêkirin bi vê ve girêdayî ye. Li dijî hemû daxwazên kurdan û îradeya demokratîn şer hatiye îlankirin. Divê wisa bê nirxandin. Birêz Ocalan ji bo gelê kurd hesasiyeteke mezin e. Li ser vê hesasiyetê dixwazin vê îradeyê bişikênin. Ez bawer im dê bi ser nekevin. heke kurd di salên 90'an de li ber xwe dan dê îro jî li dijî vê zilma ku wekî ya naziyan e jî li ber xwe bidin û bi ser kevin." DÎHA (sa)