1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Bi sînemaya seyar fîlm temaşe dikin
Bi sînemaya seyar fîlm temaşe dikin,bi,sînemaya,seyar,fîlm,temaşe,dikin

Bi sînemaya seyar fîlm temaşe dikin

A+ A-

4 Pûşper

WAN (DÎHA) - Welatiyê bi navê Mîkaîl Haskan li hember sînemaya sermayeyê tevgereke civakî da destpêkirin û bi navê 'Koma Sînemaya Seyar' ava kir. Fîlmên bi mijara polîtîk, alternatîf û civakî her hefte rojên şemiyê li Parka Feqiyê Teyran bê pere tên temaşekirin.

Li Wanê xwendekarê beşa Sînemayê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Mîkaîl Haskan li hember sînemaya sermayeyê tevgera civakî ya sînemayê destpêkirin. Mîkaîl Haskan di heman demê de li Navenda Çandê ya Nuda dersên sînemayê dide û her hefte rojên şemiyê, li Parka Feqiyê Teyran fîlmên bi mijara polîtîk, alternatîf û civakî dide temaşekirin. Gelê Wanê bi riya 'Koma Sînemaya Seyar' fîlmên alternatîf temaşe dikin û pêşandana fîlman sala par destpê kir. Haskan anî ziman ku di destpêkê de armanceke wan cidî tune bû û di nava demê de li hember sînemaya sermaye, helwestek dane nîşandin.

Haskan destnîşan kir ku fîlmên mijara wan kurd, polîtîk û civakî ne tên nîşandin û wiha got: "Em bi baldarî tevdigerin ku fîlmên tên temaşekirin li dijî nirxên me nebin. Her wiha em bersiva pirsa, gelo em ê çawa hunerê bi gelê xwe bidin nasîn, dirûşma me ya bingehîn e." Haskan da zanîn ku heta niha neçûye salonên sînemayê û heta sînema li navendên danustandinê dernekevin tu caran naçe sînemayê.

(ça)