Bi temenên xwe yên biçûk di karên giran de dixebitin
ŞIRNEX (DÎHA) - Li navçeya Sîlopiyê zarokên ku temenên wan di navbera 12-16 salî ye ji bo debara malbatên xwe bikin hem diçin dibistanê hem jî di karên sanayiya giran de dixebitin.
Li navçeya Sîlopiya Şirnexê gelek malbat ji ber rewşa aborî mecbûr dimînin zarokên xwe yên temenên wan di navbera 12-16 salî de ye di karên giran de didin xebitandin. Zarok hefteyê 70-80 TL pere digirin. Zarokên ku di karên giran de dixebitin ji bo ku hinekî alîkariya malbatên xwe bikin dev ji dibistanan berdidin hin ji wan jî piştî ji dibistanê derdikevin bi cilên xwe yên dibistanê diçin kar û dixebitin. Zarok dema di nava malzemeyên sanayiya giran de derbas dibin wekî ku di nava wan de winda dibin, dema hosteyên wan tiştekî ji wan dixwazin malzemeyên ku dibin bejna wan derbas dibe. Li navenda navçeyê hema di hemû karên giran ên sanayiyê de mirov dikare zarokan bibine.
Zarokê bi navê V.A. (15) yek ji zarokên ku barê giran ê debara malbatê girtiye ser xwe ye û dibêje ji bo alîkariyê bide bavê xwe dixebite. V.A. yê ku ev du sal in di karên giran de dixebite ev tişt anî ziman. "Ji bo alîkariyê bidin debara malbata xwe û nebim bar li vir dixebitim. Carna qaynaqê dikim, dema diçim malê çavên me dişewite. Ji bo ku vê şewatê bidin derbaskirin bi şev çay an jî kartolan didin ser."
Di hefteyeke de 70Tl digire
Zarokê bi navê R.Y. ê 16 salî jî yek ji zarokekî din e ku ji bo alîkariyê bide malbata xwe dixebite ye. R.Y. jî ev tişt anî ziman: "Em 9 xwîşk û bira ne. Li malê tenê ez û birayêkî min dixebitin û di hefteyeke de 70 TL pere digirin û bi vî rengî alîkariyê diin bavê xwe,"
(sa)