"Bi tenê bimînin nayên tacawizkirin!"
Aqilê AKP’ê: Bi tenê bimînin, nayên tacawizkirin!
ANF07:32 / 06 Rezber 2012 Enqere - Piştî ku zarokên Kurd di girtîgeha Pozantîyê de li rastî tacîz, tecawiz û îşkenceyên sosret hatin, xwe ji pêkanîneke nû re amade dike. Lê ev pêkanîna hukûmetê, ji parastina zarokan zêdetir, zarokan careke din ceza dike. Di çarçoveya vê pêkanînê de zarok bi şevê dê di tecrîdê de bimînin; dê bi tenê bimînin. Ev sîstema nû jî dê li Amedê bê pêkanîn.
Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, Wezareta Dadê bi hinceta “pêşîlêgiritna îstîsmarê” dê di girtîgehên nû yên zarokan ên ku dê li Amed, Tarsûs û Qeyseriyê tên avakirin de sîstemek nû ya bi awayê “zarok dê bi şevê tenê bin, rojê jî dê bi hev re bin” bîne.
Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn di bersiva pêşniyarpirsa Parlementerê MHP’ê Alîm Işik de diyar kir ku ji bo lez bidin parastina zarokên ji Girtîgeha Pozantiyê bo Girtîgeha Sergirtî ya Enqereyê hate veguhestin, xebatên wan ên ji bo alîkariya psîko-sosyal a ji bo zarokan berdewam dike. Her çendî piraniya zarokên mexdûrên Pozantiyê li şûna bêne dermankirin careke din hatine girtin, lê Ergîn diyar kir ku heta niha berpirsên vê bûyerê tam nehatine dîtin.
ZAROK BI ŞEV DÊ BI TENÊ BIMÎNIN
Wezîrê Dadê Ergîn, bal kişand ku di bernameya salên 2012-2017 ya wezaretê de tê pkankirin ku “malên perwerdekirina zarokan” bên avakirin. Li gorî agahiyên Ergîn dane, dê ji bo zarokan li Amed, Tarsûs û Qeyseriyê girtîgehên sergirtî û li bajarên weke Amed, Stenbol û Îzmîrê jî malên perwerdehiyê bêne avakirin. Ergîn da zanîn ku dê zarok bi şev tenê bimînin û rojê jî bi hev re bimînin.
ANF NEWS AGENCY