1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Bi torosên spî gef xwarin, torosên spî bereat kirin'
'Bi torosên spî gef xwarin, torosên spî bereat kirin',bi,torosên,spî,gef,xwarin,torosên,spî,bereat,kirin

'Bi torosên spî gef xwarin, torosên spî bereat kirin'

A+ A-

CÎHAN BAŞAKÇIOGLU

ÎZMÎR (DİHA) - Parêzvanên mafên mirovan û parêzeran bertek nîşanî beretkirina Fermandarê JÎTEM'ê Serheng Cemal Temîzoz û sercerdevan Kamîl Atak dan û gotin heya bersûc li ber edaletê tên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Nîqaşên "torosên sipî" yên di salên 90'î de li Kurdistanê di komkujî û cînayetên kiryar nediyar de bûn sîmge di rojevê de cihê xwe digire. Ligel vê yekê bertekên li dijî beretkirina Fermandarê JÎTEM'ê Serheng Cemal Temîzoz û sercerdevan Kamîl Atak ên di salên 90'î de bi torosên sipî gelek cînayet pêk anîn jî berdewam dikin. Ji parzerên dozê Endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Gurdag Dag diyar kir ku tevlî hemû rûniştinê dozê bûn û li gorî dosyayên din ên dozên JÎTEM'ê hêj berfirehtir bû. Dag anî ziman ku bersûcên dihatin darizandin mirov kuştin hatibûn piştrastkirin û wiha got: "Em rastî darizandinekî klasîk a Tirkiyeyê man. Sûcên personelên dewletê kirin li holê bûn û refleksa parastina dewletê ket dewreyê. Weke dozên din dîsa bi şiklê tê zanîn bi encam bû."

'20 sal şunda gor hat vekirin û bi çekê hatî kuştin derket holê'

Dag da zanîn ku gelek dosya nehatin vê astê û ji ber ku delîl hatin veşartin doz jî nehatin vekirin. Dag bilêv kir ku di vê dozê de delîlên gelek berfireh hebûn û wiha axivî: "Mînak îfadeyên şahidinê nepen hene. Pişt re ev bûn bersûcên dosyayê. Derket holê ku mirovên bi xwe tevlî bûyeran bûn hebûn. Îfadeyê mexduran hebûn. Girtekên cihên bûyeran hebûn. Raporên otopsiyan hebûn. Ji 21 kesên hatin kuştin Ramazan Elîç di qeydên fermî de ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da derbas dibe. Di îfadeyên şahidê nepen de ew kuştin û heya gule li serê wî dan dibeje. Piştî 20 sal şunda gor hat vekirin. Otopsî hat kirin û di encama otopsiyê de kes bi qeyrana dil na bi çekê hatiye kuştin. Weke vê gelek delîl hebûn."

'Em careke din din ku edalet tuneye'

Sekretera Giştî ya ÇHD'ê Nergîs Tuba Arslan jî diyar kir ku ligel gelek delîl hebûn hemû bersûc hatin beretkirin û ev yekê nayê qebûlkirin.

'Torosên sipî beret kirin'

Endamê Lijneya Rêveber a ÎHD'ê Mehmet Aker jî diyar kir ku vîna siyasî di dozên wisa de ji hesab dayîn reviya. Aker anî ziman ku ew pêşiya cînayetên kiryar nediyar bernadin û wiha got: "Bi torosên sipî gef xwartin, torosên sipî berat kirin."

(bd)