Bi tunehesibandina Kurdistanê pêşveçûn çênabe
HİŞYAR BARZAN ŞEREFHANOĞLU - ENQERE 30.01.2014 07:14:51 Komîsyona Lêkolîna Meclisê ya ku ji bo Pêvajoya Çareseriyê Binirxîne û Riyên Aştiyane ya Civakê Lêkolîn bike hate ava kirin, ji bo ku 42’emîn xala ya rêziknameya hundirîn ya TBMM’ê lê bê zêdekirin ji aliyê koma BDP’ê ve raporek ji bo serokê Meclisê Cemîl Çîçek hat kirin. Lê rapor rastî astengiya xala ‘yekbûna nayê parçekirinê’ hat.
Rapora alternatîf ya ku ji aliyê Koma BDP’ê ve hat amadekirin û ji aliyê parlamenterê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu ve di rojên borî de pêşkêşî serokê Meclisê Cemîl Çîçek hat kirin de têgehên wekê ‘Kurdistan, qirkirin, înkar û îmha’ yên di raporê de cih girtibûn wek hincet hat nîşandan û ji bo ku rapor ji nûve bê nivîsandin radestî Husamettîn Zenderlîoglu hat kirin. Ev têgehên ku wek faliyetên li dijî xalên 3’emîn û 14’emîn ya Makeqanûnê hatin nirxandin, rastî bertekên parlamenterên BDP’ê hat.
Parlametner Zenderlîoglu da zanîn ku ji wî re hatiye gotin ku divê rapor di nava 15 rojan de dîsa bê nivîsin û pêşkêşî serokê meclisê bê kirin û got wan jî heman awayî radest kiriye û got îradeya meclis û desthilatdariyê di bin psîkolojiya 85 salan de pelçiqiye. Zenderlîoglu ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku hinceta radestkirina raporê têgehên wekê ‘ Kurdistan, qirkirin, îmha û înkar’ hatine nîşandan û got: “Ger dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, divê ne ji Kurdistanê bitirsin û ne jî polîtîkaya qirkirin, Înkar û îmhaya li ser kurdan red bikin. Çareseriya pirsgirêkê bi qebûlkirina van dest pê dike.
Zenderlîoglu di berdewamiya axaftina xwe de di çavkaniyên nivîskî de û bi taybet jî di girtekê meclisê de bi awayekî fermî tê gotin ku Kurdistan rastiyeke ku nayê înkar kirine.
Zenderlîoglu diyar kir ku ji bo hewldanên muzakere û aştiyê bigihêjin hedefa xwe divê kurd bên qebûlkirin û dest ji pêkanînên bi vî rengî bên berdan.
Zenderlîoglu bi lêv kir ku beyîn ku guherînê di raporê de bikin dê bi heman şeklî radestî serokê Meclisê bikin.