Bi vegotinên Dengbêjan li dijî 72 fermanan berxwedan
PERWER YAŞ - BERLÎN 30.08.2014 07:50:46 Nêzî hezar salî ye Êzidî 72 caran di komkujiyê de hatin derbaskirin. Carinan eşîrek Êzidî, carinan jî herêmek Êzidî xistin dorpêçê. Di roja me ya îro de berxwedaneke li dijî fermana 72’an her tim heye. Ev berxwedan mijara wêjeya devkî ya Kurd e. Dengbêj herî zêde destanên Eganê Meyro, Şêx Mirzayê Ankosî û Derwêşê Evdî vedibêjin.
Îbrahimê Şêx li bajarê Hannover a Elmanyayê dijî. Ji kevneşopiya şêxan ku di baweriya Êzidiyan de cihekî girîng digire de, tê. Ji ber dema li Wêranşarê dima, gelek caran dengbêjên Êzidî û dîroknasên Êzidî bûne mêvanê wî. Îbrahîmê Şêx bi destanên dengbêjan mezin bûye û ew jî bi xwe hê bi saetan dikare van destanan vebêje.
Çavkaniya wî ya herî girîng jî Şex Eliyê Helebî ku di dema damezirandina komara Tirk de leşker bû. Şêx Elî di sala 1950’î de diçe mala wan û her tim dîroka Êzidiyan vedigot. Her wiha çîrokên berxwedana Êzidiyan a li dijî fermana 72’an jî ji aliyê dengbêjên Bakê Xûda, Salihê Mamcicano, Cemil Horo, Bavê Salih, Hesê Gulnaryarê guhdar kiriye.
Êdî vê kevneşopiyê ew berdewam dike. Li her derê destanên Êzidiyan vedibêje. Dengbêj Îbrahîmê Şêx çîroka qirkirina yekem wiha vedibêje: Harûn Reşît (Di navbera 763-803 an de jiya) piştî dibe xalîfeyê Abbasî, biryara sefera Kurdistanê dide û fermana Amedê bigirin dide artêşa xwe. Amed wê demê bajarekî Êzidî ye. Dibêje her kesê bajar bikujin. Dibêje ji min re 800 jinên xweşik ên Êzidî bînin.
Lê leşker li gel ku bi rojan şer dikin, nikarin Amedê bigirin. Herî dawî di cokên kanalîzasyonê re derbas dibin û Amedê digirin. Êzidiyan qetil dikin. 800 jinên xweşik yên Êzidî jî digirin û dikevin Bexdayê.
Dengbêj Îbrahîmê Şêx nêzî 5 seatan der barê dîroka Êzidiyan de mînak da. Destanên Eganê Meyro, Şêx Mirzayê Ankosî û Derwêşê Evdî wiha vegot:
DESTANA EGANÊ MEYRO
Di serê sala 1800’î de artêşa Osmanî diçin sefera Kurdistanê û li desta Beşîrê konên xwe vedide. Ji herêma Zoqewde heta herêma Ewiske, leşker bi mehan dimînin û Êzidiyên herêmê qir dikin. Lê Êzidî xwe rêxistin dikin û dikevin berxwedanê. Yek ji fermandarên Osmanî Hesebê Cîbo ye. Kuştina vê fermandarê zalim ne mimkun bû.
Şervanên Êzidî bi nobedarî şer meşandin û pêşniyara şervanekî Êzidî yê bi navê Eganê Meyro ya bo qetilkirina Cîbo tê qebûlkirin. Hespa Cîbo, mê ye, şervanê Êzidî Egenê Meyro li hespa xwe (nêr e) siwar dibe û derdikeve pêş berê wî. Di vê navberê de di herêma Ridvan de cokên avê hatine vekirin. Egenê Meyro hespa xwe dibe wir û hespa xwe Cîbo jî li pey xwe dibe.
Eganê Meyro vî fermandarî dîl digire. Dest û lingê wî girê dide û ji bo bibe Mirzikê Zaza derdikeve rê. Lê Eganê Meyro wî di rê de dikuje. Ev qehremanî ji aliyê her du hevserên Eganê Meyro, Nurê û Rewşê ve bi diyalogê tê gotin:
“Rewşê lê xewê / rabe serê Hesebê Cibo jêkirine / kirine gok li meydanê / egidê nav û nîşan re beje / bila neçe xebera sofik û mofikê çemê Botan neke / bila Bavê Temo neçe şerê / şerê ser Êzîdxanê ne heneke / rabe bûke xwe bixemline / kî Hesebê Cibo kuştibe em ê xwe jêre bikin bûka pişta heft perda…”
Li gel Egenê Meyro, ev qehremanên Êzidî jî ligel ku 200 sal di ser de derbas bûye nehatine jibîrkirin: Miçoya Mala Êzidiyan, Qereşê Çelo, Gelhelê Milho, Çobanê Heso û Mirzikê Zaza.
DESTA ŞÊX MÎRZAYÊ ANKOSÎ
Leşkerên Osmanî tên deşta Beşîrî. Fermanek nû hatiye dayîn. Di hedefa Osmaniyan de vê carê eşîra Ankosî heye. Beşek mezin a eşîrê hatiye qetilkirin. Kurê biçûk yê lîderê eşîrê Şex Mîrza yê 7 salî ji aliyê kesên sax mane tê rizgarkirin. Dibin Sêrtê. 10 sal derbas dibe. Êzidî hê tên qetilkirin. Paşayê Osmanî yê Amedê, Reşît Paşa bang li eşîrên Êzidî dike ku di rewşa ku baca xwe bidin de dê wan nekuje.
Ji gel bac tê berhevkirin. Piranî bacê dibin. Eşîra Ankosî bacê nade. Reşît Paşa ji bo hêza eşîrê bişikîne fermana ‘Ji min re keça pêşengên Ankosiyan, Salîhê Sado, Şîrînê bînin’ dide.
Di vê navberê de Şêx Mîrza mezin bûye, zewiciye û zarokên wî hene. Di çanda Êzidiyan de kevneşopiyeke ‘xwişk û biratiya axretê’ heye. Ev kesên ku zewaca wan bi hev re qedexe ye, li her du cîhanan wek xwişk û bira dijîn. Şîrîn jî xwişka Şêx Mîrza ye. Şîrîn derdikeve pêşberî Şêx Mîrza û dibêje Paşa wê dixwaze. Şêx Mîrza li ser vê gotinê artêşa xwe digire û diçe Amedê.
Çend meh derbas dibe Osmanî lihevkirinê pêşniyar dikin. Reşîd Paşa ji Mîrza re agahiyê dişîne û dibêje; "Ger daxwaza min qebûl bikî ez ê te bikim reîsê hemû eşîrên Êzidî." Ev hewldan 150 sal e wisa di kevneşopiya dengbêjan de cih girtiye; “Şirinê delalê bila keke xwe Şeyh Mirza re beje; bextê Roma amin nebe, Rom xayîn in”
Dengbêj di berdewamiyê de wiha dibêjin: “Ji Şêx Mîrza re bêjin, dema diçe Amedê bila baş çekan girêde. Emîn Paşa yê niyeta wî baş e ji Reşîd Paşa re dibêje, ger ku Mîrza nekujî, ez ê wî îqna dikim. Reşît Paşa dibêje teqez tiştek wisa tune. Li ser vê Şêx Mîrza diçe Amedê.
Lê lîstik lîstine. Şêx Mîrza çawa tê Amedê digirin û dikin girtîgehê. Dê bê darkirin. Dayika wî satilek mast dibe jêre. Xençerekê dike mast. Şêx Mîrza xençerê dibîne. Roja dadgehê Mîrza destpêkê Emîn Paşa û piştre jî dadger û 4 leşkerên Osmanî dikuje.
Şêx Mîrza rizgar dibe û digê deriyê Mêrdînê. Lê li bin darekê dema bêhna xwe vedida hate kuştin.
DESTANA DERWÊŞÊ EVDÊ
Derwêşê Evdî ji eşîreke Êzidî ya Wanê Toruniyan e. Eşîrê bi salan serî li dijî Osmaniyan netewendiye. Du şervan Keleş Evdî û Bêpan ji eşîrê vediqetin û diçin Rihayê. Qehremaniya wan tê zanîn û Osmanî dibêjin ger hûn bibin Misilman em ê hemû eşîrên derdorê bi we ve girê bidin. Keleş pêşniyarê qebûl dike. Bêpan li dijî vê dertê û nabe Misilman.
Keleş Evdê dibe fermandar û Bêpan jî dibin parastina wî de ye. Kurê Bêpan, Evdê tê dinê. Du kurên Evdê yên bi navê Sadûn û Evdê tên dinê. Derwêşê Evdê navdar e. Li dijî êrîşa têdikoşe. Zortemur Paşa yê ji koka Keleş Evdê tê dibe serê eşîrê.
Osmanî jî derketine seferê. Zortemur Paşa ji hemû eşîrên Kurd re nameyê dinivîse û piştgiriyê dixwaze. 150 şervan diçin cem Zortemur Paşa. Zortemur li ber konê xwe qehweyê dide şervanan dike û dibêje; “Kî vê qehwê rake û vexwe ez ê malê xwe hemû bidim û serî de jî keça xwe, Edûla xwe ya zêrin bidimê.
Lê tu kes cesaret nake. Kî qehweyê vexwe tê wateya ku dê biçe eniyê şer bike. Di wê navberê de xwişka Zortemur Paşa, Rehmê dikeve kon û dibêje; “Here Şengalê, bine şêra şêra egîdê egîda Derwêşê Evdî”
Ji ber ku Derwêşê Evdê ji Rihayê çûye Şengalê. Derwêş agahiyê digire û bi birayê Sadun re diçe Rihayê. Dikeve konê Paşa û leşkerên xwe hildibêjere. Dema ji kon dertê Edûlê dibîne. Edûlê gazî wî dike,dibêje neçe, bavê min xayîn e, li mirina kesekî digere. Derwêş jî dibêje min soz daye bavê te.
Derwêş bi 10-12 siwariyê xwe diçe. Dikeve nava leşkeran. Derwêş li ser leşkeran diqîre; “Ez ne Kîkî me, ne Milan im, ez ji heftê bava ve Êzidî me, birayê Fatma me, egîdê we kî ye bila ew were”
Fermandarê Osmanî Cîl Îbrahîm dertê pêşberî wî û li Derwêş dixe, birîndar dike. birayê wî Sadun xwe digihînê. Lê Derwêş qebûl nake ku ji eniyê xwe bikişînin.
Derwêşê ku bi giranî birîndar dibe Edûl diçe ser serê wî û strana ‘Derwêşê min Derwêşê min’ distirê. Derwêş dibêje ne tenê ji min re ji hemû şervanan re bêje. Li ser vê Edulê dest bi strana ‘Delal’ dike:
“Wey delal, wey delal, wey delal, wey delal / Ber dilê evdalî xwedê de, tiyo netişteko / Ber dilê min evdala xwedê de, hinarî desta / Bêlacûkê, xurê kalan û pîran bêheb û bêdendiko / Di devê, mesînê qawê ser darî darçinîya dikelijî / Ez ê çûme alê dîwanê, dîwane tijî / Ezê çûme alê malê, male tijî / Ezê çûme alê odexanê, şêst û pênc pelewan têde rûniştî / Wexta min ça û qawe digerandî / xema min mehrûma xwedê nîbû / Wexta ezê diçûme tûşa Dewrêşê Evdî, lewandê şevê, lawkê Êzidî…”
JI 72 FERMANAN YÊN TÊN ZANÎN
1221: Lîderê Êzidiyan Şêx Adî di 1126’an de wefat dike, li Laleşê tê definkirin. Komkjiya herî mezin a li dijî Êzidiyan sala 1221’ê ku Mogolan Kurdistan dagir kir destpê kir.
1257-1258: Dagirkeriya Mogolan di vê dîrokê de berdewam kir. Şerafedîn ku ji koka Şêx Adî dihat dema li dijî Mogalan têdikoşiya hat qetilkirin.
1415: Cîranên Êzidiyan, Misilmanan artêşa hevpar avakirin û Êzidî qirkirin, turbeya Şêx Adî talan û wêrankirin.
1640-1641: Bi hinceta ku Êzidiyên sîncarê êrîşê hinek gundên Mêrdînê kirine, Waliyê Amedê Ahmet Paşa bi artêşa xwe êrîşî herêma ku Êzidî lê dijîn kir û bi hezaran Êzidî qir kirin.
1647-1648: Emîrê Şeyxan Mîrza Beg ku Walitiya Mûsilê dixwest, daxwaza wî hat redkirin û li ser vê serî hilda. Di çewisandina vê serhildanê de gelek Êzidî hatin kuştin.
1715: Bi pêşengiya Paşayê Osmanî Hasan Paşa de li gelek cihan li dijî Êzidiyan komkujî pêk hat.
1752-1754: Silêman Paşa êrîşê êzdiyên Şengalê kir û her kes qetil kir.
1767-1768:Bi pêşengiya Emîn Paşa êrîşên ku Êzdî hedef digirin pêk hatin.
1770-1771: Serhildana Bedax Beg hat çewisandin û gelek Êzdî hatin qetilkirin.
1773-1774: Waliyê Mûsilê bi hincetên vala Şengal wêran kir û qir kir
1779: Vê varê jî birayê waliyê Mûsilê bi heman hincetan Şengal wêran kir
1779-1792: Bi gelek hincetan 4 komkujiyên cuda pêk hatin û bi hezaran Êzidî hatin qirkirin
1792-1793: Waliyê Mûsilê Muhammed Paşa Şengal wêran kir û 8 gun tar û markir
1794-1795: Bi pêşengiya Silêman Paşa yê li Bexdayê li dijî Êzidiyan êrîş pêk hat.
1799-1800: Abdelazîb Beg yê ji Bexdayê hemû cihên herêma Şêxan qir kir û 25 gund ji nexşerê paqij kir.
1802-1803: Alî Paşa yê ji Musulê Êzdiyên Şengalê di komkujiyê de derbas kir
1809-1810: Waliyê Bexdayê Silêman Şengal wêran kir û Êzdî qirkirin
1832: Mîrê Botanê Bedirxan Beg, Bey Şexan îstîla kir.Gelê Şeyxan hewlda bigihêjin Sîncarê. Lê dema gihiştin deriyê Mûsilê çemê Dîcle bilind bû û gelek kes nekarin derbas bibin. Yên ku man jî ji aliyê artêşa Bedirxan beg ve hatin qetilkirin.
1838: Waliyê Mûsulê Tayyar Paşa li dijî gundên Êzidî sefer pêk anî
1892: Fermandar Omer Vehbî Bey, ku ji bo bacê berhev bike hat peywirdarkirin, ji Êzidiyan xwest ku bibin Misiliman. Lê Êzidiyan ev red kir. Omer Vehbî Beg Şengal û Şeyxan ev der dagir kir û Êzidî qir kirin. Nêzî 15 hezar Êzidî ji bo ji komkujiyê rizgar bibin ola xwe guhertin.