Bi verişîna xwînê re mir
“Du roj in ez bi xwînê vedirişim. Tam ez du destşok/lavavo xwîn verişiyame”... Avnî Karabûlût, roja 18’ê Mijdarê wiha bangî dozger kir. Heman rojê ji nexweşxaneya hat rakirin re bi gotina ‘rewşa wî ne acîl’ vegerandin girtîgehê. Lê belê heman şevê, bi verişandina xwînê jiyana xwe ji dest da. Dê malbata wî, li Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Dadê doz vebike.
Avnî Karabûlût ê temen 74 salî, bi îdîaya tevlî birîndarkirinek bûye, meha Adarê ya borî ji bo salek di girtîgehê de bimîne, hat girtin. Karabûlût ê ku tûşê penceşêra pişikê bû ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dr. Lutfî Kirdar, Nexweşxaneya Dewletê ya Paşabahçeyê û Nexweşxaneya Dewletê ya Pendîkê têkildarî nexweşiya wî rapor hat dayîn.
Zarokên Avnî Karabûlût daxwaznameyek serî li rêveberiya Girtîgeha Umraniyê dan. Malbata ku raporên nexweşxaneya jî pêşkêşî rêveberiya girtîgehê kir û xwest ku bila nexweş ji aliyê Saziya Bijîşkiya Dadî ve bê lêkolînkirin û di warê kîjan şertan de dikare cezaya xwe bikşîne biryar bê dayîn.
NEHAT ZANÎN KU NEXWEŞÎ BI PÊŞ DIKEVE
Bi hewldanên malbatê Avnî Karabûlût ê ku wekî girtî birin nexweşxaneyê, nehat zanîn ku nexweşiya wî bi pêş dikeve. Dema tu nexweşxaneyek jî mafê razan û mayînê nedanê, nexweş dîsa birin girtîgehê.
Karabûlût herî dawî di 18’ê Mijdarê de daxwaznameyekê pêşkêşî Dozgeriya Girtîgeha Umraniyê kir û xwest ku wî veguhezînin nexweşxaneyek.
‘GER EZ DI HUNDIRÊ VÊ 1,5’Ê DE NEMIRIM...’
Karabûlût ê ku ji dozger re dibêje, “Du roj in ez bi xwînê vedirişim. Tam du destşok ez bi xwînê der bûm”, diyar kir ku ji nexweşxaneyê re nehatiye veguhestin:
“Di 16’ê Cotmeha 2011’an de di demjimêr 01:30’yên nîvê şevê de ez veguhestim nexweşxaneyê. Di demjimêr 05:00’ê berbangê de ji bo dubare biçim nexweşxaneyê, ez şûnve anîm. Dema ez dibirim nexweşxaneyê jî bêyî ku min ji wesayîta rîngê peya bikin, ez şûnve vegerandim girtîgehê. Şev ber bi berbanga sibê ez dîsa qasî destşokek ez bi xwînê verişiyam. Ji bo min bibin nexweşxaneyê, digel ku ez ber karmend beg geriyam jî, gotin 1,5 saetî li ber xwe bide. Birêz dozger, ger ez di hundirê 1,5 saetê de nemirim û ev daxwazname bigihêje we, ez dixwazim ku bila xwînê bidin min û bi min re eleqedar bibin.”
NEXWEŞXANEYÊ GOT, ‘REWŞA WÎ NE ACÎL E’
Piştî vê nexweşxaneyê dozgerê girtîgehê xwest ku Karabûlût demildest bigihînin nexweşxaneyê. Avnî Karabûlût ê ku birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dr. Lurfî Kirda gotin ku ‘rewşa wî ne acîl e’ û şûnve vegerandin girtîgehê. Lê belê Karabûlût wê şevê jiyana xwe ji dest da.
DÊ MALBAT DOZÊ VEBIKE
Parêzer Fazil Ahmet Taner ê ku li ser navê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê parêzeriya Karabûlût girt ser xwe, dê der heqê Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê de bi tawana ‘paşguhkirina erkê’ gilînameyê bide hundir. Her wiha parêzer Tamer dê li ser navê malbatê li her du wezareta doza tanmînatê bike.
ANF NEWS AGENCY