1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi vîna gel komploya li dijî Amûdê vala hate derxistin
Bi vîna gel komploya li dijî Amûdê vala hate derxistin,bi,vîna,gel,komploya,li,dijî,amûdê,vala,hate,derxistin

Bi vîna gel komploya li dijî Amûdê vala hate derxistin

A+ A-

ANHA- NAVENDA NÛÇEYAN- Sibe di 27’ê hizêranê de salvegera yekemîna a êrîşa çekdar a li dijî bajarê Amûdê ye. êrîşkaran dewriyeke YPG’ê dema ji erkeke leşkerî ya parastinê ji bajarê Hesekê vedigeriya hedef girtin. Di encamê de şervanekî YPG’ê bi guleyên komên çete jiyana xwe ji deste da û 2 şervanên din jî birîndar bû. her wiha gelek welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji deste dan.

Di wê rojê de ango di 27’ê hizêrana 2013’an de, ji bo amadekariyên êrîşa li dijî YPG’ê xwepêşandanek û giraveke birçîbûnê li dijî hêzên Asayîşê ku di wê demê de bi Desteya Bilind a Kurd ve girêdayî bû, hate organîzekirin. Her wiha ji ber ku hêzên Asayîşê çend bazirganên heşîşê li bajêr girtibûn. Xwepêşandan bi hinceta ku girtiyên Asayîşê çalakvanên şoreşa Sûriyê ne, derket.

Buyerê dema ku hin komên çete bi alîkariya hin ciwanên endamên hevrêzên ciwanan ên bajarê Amûdê derbasî bajêr bûn dest pê kir. çeteyan bi çekên xwe di nava xwepêşandanê de xwe veşartin. Dema dewriyeke YPG’ê ji riya Hesekê – Dirbêsiyê piştî ku devera El-Sed ji destên komên çete rizgar kir, vedigeriya, evan çeteyan şervanên YPG’ê hedef girtin. Di encamê de şervanên YPG’ê neçar man ku parastina xwe bikin û di navbera YPG’ê û çeteyan de pevçûn rû dan û çeteyan xwe di nava xwepêşandan û şervanan de veşartin.

Di encama êrîşa çeteyan de şervanên YPG’ê yê bi navê Îsa Gulo û gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û du şervanên din û gelek welatiyên bê guneh jî birîndar bûn. Her wiha di pevçûnên de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin û cenaze û birîndarên çeteyan rakirin Tirkiyê.

Hêzên Asayîşê piştî buyerê û bi hevkariya YPG’ê dest bi hemleyeke paqijkirina bajêr ji çeteyan kir. di encama hemleyê de geleke çeteyên ku destên wan di êrîşê de hebûn, hatin girtin. Piştî lêpirsîn bi dawî bûn gelek kes hatin berdan û gelek çeteyên ku Asayîş li wan digeriyan reviya Tirkiyê.

Pilana êrîşê Tirkiyê bi rê ve dibir

Pilana êrîşa li dijî Amûdê ji aliyê dewleta Tirk ve hate danîn. Di wê demê de endamên ji tabûra 313 ku li Tirkiyê hatibû avakirin, derbasî bajêr bû û beşdarî êrîşa li dijî dewriya YPG’ê û xwepêşandêran bû. her wiha ambulanseke dewleta Tirk beriya buyerê ji bo veguhastina birîndaran li ser sînorê bi Rojava re hatibû amadekirin û bi rastî cenaze û birîndarên çeteyan veguhastin nexweşxaneyên Tirkiyê.

Di wê rojê de çavkaniyên herêmî ji bajarê Nisêbînê ya girêdayî wîlayeta Mardînê ya Bakurê Kurdistanê ji ajansa ANHA’yê re diyar kirin ku birînên komên çete gihîştine nexweşxaneyên Nisêbînê. Lê endamên komên çete ber bi sînor ve reviyan û leşkerên Tirkan ew bi hundirê Bakurê Kurdistanê ve birin.

Destên Opozîsyona Sûriyê jî di êrîşê de hebû

Di xwepêşandana ku li bajarê Amûdê hatibû amadekirin, beriya êrîşê hin hevrêzên ciwanan li ser malperên civakî (Facebook) belavok belavkirin. Di belavokan de tê gotin ku ew bi protestokirinê bes nakin û ji bo “çalakvanên ciwan” wekî ku bi nav kirine, dê şêwazên din bi kar bînin. tevî ku hêzên Asayîşê van ciwanan re miqdareke heşîş û madeyên hişbiriyê li ser sûc girtin.

Li aliyekî din Endamê Meclîsa Niştimaniya Sûriyê Ebdilbasêt Seyda di wê demê de li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebook’ê belavokek belav kir û têde dibêje ku ew piştgiriya protestoya hevrêzên ciwanan li Amûdê dike.

Lê Fermandarê komeke çete Bêwar Mustefa ku beşdarî êrîşên li dijî herêma Efrînê bibû, di gelek malperan de belavokên ku Kurdan li hemberî hevûdu sor dikin, belav kirin.

Hin çavdêran derbarê rewşa wê demê de diyar kirin ku ev amadekariyên hin aliyên ku navê opozîsyonê Sûriyê li xwe kirine, ev pilan bi hevkariya dewleta Tirk pêk anîne û di nava wan de Ebdulbasêt Seyda ku ji welatiyên bajarê Amûdê ye.

Di roja ku êrîş li dijî welatiyên bajarê Amûdê û YPG’ê pêk hatiye de gelek rêxistinên siyasî, civakî û sivîl ev êrîş bi daxuyaniyan şermezar kirin. Her wiha yek ji van daxuyaniyan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bû. Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de tekez dikir ku hin aliyên kurdî di derxistina tevliheviyê di navbera welatiyên Kurd de li Rojavayê Kurdistanê berdewam in. Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de matmaybûna xwe tîne ziman ku hin aliyên kurdî bi awayekî eşkere hewl didin destkeftiyên gelê Kurd têk bibin û hemleyên sorkirinê di ragihandinê de û bi riya telefîzyonên nêzî Partiya Demokratiya kurdistanê (PDK) di navbera welatiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê de derbixin.

Di wê demê de TEV-DEM’ê telefîzyonên “Rûdaw û Zagros” û hin partiyên kurdî wekî El-Partî baskê Ebdilhekîm Beşar, Yekîtî û Azadî bi derxistina fitne û tevliheviyê di navbera gelê herêmê de tewambar kirin û di daxuyaniyê de hate gotin ku ew hewl didin gel ji xeta şoreşê dûr bixin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) piştî buyerê daxuyaniyek derxist û têde hate gotin ku komên çete yên ku êrîşî welatiyên bajarê Amûdê û şervanên wan kirine, bi fermanên heman komên çete ku li devera El-Sed a bajarê Hesekê li hemberî şervanên wan têk çûne, tevdigerin û wiha hate gotin: “Yekîneyeke me li bajarê Amûdê rastî êrîşeke komên çete ku di bin fermanên heman komên çete ku li devera El-Sed a bajarê Hesekê li hemberî şervanên me têk çûne, tevdigerin û ajandeyên dewletên dijminên gelê Kurd û gelên herêmê pêk tînin.”

Beriya buyerê bi çend rojan YPG’ê li devera El-Sed a bajarê Hesekê hemleyeke paqijkirinê ji çeteyan dest pê kiribû. Di encama hemleyê de dever ji çeteyan hate paqijkirin û li gorî çavdêran êrîşa çeteyan li dijî dewriya wan li bajarê Amûdê nîşan vê yekê û rasterast bi çeteyên devera El-Sed ve girêdayî ye.

Di roja piştî buyerê de Saziya Malbatên Şehîdan kona sersaxiyê ji bo şervanê YPG’ê Îsa Gulo li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo vegirt. Bi hezaran welatiyên herêma Cizîrê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, saziyên çandî û civakî serdana konê sersaxiyê kirin û diyar kirin ku ew tu carî nahêlin pilanên çeteyan bi ser bikevin û êrîşa li dijî welatiyê bajarê Amûdê şermezar kirin.

(ekîp)