1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi wêneyan koçberiya êzidiyan a ji Şengalê heya Rojava
Bi wêneyan koçberiya êzidiyan a ji Şengalê heya Rojava,bi,wêneyan,koçberiya,êzidiyan,a,ji,şengalê,heya,rojava

Bi wêneyan koçberiya êzidiyan a ji Şengalê heya Rojava

Koçberiya êzidiyan a ku ji ber komkujiya çeteyên DAIŞ'ê direvin her roj zêde dibe û berdewam dike (WÊNE)

A+ A-

ÎSMAÎL ESKÎN

ŞENGAL (DÎHA) - Koçberiya êzidiyan a ku ji ber komkujiya çeteyên DAIŞ'ê direvin her roj zêde dibe û berdewam dike. Rêvîngiya gelê êzidî ya bi rojan berdewam dike ji ber germê, birçîbûn û tîbûnê gelek zarok û kesên pîr li ser hişên xwe diçin. Êzidiyan diyar kir ku ew tiştên li hemberî wan hatin kirin tu caran ji bîrnakin û gotin "Apocuyan em xilas kirin" lê pêşmergeyên PDK'ê îxanet li wan kirin.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengalê bi hezaran êzidî ji bo ku xwe biparêzin çûn Çiyayê Şengalê. Hêzên YPG'ê ji bo gelê êzidî yê li Şengalê bi awayek ewl bibin Kantona Cizîrê dest bi hewildanan kir û ji Çiyayê Şengalê ber bi Kantona Cizîrê ya Rojava re rêvîngiya gelê êzidî berdewam dike. Rêvingaya gelê êzidî ya di navbera Suriye û Iraqê de DÎHA'yê şopand. Êzidiyên bi rojanin di meşen ligel birçîbûn, tîbûn û wesatiyanê riya xwe berdewam dikin. Welatiyên êzidî di bin germê û toza sehrayê bi piyên tazî dimeşin û ji bo bigihijin avê meşa xwe berdewam dikin. Di meşa mayîn û nemayînê de kesên temen mezin li ser hişên xwe diçin û wan bi hêstiran dibin. Hêviya gelê êzidî Kantona Cizîrê ye û bi sedan wesayît ji bo welatiyên di rê de mayîn bigirin hewil didin. Êzidiyên koçber bûyîn di rê de jî rastî kemînên çeteyên DAIŞ'ê tên lê hêzên YPG'ê li hemberî van êrîşan bersiv didin.

Rêvîngiya dîrokî ya gelê êzidî bi objektîfa DÎHA'yê wisa tê nîşandan....

(bd)