Bi xêr hatî Mednûçe
ERDAL ER - BRÜKSEL 25.11.2013 09:48:31 Gelê kurd bi kedek mezin televîzyona xwe vekiribûn û girtina televîzyona xwe ji cihê ku wenda kiribûn bi gelek zehmetiyên mezin kanal xwe dîsa vekirin. Dema ROJ TV hate girtin temaşevanekî wiha gotibû; Te digot qey ji mala me cenaze derketiye. Bê guman mafdare. Di dîroka 20 salan a televîzyona kurdî de televîzyonên wekê Med, Medya, Roj, NÛÇE,MMC bi biryarên siysî yên navbera dewletan hat girtin û gelê kurd ev hes pir caran jiya. Dema kanalên nû vebû rumeta serkeftina xwe jiyan. Gotina Ahmet Nesîn ya wekê ‘Li Tirkiyeyê, kurdan berxwedan çawa dibe dan hînkirin’ kakileke kurt ya dîroka televîzyona kurdane. Ji bo gelê kurd dîsa demek wisa tê jiyîn, kanaleke nû Mednûçe tevli kevneşopiya çapemeniya azad bû.
Me Mednûçe ji hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak, hevserokê HDP’ê Ertugrul Kurkuç, Sebahat Tuncel, rojnameger Nuray Mert, Aydin Engîn, Ahmet Nesîn, hunermend Ferhat Tunç û serokê Komeleya Pîr sultan Abdalê (PSAKD) Kemal Bulbul pirsî.
ÇAPEMENIYA AZAD BI MEDNÛÇEYÊ BI HÊZTIR E
Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak:Ez destpêkê ji hemû xebatkarên Mednûçe re serkeftinê dixwazim. Di demeke wisa girîng de dest bi weşanê dike. Em kêfxweşin. Mednûçe mîrateya kevneşopiya çapemeniya azad temsîl dike. Divê hemû gelê me xwedî li Mednûçe derkeve. Ez bang dikim ku her kes nûçegîhaniya dildariyê bike û tevli bernameyan bibin. Ev xwedîderketin dê teqez Mednûçeyê bi gelê wê re li ser axa wê bîne cem hev. Hêviya min eve ku ev televîzyonên ku ji Kurdistyanê durin û dengê gelê kurdin rojekê vegerin welatê xwe û li vir weşanên xwe bidomînin. Hêviya min eve ku kevneşopiya çapemeniya azad bi Mednûçeyê re bi hêztir be. Dê mezintir be. Ger îro televîzyonên kurd ji welatê xwe dur weşanê dike ev şerma Tirkiyeyê ye. Ger Tirkiye dixwaza pirsgirêka kurd çareser bike divê astengiyên li pêş çapemeniya kurd rake. Divê xebatkarên çapemeniya azad yên derveyê welat vegerin welatê xwe. Berdana rojnamegeran jî pêngavek girînge. Em BDP dê têkoşîna vê bidin.
MEDNÛÇE SERKEFTINA ÎNADÊ YE
Hevserokê HDP’ê Ertugrul Kurkçu: Destpêkirina kanala nûçeyan a Mednûçe serkeftina sebr, înat û weşana azad e. Wek ku em her tim dibêjin ev serkeftin bi bedeldayînê hatiye qezenckirin. Civa ku bi hêza weşana azad bawer kir ligel hemû zor û zehmetiyan bi ser ket. HDP’ê gihişt televîzyoneke ku dikare dengê xwe têde bibihîze. Ji ber vê jî em ji Mednûçe re serkeftinê dixwazin.
DÊ BIBE DENÊ JINAN
Sebahat Tuncel: Em destpêkirina weşanê ya Mednûçe pîroz dikin. Di vê dema ku desthilatdariya siyasî mafê nûçe girtinê ya gel asteng dike de, Mednûçe dest bi weşanê dike û em serkeftinê dixwazin, xebateke gelek pîroz e. Mednûçe dê bibe dengê bindest, jin û yên hatine biçûkxistin. Em wek HDP’ê ji Mednûçe re serkeftinê dixwazin. Dê kevneşopiya çapemeniy azad bidomîne.
GEŞEDANEKE BI KELECANE
Ferhat Tunç: Destpêkirina kanala nûçeyan a Mednûçe kelecanê didome mirovan. Di pêvajoyeke gelek girîng de dest bi weşanê dike û ev tiştekî girînge. Mednûçe dê li gorî mîsyona dîrokê tevbigere û bide dengê kurd, elewî, ermenî, romen, asurî,êzdî, jin û bindestan. Ez serkeftinê dixwazim.
Serokê giştî yê PSAKD’ê Kemal Bulbul: Li ser çapemeniyê zextên Tirkiyeyê didome. Ev azadiya çapemeniyê asteng bike. weşana Mednûçe dê kêm be jî vê astengiyê bişikîne. Mednûçe dê rastiya objektîf ragihîne gel. Ev ji bo Elewiyan girînge. Ev dê bo me gelek bi fêde be.
Rojnameger Nuray Mert: Mednûçe xeleka dawî ya têkoşîna çapemeniy azad e. Ez kedkarên Mednûçeyê pîroz dikim. Weşana wan bi kelecan dipêm. Emê tiştên ku di çapemeniyên din de nemînin, di vir de bibînin.
SERKEFTINÊ DIXWAZIM
Rojnameger Aydin Engîn: Di pîşeya me de gelek caran tê gotin pir zêde kanalên nûçeyan hene. Ev şaş e. Di esasê de gelek kêmin. Hewcedariya me bi kanalên ku nûçeyên rast diweşînin heye, ev maf e. Nûçegîhanê her roj azmûneke nû ye. Ez ji kanala Mednûçe re serkeftinê dixwazim..
KURDAN NÎŞAN DA KU MAF ÇAWA TÊ GIRTIN
Rojnameger Ahmet Nesîn: Zimanê te yê dayikê heye lê mafê te yê ku tu ji zarokê xwe re bi zimanê xwe bêjin ‘zarokê min’ tune. Dayika te tirkî niza ji ber vê li girtîgehê tenê li te dinêre, hevsera te derdixînin dadgehê ji ber ku ji bilî zimanê xwe tiştek nizane tê mahkumkirin, zarok ji ber gramera zimanê xwe nizanin 3-4 salan ji ber zimanê ku nizanin dibistanê dixwînin, te ji hezkiriya xwe re helbest nivîsye lê weşandina wê qedexeye. Her wiha tu ji bo zimanê xwe pêşve bibin têdikoşî bi zimanê xwe TV vedikî, lê te wek terorîst dibînin û dikujin.
Li Tirkiyeyê bi salane pirsgirêka kurd tê nîqaşkirin. Serokwezîrê demî Turgut Ozal dibêje mafdare lê TV’ya wan qedexe dike. Demîrel dibêje pirsgirê kurd heye lê TV qedexe dike. Erdogan dibêje emê pirsgirêkê çareser bikin lê kanalan digirin. Ew bi xwe TRT ŞEŞ’ê vedike lê ya ku kurd vedikin digire.
Lê îro kurdan tiştek hînê Tirkiyeyê kir, me “Maf çawa tê girtin’ hîn kir. Ez weşana Mednûçe pîroz dikim. Serkeftinê dixwazim.