'Bi çalakiya greva birçîbûnê li girtîgehê zext zêdebûn'
Ji parêzerên Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Wanê Erhan Aksoy diyar kir ku ligel tu cezayê dîsîplînê yê girtiyan tuneye ji qadên hevpar tên mexrumkirin û wiha got: "Rêveberiya Girtîgehê jî li hemberî vê yekê bêdeng dimîne. Hevdîtina me bi rêveberiya girtîgehê re kir, ji me re gotin li ser fermana dozgeriyê ev tê kirin."
ARÎF ASLAN
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên PKK û PAJK'î ve di 12'ê îlonê de hate destpêkirin di roja 66'emîn de berdewam dike. Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Wanê û endamên TUYAD-DER'ê yên Wanê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bi girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de hevdîtin pêk anîn û rewşa girtî û pêkanînên girtîgehê pêk tên vegotin. Ji parêzerên Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Wanê Erhan Aksoy, diyar ku pişt çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir li girtîgehê zext zêdebûn û wiha axivî: "Ligel hemû zextan çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Di koma ewil ên dest bi çalakiyê kirin de pirsgirêkên tenduristî yên weke ser êş, helandin û zêde li ser piyan xwe nekirin tên jiyîn." Aksoy, anî ziman ku ligel rewş girtiyan nebaş dibe jî kontrolên runtîn ên doktoran qebûl nakin û wiha pê de çû: "Di hevdîtinan de girtiyan ji me re got, 'Doktor ji bo em dest ji çalakiyê berbidin zextan li ser me dikin. Çalakiyên me ji aliyê doktoran ve tên astengkirin.'"
'Muameleya dijmirovahî bi ferman dozger tê kirin'
Aksoy, da zanîn ku divê li koguşan 15 rojan carek lêgerîn bên kirin lê piştî çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir pêkutiyên keyfî zêdebûn û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Odayên girtiyan gelek caran tên lêgerînkirin. Li koguşan şuna gardiyan lêgerînê bikin leşkerên (robocop) lêgerînê dikin. Li girtîgehê pêkutiyên dijmirovahiyê berdewam dikin. Girtî ji cîhazê X-ray re derbas dikin. Di lêgerîna odeyan de hemû cilên girtiyan diavêjin hewşê." Aksoy, bilêv kir ku muameleyên dijmirovahî yên li girtîgehan pêk tên ji bo vîna girtiyan bişkênên dikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ligel tu cezayê girtiyan ê dîsîplînê tuneye ji hemû qadên hevpar bêpar tên hiştin. Rêveberiya girtîgehê jî li hemberî vê yekê bêdeng e. Di hevdîtina me bi rêveberiya girtîgehê re kir ji me re gotin ev yek bi fermana dozgeriyê tê kirin."
'Li pişt girtiyan piştevaniya malbatan heye'
Rêveberê TUYAD-DER'a Wanê Necmî Kalçik jî diyar kir ku ew ji ber rageşiyê bi guman in û banga hêj tu mirin çênebûn daxwazan qebûl bikin kir. Kalçik, anî ziman ku ji bo azadiya gelê kurd herî dawî girtiyan bedenên xwe ji mirinê re razandin û wiha got: "Di pêvajoya daxwazên azadiyê tên qêrîn bila Erdogan û Wezîrê Dadê guhên xwe vebikin. Malbatên girtiyan bi guman pêvajoyê dişopînin. Li pişt girtiyan piştevaniya malbatan heye."
DİHA