Bi çavdêriya Desteya Jinan buhuşta zarokan
ANHA - QAMIŞLO – Desteya Jinan a Herêma Xweser a Cizîrê buhuşteke nimûne ya zarokan ku ji 3 beşan ji zarokên temenên wan di navbera 3 heta 6 salan pêk tê, vekir. Di vê buhuştê de dê zarok bêne perwerdekirin û ji bo dibistanê bêne amadekirin. Heta niha 300 zarok hembêz kirine û buhaya qeydkirina zarokan salane 500 lîreyên Sûriyeyê ne.
Ji bo zarok bi awayekî xwezayî di hemû aliyên jiyanê de mezin bibin, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, erka hembêzkirin, perwerdekirin û çavdêriya zarokan girt ser xwe. Desteyê buhuşteke nimûne ya zarokan ku ji 3 beşan ji zarokên temenên wan ji 3 heta 6 salan in, pêk tê, vekir û niha 300 zarok hembêz dike.
Bi armanca xurtkirina kesayeta zarok û rêvekirina li pêşiya çûndina wan a dibistanê û serbixwe tevbigere, Buhuşta zarokan a bi navê “Cîhana zarokan” bi her sê beşên xwe li bajarê Qamişlo di 1’ê îlona borî de hate vekirin. Ji ber ku ev gav li ba zarokan tecrûbeyeke nû ye û pê hevalên xwe çêdike û di hundirê wî/wê de hevkariyeke civakî bi hemû cureyên wê tê afirandin. Ev yek gaveke girîng di jiyana zarokan de ye.
Di buhuşta zarokan “Cîhana Zarokan” de ji hemû pêkhateyên bajêr zarok hene û mamosteyên pispor di aliyê perwerdekirin û buhuştên zarokan de çavdêriya wan dikin. Zarok waneyên bi zimanê kurdî, erebî û îngilîzî dibînin.
Perwerdekirina zarokan di vê buhuştê de li gorî metodên navnetewî yên buhuştan tê meşandin. Her wiha waneyê wêne çêkirin, karên herî (macûn), stran tên dayîn û demek ji lîstika zarokan re jî tê veqetandin.
Dewama buhuştê saet ji 08.00’an heta 12.00’an e. Rêveberiya buhuştê bi hevkariya malbatên zarokan tirimpêlên veguhastina zarokan ji malê û vegerandina wan peyda kirin.
Bi armanca şopandina rewşa zarokan û çareserkirina pirsgirêkên wan, rêveberiya buhuştê mehane ji mamosteyan re civînekê li dar dixe. Her wiha ji bo şopandina rewşa zarokan li malê, rêveberiya buhuştê mehane ji malbatên zarokan re jî civînekê li dar dixe.
Derbarê armanca vekirina vê buhuştê Endama Buroya Çapemeniyê ya Buhuşta Cîhana Zarokan Selma Îsmaîl ji ANHA’yê re axivî û wiha got: “Ji bo kesayeta zarokan bête avakirin pêdiviya wan bi alîkariyê heye û ji bo afrîneriya wan derbikeve, divê sîqet bi zarokan were kirin, da ku beşdarî çalakiyên buhuşta zarokan bibin.”
Cîhana Zarokan bêyî ku rewşa malbatên zarokan a aborî berçav bigire, malbat salane 500 lîreyên Sûriyeyê ji bo qeydkirina her zarokekî didin. Selma Îsmaîl got ku di dema desthilaltdariya rêjîma Baasê de ji bilî malbatên dewlemend kesekî nikarîbû zarokên xwe bişîne buhuştan.
Derbarê pêşketên di kesayeta zarokan di buhuştê de Selma di axaftina xwe de wiha anî ziman: “Pêşketina di kesayeta zarokan de di buhuştê de berçav e û hezkirina wan ji fêrbûnê re zêde dibe. Hin zarokên ku di rewşên psîkolojîk ên wekî xemgînî, tenatî, dijmantî û zehmetiya bilêvkirinê re derbas dibûn, rewşa wan di buhuştê de gelekî baş bûn.”
Selma Îsmaîl da zanîn ku mamosteyên buhuştê di perwerdeyên taybet ên derbarê psîkolojiya zarokan di rewşên şer û pevçûnan de ku herêm têre derbas dibe re, hatin derbaskirin. Her wiha asta bandora şer li ser zarokan ku di ekranên telefîzyonan de tên derxistin, tên pênasekirin.
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, ji bo alîkariya bi zarokên astengdar re, da ku xwe kêm nebînin û jiyana xwe wekî zarokên din di civakê de bidomînin, dê navendeke taybet ji wan re vebike.
EMEL EHMED
(jh)
{gallery}2014/12/QMS-MALA-ZAROKAN{/gallery}