1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi çavê keça 14 salî ya êzdî hovîtiya DAIŞ'ê
Bi çavê keça 14 salî ya êzdî hovîtiya DAIŞ'ê,bi,çavê,keça,14,salî,ya,êzdî,hovîtiya,daiş,ê

Bi çavê keça 14 salî ya êzdî hovîtiya DAIŞ'ê

A+ A-

FERZEN ÇATAK/ERDAL KABUL

ŞIRNEX (DÎHA) - Keça 14 salî ya êzdî Ş.E. ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat revandin, piştî 3 mehan di destê DAIŞ'ê de ma xwe ji destê çeteyan rizgar kir û havîtiya wan vegot. Ş.E., diyar kir ku bû şahidê kuştinan û mexdûrê bazara koleyan.

Çeteyên DAIŞ'ê dema xwest Şengalê dagir bikin bi sedan jinên kurd ên êdîzî revandin û îşkence bi wan kir. Ceteyên DAIŞ'ê piştî jin revandin îşkence li wan kir û tecawizî wan kir. Gelek jê revandin û birin bazara koleyan. Jinên ku olê xwe parastin û ji ser olê xwe venegeriyan ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin. Yek ji van jinên êzdî ku xwe ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir, jina 14 salî Ş. E. ye. Ş.E., anî ziman ku 10 jinên êzdî ji bo olê xwe û xwe biparêzin xwe avêtin avê û dawî li jiyana xwe anîn. Ş.E., anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê 3 mehan îşkence li wê kir rastî hovîtiya mezin a DAIŞ'ê hat. Ş.E, da zanîn ku çeteyan ew li sînorê Sûriye û Iraqê gerand û taliyê xwe ji destê çeteyan rizgar kir. Ş. E. da zanîn ku malbata xwe ya ji 7 kesan pêk tê di destê DAIŞ'ê de hişt û reviya Kobanê û ji wir jî derbasî Pirsûs û Şirnexê bû. Ş.E, da zanîn ku piştî hat Şirnexê li cem mamê xwe ya Kampa Şehît Bişenkê bi cih bû.

Ş. E. destnîşan kir ku Amîrê çeteyên DAIŞ'ê Faysal ew ji xwe re kirî û digot "Ger ku em Kobanê bistînin em ê Kurdistanê jî bistînin. Em dê hemû kurdan tune bikin. Hêza kurdan tune."

'Ji bo parastina şerefa xwe, dawî li jiyana xwe anîn'

Ş.E., bilêv kir ku di roja ewil a serdegirtina Şengalê de li gundê Til Keseb ligel dayika xwe û 7 xwişk û birayên xwe hat revandin û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê em li navenda Şengalê kom kirin. Jin, zarok û mêr ji hev cuda kirin. Jinên ciwan cuda kirin û hinek ji wan birin Musulê û hin ji wan birin gundê Baacê Ez çar rojan li gundê Baacê mam. Piştre em birin Telaferê. Em 2 rojan li vir man û piştre em birin Girtîgeha Badûşê ya navbera Musul û Telaferê. Ez, dayik û xwişkên xwe 7 rojan li girtîgehê man. Em ji vir dîsa birin Telaferê. Jin û zarok li dibistanê kom kirin. Koma ku ez jî di navde em birin Mûsilê. Li vir em 60 kes hilbijartin û birin cihekî din. Em 2 rojan li Mûsilê hiştin û bi otobusek mezin em birin gundekî Rakkayê."

Ş.E., destnîşan kir ku dema ew ji Mûsilê birin Rakkayê 60 jin bûn û di rêde tenê gazoz û nan da wan. Ş.E, bilêv kir ku li gundê nêzî Rakka 6 rojan man. Ş.E., anî ziman ku mala ku lê diman, endamên çeteyên DAIŞ'ê hat wir û wekî mihan ew hilbijartin û wiha got: "Em birin Rakkayê. Em li kêleka çem rawestandin. Li tenişta çem 10 jinên êzdî xwe avêtin nava avê û dawî li jiyana xwe anîn. Jinên man jî hatin firotin.

'Her dem zexta 'bibin misliman' li me kirin'

Ş.E., da zanîn ku çeteyan her dem zext li wan kir ku bibin misliman û kesên daxwazên wan qebûl nekirin jî rastî îşkenceyê hatin. Ş.E, daxuyand ku her dem zext li wan kirin û gotin êzdî dê biçin dojehê û tirs li ser wan meşand.

'Ez firotim fermandar'

Ş.E, daxuyand ku kesê bi navê Ebu Zeyd ew firot kesê bi navê Faysal û wiha got: "Ez nizanim ku min bi çiqas pere kirî. Lê ez dizanim ku ez bi dolaran kirîm. Piştî ez kirîm ez birim gundê Rif Rakka û ez li mala xwe wekî xizmetkar dam xebitandin. Ez li wir her dem rastî neheqiyê h atim. Ji ber ku min navê Melekê Tawis bilêv kir ez rastî neheqiyên giran hatim. Bi zorê xwestin ku ez nimêj bikim. Ji ber zextên li sir min, min xwest întihar bikim. Lê destûr nedan. Rojekê dema firavînê min xwe di ser dîwarê hewşê re avêt û min xwe li 3-4 km dûr di nava bostan de veşart. Ji ber ku min çarçefa reş li xwe kir kesî ez nas nekirim. Xwediyê bostan bû alîkarê min. Xwediyê bostan ez 2 rojan parastim û 45 rojan ez kirim mêvan piştre ez teslîmî malbatek kurd kirim. Malbata kurd ez 15 rojan parastim û piştre teslîmî Tirkiyeyê kirim.

(mae/wk)